Ezîz Xemcivîn
1-
Berî bêtir ji şêst salî ve hatiye kolandin.
Şikro jinebiyeke Kurd e, bêtir ji 15 xaniyên axînî di hewşa wê de hene.
Bîrek di orta hemû xaniyan de kolandibû, ji bo avê jê derînin.
Berî sih û pênc salan, ava bajêr giha taxa me, ew Bîr devê wê girtin, û gemar, qirş û beştên kevin danîn ser.
Ev du sal qeyrana avê li Sûriyê dest pê kiriye.
Li bajarên Kurdan jî îsal qeyrana avê çê bû.
Av nemaye, xelk mecbûr bûn Bîrên xwe vedin û li zemanê bav û kalan vegeriyan…
Her Bîrekê bi hezaran xelk li benda dora xwe dimînin.
Bîra Şikro ji nû ve jiyan dît, û bi dîtina xelkê şad bû…
Bîra Şikro jî bî bû, ji nû ve berbûk hatin zembîl dan ser serê wê û bû bûk…

2-
Partiyên kurdî li Rojavayê Kurdistanê, hejmara we bi fermî bûye sih û sê, bawer bikin Şikro ji bo milet ji we baştir dike.
Gelo her partiyekê sih û sê hevalên wê tunene?
Her yek ji endamên we buhustek (sih û sê santîman) axê bikole, wê Bîrek çê bibe…
Eger her partiyekê Bîrekê bikole her bajarek wê sih û sê Bîr tê de çê bibin.
Hûn dikarin qeyrana avê çareser bikin.
08.08.2013