Danûstandinên sar û sist ti nanî napêjin

 

Sabri Rasoul
Wergerandin: Ebdûlazîz Qasim

Ewlehiya “bi darê zorê” ya li devera Kurdî “Cezîrê” nayê bi wê wateyê ku rewş ber bi aramiyê ve diçe, ji ber ku di rewşa niha de û ji ber nebûna tifaq û yekrêziya kurdî, û rawestandina danûstandinên di navbera her du aliyên kurdî de, û nebûna nîşan û fakterên serxistina wan û bidestxistina yekrêziya pêwîst, dibe ku dever careke din rastî êrîşên çekdarî bibe, ji ber ku têkişandina “DAÎŞ” ya leşkerî li ser erdê nayê bi wateya têkbirina bîr û ramanên wê di xiyala xortên hatine xapandin, ku hîn jî ji aliyê derûnî “psîkolojî” amade ne li ser encamdana kiryarên herî tund û xwînrêj, nemaze di nav ciwanên Ereb de yên ku li ser xewn û xiyala dubarekirina serdema Xelîfe dijîn.

 

“Rêxistina DAÎŞ”, hîn jî “stok û embarek mirovî” ya mezin li ser kîn û jehra selefî û kafirkirinê heye, ku têkbirina yekcarî ya vê “stoka mirovî” ya hatiye paşguhxistin, hevdem ji aliyê rejîmên stemkar û zordar ji bo her hewcedariyekî têne amadekirin, pêdivî bi têkçûna wê li ser hemû astên: psîkolojî, rewşenbîr, siyasî, û hem jî leşkerî heye.
Her çende ku civînên nû di navbera ENK-S û Cîgirê nûnerê Amerîkî David Brownstein û HSD de, geşbînî û xweşiyek peya kir li ser heza Amerîkiyan li ser pêkanîna lihevkirin û rêkkevtineke tevahî, lê hebûna Kadroyên PKK li herêma rojhilatê Firatê dibe astengî li pêş her firsendekê, ji ber ku li gorî dîtina ENK-S ku karûbarên leşkerî û îdarî ji hêla PKK ve têne bi rêvebirin, ku PYD bi tenê pergalek siyasî ye, herwiha ku pabend nabe bi rêkkevtinên xwe bi her alîyekî Kurdî re, her wekî reva wê ya bilez û pênegiriya wê bi Peymana Duhok 2014 ya ku niha bûye “bingehê danûstandinan”.

Tişta ku her firsendeke ji bo çêkirina aramî û aştiyê têk dibe, ew jî ku hercar bûyerek çavnerêkirî diqewime, ku her tiştî wêran dike, û her têgihiştinekî jinav dibe, wekî bûyera kuştina xortê kurd Emîn Îsa Elî birazayê serkirdeyên Kurd Bişar Emîn di bin îşkenceyê de di girtîgeheke PYD de, ku di 28ê hezîrana 2021 de malbata wî ji bo wergirtina termê wî hatibû agahdar kirin.
Vê bûyerê reşatiya xwe avêt li rewşa Kurdî, ENK-S û PYD, dîsa dest bi tawanbarkirina hev li ser bûyera kuştina bi êşkencê kirin, ku tawanek hovane ya siyasî ye, û dirindeyî û hovîtiya encamderên wê nîşan dide, ku berpirsyartiya vê tawanê rasterast dikeve li ser stûyê “Rêveberiya Xweser” ji ber ku kuştin di zindanên wê û di bin kontrola wê û di çarçoveya berpirsiyariya wê ya yasayî de hate pêkanîn, ji ber berpirsariya wê wekî desthilata “De facto” li hember “ewlehî û ewlehiya welatiyan”.

