Bendora bercewendiyên pertiytî li ser rewşa raghandinêBendora bercewendiyên pertiytî li ser rewşa raghandinê

  berzan hisên

  Doza Ku ez Îro li ser gotubêj dikim ne dozeke siyasiye , lê xuyaye ku gihiştiye qûnaxa çaksaziyê,ji ber ku hin hêzên raghandinyê rê nadin kesên pispor ku  cihên xwe bigrin, jiber rola pêşdarîya ragihandinê di pêşveçûna civakê û di hemu werên jiyanê de , çi çandî,civakî,siyasî û her wiha jiber bizavên giring û peydakirîna çareseriyên pêwîst jibo pêkanîna ûmid û  hêviyên di nameya raghandinê de , nemaza, em kurd di gelek nexweşîyan de derbas bûne,
 hêz û derfetên me hatine xemsar kirin, nivîskar, helbestvan û rewşenbêrên kurd ên hemû derfetên xwe xistin bin xizmeta doza kurdî de hatin binçav kirin , jiber vê yekî gelekan jiwan bi navine biyanî nivîsîn pênûsa wan xebatkeran bû xetîre û  ronî dida riya gel û  her weha jiber rola raghandina rojev a girng di çalakirina çerxa pêşveçunê û pêşxistina hişmendiya şênî, nemaza kenalên kurdî yên ku derketin holê piştî guherînên herêmî û navneteweî li ser doza kurdî û ji ber pirsiyarîk girseyî li ser raghandinê heye , çimkî ew derbirînê ûmîd û hêviyn gelane û nav gîneke têkoşînêye, lewra raghandina azad rastî mebesta wêye û mijarekî şêweyê wê ye lewra pêwîste ku  kenalên peykî û rojnemegeriya azad û  parti yên kurd lêvegerîneke tekûz û çaksazîyn giştî pêkbine di riya raghedineke stratîjî de û bi pêşxistna naverok û xameya ragihandinê, divêt em guherîn û nobûne kurde ne xasim piştî bihara erbî ya ku ez di bînim wek bihara gelan
Evgirêdaye bi peyda kirina vîna siyasîya rastî li gel biryrdarên raghandinê bila em xwedî bawerbin bi belavkirina xêr xweziyê ji bo pêşerojek şên da ku em bidin zanîn ji dagêr kerên kurdistanê re ku gelê kurd bi rewşenbîr û siyastmedarên xwe di karin û hêjayî serkidayetiya darê pêşketinê bikin û ev dibe alîvê ji nifşekî ciwan û ne kesên ku xwe mijûl dikin di kar û berê navxweyî û derve tibervê yekî divêt em dervetên afranndinê nemez jxînin û dûn nexin ji ber ku ev dibe nakokiyek ji kadirê rêvebeberîa partîtîyê û ev dibe cihê na bawerî yê û metirsîne li gel berpirsên kenalê yan rojnameyê,yan piştgirin rêklamî berîya ragihendine jê di xwezin
Birastî ev kiryarên wiha wek şûrekî li ser ragihênerê ser bixwe û afrîner bi hest,pêşinyar û nêrînên xwe û ji bo çareserkirina aloziyan ne beaş e  ev şîwe wek şîweyên baasê faşist ragihandin wek pacayekêye têre bîner rewşa welêt dibîne divêt em wê bixin bin xizmeta gel de ji ber vê yekê ragihandina azad pêwîste
da ku em nekevin gûman û diyardeyên kevne şopiya rejîma dagêrkerên kurdistanê  de divêt em li ser parçeyê rizgarkirî bisekinin mixabin ragihandin têde di bin çavdêriya peywanên ku piştgirya hin aliyan dikin ev diyarde cudahî û dûrkine di navbera rola pêşengî ya raghandinê di karê xwe yê sincî û pîşesazî gelê kurd tiyê çanda azadiyê de jiber vê yekê divêt sînorê partîtiyê were rakirin lewre divêt em tev hewl bidin ku rêza ragihandinê bi hemû beşên wê bicihbikin ji ber ku baweriya gelê kurd bi rizgarkirina wî ji rejîmên diktatorî û hişmendiya dest hilatî tê lewre her çiqas ew ji ezîtiya partîtiyê derkeve û ecende û xebatên cihên baweriyê û derbirîna azad peyda bike û tevlî rewşa giştî bike ewqasî wi temeşevanên ekranên piçûk û xwendevanên rojnameyan zêde bibin wek mînak gelek kenalên peykî yên erabî û biyanî lisr lista pîşesezî wek al erabiya alcezîra BBC û rojnema wek alheyata lendenî midil ist û lomonda a ferensî û,,,,,hwd

Da ku hêvî tekûz bibe di nav bera derbirîna azad û kêf xweşî ji aliyê temaşevan ve û deku reghêner neba qurbanî ji hêla wê kenalî divê em ji navgînên reghandinê re ramena azadî û rexne gîriyê bîr bixin di dawiyê de em gelê kurd di vê jînê de mane bê par û li ser eniya me sitem û tarûmar hatiya nivîsandin,,,,  gelo kesek heye di hewara me de bê û vê rûpala reş biguhere bi rûpeleke nû  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…