Yekrêziya kurdî armanca me ye.

M.Emîn Sadûn

Pêwîst e em bidin zanîn, ku îro gelê me di qûnaxeke pir hestiyar û metirsîdar re derbas dibe û ji me tevan tê xwestin, ku em çareyekî ji vê belavbûn û cudahiyê re bibînin û yekrêziya navmala kurdî pêkbînin.
Yekîtî karekê pîroz e û îro bûye xwesteka tevaya gelê me û gel gihaye wê baweriyê ku bê yekrêziya gotar û helwesta kurdî, tevaya destkeftiyên me wê têkbiçin û ev derfeta zêrîn jî wê ji dest me derkeve û dibe ku piştî sed salên dî jî careka dî venegere. Ji ber vê yekê jî, me xwest em tevaya nakokiyên xwe bidin alîyekî û berjewendiyên gelê xwe di vê demê de bidin pêş.

 Wek berpirsyariya li ser milê me û em xwe dibînin nûner û berpirs di ber gelê xwe û kêşeya wî ya rewa de, îro şandek bi serokatiya sekirtêrê partiya me, partiya Rast û bi çend endamên mekteba siyasî ve, seredana baregehê partiya bira kirin. Di civînê de sekirtêrê partiya me ji sekirtêrê partiya bira xwest, ku herdu alî hewil bidin ku encamên parçebûn û cudabûnê ya ku sala borî di partiya me de rûdayî jibîr bikin û rûpeleke nû ji têkilî û danûstandinan re vekin, ku navnîşana wê ya serekî yekrêziya tevgera siyasî be û rêkûpêkirina navmala kurdî be. Ji ber wek me di serî de jî gotî: Em naxwazin bêjin ka kî berpirs û gunehkar bû di ber parçebûna sala borî de, ji ber a giring ji me re yekrêziya kurdî ye û me piştî kongirê xwe, yekrêzî kir dirûşim û silogana kongirê xwe û em ê di ber de jî bê dudilî û rawestan kar bikin. Ji ber wê jî me di karnama xwe de, ev dirûşim kirye di serê karê xwe de û em ê ji dil û can di ber de kar bikin, ta em gelê xwe bigihînin armancên wî. Ev destpêşxeriya me wê destpêkê ji partiyên nêzîkî me dest pêbike û ber bi yên dî ve here. Em bi hêvî ne ku ev seredanên me bibin destpêkeke baş û berketî û em bikaribin dilê miletê xwe jî xweş û geş bikin. Em baş dizanin, Ji derveyî yekîtiyê çareserî nîne û ji bilî wê jî serkeftin zor e, em ê tevî şiyan û pêkarînên xwe bikin di xizmeta yekîtiyî û yekrêziya gelê xwe de. Bijî yekîtiya gelê kurd û her wê yekrêziya navmala kurdî armanca me ya serekî be.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…

Fewaz Ebdê

Min dît

Pezkovî

Bi pênûseke ji qiloçên xwe

û ximaveke ji toza rê

namekê li hewa dinivîse.

Demê xwe di bêrîkeke asîmên de veşartibû

Daran xwe fêrdikirin

çawa bigirîn

bêyî ku yek pelî biweşînin

Ne…

Firyal Hemîd

Berbang bû kitikên demjimêrê di bêdengiya hundir de, bilind dibûn, pêre jî ew ramanên Wek girêkeke xirboqî lihev geryayî, ji hev venedibûn.

Gerek çi bikim?

Her ji xwe dipirsî û pirs jî bê bersiv dima.

Gelo wê veger biryareke rast be?

Zarok bi cih bûne, her…