Wisa dixuye ku mercên siyasî xwe li ser kesayetiya mirovê Kurdî zal kiriye, ku di destpêkê de xwe li ser bîr û ramanên wê zal û kontrol kiriye wekî “Intellectual alienation”, ji ber vê yekê ku kesayetiya kurdî serbixweya xwe jidest daye û erkê bikaranîn bîr û ramanên xwe spartiye yên din, û di nav de jiyan û qeder û çarenivîsa welatê xwe spartiye bo kesekî din ku li şûna wî difikire, û bi navê wî biryaran distîne, û pêve wekî “dûvelanik” hatiye girêdan, li ser perawîza jiyanê dijî û êdî bi kêrî tiştekî nayê.

Ev yek bi serê PYD hatiye, ji ber girêdana wê bi partiyek ji derveyî welêt, ku di her tiştî de di bin destê wê de ye heta ji hêla leşkerî ve jî , ku vê Rêxistina Kurdî ti dengê xwe nemaye, û ti hewldanan nake jî ji bo rizgariya xwe ji kontrola hizrî “Intellectual alienation”.

Em dê çi hêviyan ji hemwelatiyekî ne azad û ne xwedan bîr û biryar bikin, dê wê çawa bibe alîkar ji bo danîna rênexşeya qedera xwe û çarenivîsa gelê xwe?

ENK-S, peymanek berfireh ya hevbeş dixweze di warên desthilat, rêvebirin û berevaniyê de li ser bingehê Peymana Duhokê, û têkiliyên xwe bi hêzên Kurdî re wekî rehend û kûrahiyek stratejî dibîne ne wekî dûvlankiya siyasî, hevdem ku “PYNK” bi serokatiya (PYD) jî xwe cuda ji PKK dibînin tevlî girêdana wan bi wê re di mijarên têkilî û parastin û ewlehiya navxweyî de.

Danûstandinên çavrêkirî yên werin wê gelekî  tûj û dijwar bin, ji ber ku nakokî ji vîna siyasî ya her du aliyan kûrtir û bihêztir in, û ew nakokî dibin gef li ser binemayên tevna civakî û aştiya sivîl, û ji bo ku “Av vegere li ser coka xwe”, divê komîteyeke lêpirsînê ya serbixwe û bêalî bi beşdariya nûnerên rêxistinên mafên mirovan were damezrandin, da ku tawanbaran eşkere bike, wan bi rêyên yasayî dadgeh û ceza bikin.

Rojnama Agirî Hejmar 401

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mehmûd Badilî

Pirsa Kurdî li Tirkiyê ne hema wisa dosyayek ewlehiyê ye û qet nabe ku bi awayekî wekî kêferateke çekdarî di navbera dewletê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de were kurtkirin. Ew di bingeha xwe de, pirsa miletekî ye ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî, pirsa hebûn û dîrokê…

Lewend Hisên *

Di dehsalên bûrî de tevgera siyasî ya Kurdî guhertinên bingehîn kirin, ku hem gotar, hem sembol û hem jî armancên sereke. Yek ji hêzên sereke yên ku di vê çarçoveyê de bandor kir, PKK ye. Di dema ku Alaya Kurdistanê, navê Pêşmerge û daxwaza dewleta Kurdî ya serbixwe wek…

ew her dem nakeve sernivîsê, lê di Hûrguliyên têgihîştin û rêyȇn ku ew wan ji sînorên Kurdistana Iraqê wȇde tir dixwaze de amade ye.

Di dema şerên di navbera artêşa Sûriyê û ‘Hêzên Sûriyeya Demokratîk’ de û ya pey re ji kanalên giftȗgo ȗ danûstandinê yên di navbera Serok Ehmed El-Şera û…

Rêxistina Ewropa ya Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûrîya û bi beşdariya malbata xebatkar Xalid Kemal Derwîş, endamê komîta navendî ya Partiya me, heweyî rêzdar vexwendî beşdarbûna yekemîn rêwresmê salvegera koça xuda jê razî
dike, li ser Gora wî li bajarê Hannover,

roja Şemiyê 07.03.2026
Demjimêr 14:00<br data-start="673"...