Partiya Pêşverû siyaseteke rastbîn û dibistana xebatkara ye

Hişmend Şêxo
Bi helkefta bîranîna (64) saliya damezrandina Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê ez vê kurte nasînê diyarî hemû Heval , Dost û xebatkarên Partiya Pêşverû dikim , Herwiha ez vê bîranînê li tevahî Gelê Kurdistan pîroz dikim….
—————————–
( Şêst û Çar sal xebat li dijî zordariyê )
Di dawiya sala (1956)an de Sê niştiman perwerên kurd (Osman Sebrî , Ebdilhemîd Derwîş û Hemzê Niwêran) yekem rêxistina rêzanî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê bi navê (Partiya Kurdên Demoqratên Sûrî) damezrandin û hêjayî gotinê ye ku rêznama wê ya bingehî bi Zimanê Kurdî bû , Û di benda wê ya çarem de wisa dibêje :

“Çi gava siya koledar ji ser welatê me Sûriyê bi dûrkeve û rêya têkiliyên derve bête birrîn , P.K.D.S ji bo (400000) kurdên ku li Cizîrê , Kaniya-Ereban , û Çiyayê Kurmênc dijîn dê rêzanek taybet bixwaze , Da ku mafên wan ên siyasî , civakî û zanistî di nav welatê Sûriyê de bê parastin.”
 Piştî danûstandin bi hejmarek ji xebatkar û rewşenbîrên kurd re li Parêzgeha Helebê hate kirin hersê hevalên pêşîn û hevalên Efrînê gihan biryarekê li ser dîroka damezrandinê û hinek guhertin di navê partî û tozika navxweyî de bibe , Û di çardehê Cehzerana sala 1957an de pêşengên gelê me (Nûredîn Zaza , Osman Serbrî , Hemzê Niwêran , Ebdilhemîd Derwîş , Reşîd Hemo , Mihemed Elî Xoce , Şewket Henan , Xelîl Mihemed , Cegerxwîn , Şêx Mihemed Îsa) weke desteyeke damezrêner (Partiya Demoqrat a Kurd li Sûriyê) damezrandin ji bo rêbertiya cemawerê gelê kurd û berevaniyê di ber doza netewî ya kurdî de li Kurdistana Sûriyê bike û xewn û hêviyên kurdan di welatekî Demoqrat de pêk bîne , Lê piştî demeke kurt ji damezrandina partiya me yekîtî di navber herdu welatan (Sûriyê û Misirê) de çêbû wê demê dest bi girtina çalakvanên siyasî kirin û di wê demê de hêzên istixbaratên sûrî hemû heval , dost û kadirên partiya me girtin û hevalekî me nema û zordarî nedît ji Lêxistin , kehrebe , kotek û işkenceyên hovane , Lê vîna gelê kurd û hişmendiya rêbaza partiya me ji hêz û çavsoriya wan regezperestan bi hêztir bû , Lewre di sala 1960 de serkirdayetiya partiyê biryarek stand bi vêxistina Agirê Newrozê li sêsid û şêst gundî Efrînê da ku neyarên gelê me zanibin kurd û tevgera netewî ya kurdî ne tenê li Cizîrê ye Lê belê ji wê zêdetir li Kurdaxê ye jî , Û Ji wê rojê de hişyarbûna netewî di nav gelê me de dest pêkir.
Di vê bîranînê de ez dixwazim xebat û helwestên Partiya Pêşverû li ser sê astên sereke nîşan bidim
Yekem : Li ser Asta Niştimanî ya Sûrî
Piştî sala (1970)de  partiya me zêdetir di nav tevgera niştimanî ya sûrî de xebitî û bi rolekî çalak di nav meydana siyasiya sûrî de cihê xwe girt û bi taybetî di dema damezrandina (Ragihandina Şamê) de , Lê piştî ku bayê guherînê bi ser Rojhilata Navîn de hat partiya me daxwaza li darxistina kongirekî niştimanî Sûrî û kongirekî niştimanî kurdî kir û di wê çarçewê de xebata xwe berdewam kir.
