Azadî , wekhevî û rûmeta mirovî berî her tiştekî din

Dr. Kamiran Haj Abdo
 
Berî 22 heyvan xelkê Sûriyê serûber, bi kurd, ereb û aşûriyên xwe, bi misliman, xirîstiyan û êzdiyên xwe, bi sune û elewiyên xwe, bi jin û mêrên xwe, dest bi şoreşeke pîroz kir. Armanca zelal bû: rûxandina rêjîma totalîter û bidestxistina azadî, wekhevî û rûmeta mirovî. 

Di pêvejoya şoreşê de gelek hêzên tarî û gelek dewletan bi ajendeyên curecur dest avêtin nav karûbarên şoreşê. Şoreş ji armanca xwe ne tenê bi dûr ket, pir bi dûr ket. Şoreşa ku ji bo azadî, wekhevî û rûmeta mirovî  dest pê kiri bû pir caran rûmeta mirovî binpê kir…
Şoreşa ku ya tevaya xelkê Sûriyê bû li dijî beşekî ji xelkê Sûriyê şer kir… Şoreşa ku ne ol û ne mezheb nas dikirin bû şoreşa yek olê û yek mezhebê… Şoreşa ku dusrûşma xwe “gelê Sûriyê yek e” îro şerê pêkhateyeke bingehîn ya xelkê Sûriyê dike – şerê netewa kurd dike. Hem hinek siyastvan, yên ku li pişta şoreşê nîştine, hem jî hinek çeteyên çekdar, yên ku xizmeta ajendeyên şovenîsta ereb û ya turk dikin, îro şerê netewa kurd dikin. Ma Serê Kaniyê hindik e?!

Bila ew hemû zani bin ku gelê kurd pir ji wan xortir e. Gelek kesên mîna wan hatine û çûne, lê em li vir in, em li azadiya xwe dipên. Emê wê bidest bixin jî.
Bila ew baş zani bin ku bê rêzgirtina li maf û azadiyên bingehîn, bê pêgiriya li mafên hemû pêkhateyên Sûriyê ev şoreş bi ser nakeve. Çunkî rêjîma el-Esed jî bi hemû hêza xwe bi ser ne kat…

Werin, hîngê dem ne çûye, em şoreşa xwe, şoreşqa azadî, wekhevî û rûmeta mirovî biparêzin û bi xebata xwe ya hevbeş wê bi ser xînin.
Werin em dev ji ajendeyên xelkê berdin û em tenê hêvî û berjewendiya Sûriyê, weke mirov û welat, di ser hertiştekî din re bigrin.
Werin em bi hev re Sûriyeke nû ava bikin, ya ku mafê hemû mirovan bê tu cudahî biparêze û pêkhateyên olî û netewî yên Sûriyê hemûyan wekhev û azad bike.
Werin em bi hev re welatekî ava bikin, yê ku taybetmendiyên me hemûyan biparêze û pêşve bibe…
Werin em pêkve ala azadî, demokrasî û wekheviyê bilind bikin…

 Werin berî li me dibe dereng!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…