Duwem : Li ser Asta Netewî ya Kurdî
Ji roja damezrandina Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê di Çardehê Cehzerana sala 1957an de xebata me herdem ji bo parastina hebûna gelê kurd û nasnameya netewî ya kurdî bû , Û bi dirêjahiya salan ji jiyana xwe ya xebatkarî de partiya me berdewam bû di piştgiriya tekoşîna gelê kurd li Kurdistana Başûr , Bakur, û Rojhilat de , Û di vê derbarê de kedkariyek mezin daye , Herwiha xebatek bê hempa kiriye ji bo pêkanîna peywendiyên du alî bi tevgera Kurdistanî re li ser bingeha rêzgirtina doza netewî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê , Û herdem tekez kiriye ji bo taybetmendiya tevgera rêzaniya kurdî li her perçakî Kurdistanê , Lewre Partiya Pêşverû bi dirêjahiya salan rastî gelek astengiyan hatiye û gelek êş û azar dîtine ji zordariya rêjîma dîktator li ser gelê me û herî zêde hovîtiya wan bi kadir û hevalên me re ji aliyekî ve , û ji ber nezantiya civaka me di wê demê de ji aliyekî din ve , Herwiha di gelek qonaxên xebatê de şerê me hatiye kirin carekê bi behaneya (Markisiya Lênînî), Û carekê jî di bin navnîşana (Berzanî û Berzanîzmê de) , Tevî ku dijminê me bi tundî şerê me dikir , Lê tu carî me ji neyarên gelê xwe re negot Erê û me koletî nepejrand û me miletê xwe danexist bazarên siyasî , Û li hember vê yekê li gor karîn û zanîna xwe Partiya Pêşverû herdem bi hişmendî xebata xwe berdewam kiriye û bi tundî li hember siyasetên tunekirin , pişavtin û dagîrkeriyê rawestiye.
Sêyem : Li ser Asta Kurdistanî
Piştî (64) salan ji xebata partîzanî , Partiya me pabende bi rêbaza xwe ya netewî di piştgîriya Tevgera Rizgarîxwaza Kurdistanê de , Û careke din tekez dike ser rêzgirtina taybetmendiya doza kurdî li Kurdistana Sûriyê.
Hevalên xebatkar , Xwendevanên hêja
Bîranîna (64) saliya damezrandina partiya me li me dibe mêvan û hersê Herêmên me (Efrîn ,
Girê Sipî û Serê kaniyê) hîn di bin agirê dagîrkeriyê de ne , Dewleta Turk bi hemû şiyan û pêkanên xwe berê xwe dide gelê me yê Azadîxwaz û li pêş çavên civaka navdewletî bi direjahiya (58) rojan bi hemû çekên xwe yên giran berdewam bû di topbarankirina bajarê Efrînê de , Li beramberî vê bêtarê Patiya Pêşverû xwedî helwestên wêrek û bîrbir bû li pêş dost û dujminan û bi taybetî şermezarkirin û nebeşdarbûna me di kongireya (Sotşî) de , Herwiha gelek pêşinyar û destpêşxeriyên din hatin kirin wek : Radestkirina Herêma Efrînê ji Dewleta Sûriye re da ku rê li ber dagîrkerên Turk were girtin ji ber ku Herêma Efrînê Herêmeke Kurdî-Sûrî ye , Lê mixabin kes bi hawara me nehat û piştî pêncî û heşt rojan hêzên dagîrkeriya Turk û nandozên ku bi navê artêşa niştimaniya sûrî têne naskirin bi Ayeta (Fetih Elmobîn) û silogana (Elah û Ekber) derbas navenda bajarê Efrînê bûn û dest bi talankirina mal û samanên kurdan kirin.
Di vê rewşa awarte û hestiyar de ya ku di ser welatê me re derbas dibe hêjayî gotinêye ku Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd (2) kongir girîng û çarenûsî(Kongirê Çardemîn û Pazdemîn) li darxistin , Di herdu kongiran de jî biryarin girîng hatin standin.
Bi hatina vê roja dîrokî ez damezrêner û sekreterê partiya me Mamoste Ebdilhemîd Derwîş û hemû pêşengên ku rêya xebatê ji mere vekirine bi bîra xwe tînim û bejina xwe li ber giyanê wan diçimînim.
Herwiha ez germtirîn silav û pîrozbahiyan li hevalên xwe di Nivîsgeha Rêzanî û Komîta Navendî de dikim û vê bîranînê li tevahî gelê xwe pîroz dikim û dibêjim : Erê bajarên me hatine dagîrkirin , Lê bawerî li ciye û hêvî bilindin ji berdewamiya xebatê re da ku gelê me ji dagîrkeriyê rizgar dibe û dighê mafên xwe yên netewî di welatekî Azad û Demoqrat de…
Bijî bîranîna (64) saliya damezrandina P.D.P.K.S
Silav li giyanê Damezrêner û Pakrewanên Partiya Pêşverû, û li hemû Pakrewanên Tevgera Azadîxwaza Kurdistanê
Serkeftin ji doza netewî ya kurdî re
12 / 6 / 2021
Endamê Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…