Gundikê Dono «romaneke çîrokî»

Haştîvan Berkel

Ev pirtûk di sala 1988 de hatîye nivîsîn, gorbihişt M.Baksî di nava 76 rûpeline navîn de nivîsîye, sala 2007 an li Amedê di rêya weşanxaneya LÎS re hatîye weşandin.
Mijara pirtûkê li ser jîyaneke gundîyane û dewreke tevlîhev ya di navbera feodalîzm û kapîtalîzmê û desthilatîya dûkelê û axayan de ye, çîrokek evînî ku bi keser ,zor û sîtemê tê xemilandin û serîhildaneke ramîyarî ku dusê kes pê radibin û hewla hilweşandina sîstema feodal ya li wê deverê dikin, roman bi şêwenivîsa xwe ne kevnar (kilasîk) û ne jî nûjen e, wek gelek romanên kurdî yên berîya salên 2000 hatine nivîsîn ,kesayetên romanê (Aso keçeke gundî ,Bedo xortekî sêwî, evîndarê Asoyê ye, Zibêr aqilmendê êxeye-axa-, Filîto gundîyekî ji gund hatîye derxistin û zavayê Zibêr e, Hecî Zorav xwedîyê gundan yanî axe ye.

 

Bûyer bi piranî di navbera wan kesayetîyan de derbas dibe.
Nivîskar hewl dide ku rengdêrîyê(wesf) têxe nava romanê û heta astekî biçûk bi ser dikeve lê mixabin xwendevên dide hesînê ku ew jî bi şermokîn hatîye hûnandin di nava refên romanê de, tenê di çend cîyan de wusa dike.
Mirov gava dixwîne pê dihese ku roman bi rengekî çîrokî hatîye hûnandin mînak; monolg(gotûbêj û gengeşeya di nav kesayetên romanê de) bi şêweyê çîrokbêjîyê hatîye hûnandin û tenê nivîskar wek çîrokbêj ji xwendevên re distre û vedibêje, wek mînak;

“Faro derbasî holê bû. Cixareyeke ji titûna kawêş pşça. Tilîyên wî dilerizin. Cixare li ser lêvên wî nedisekinî.
Asoyê dêya xwe qepaç kir. Serê xwe danî ser sînga dêya xwe û girîya.
Asoyê got: dadê, qurban dadê… hwd”.

Serbestîya kesayet û lîstikvanên romanê tuneye, hatine dîl kirin ev jî yek ji pirsgirêkên vebêjîya bi şêweya çîrokbêjîyêye, pêwîst bû kesayet xwe bi xwe bi hevdû re bipeyivîyana û gengeşe bikirana, ne li ser zimanê romannivîs lê bervajî li ser zimanê kesayetan dê wusa kesayetên romanê jîndar bibûna û bi xwendevên bidana hesîn ku ew jîndar in û wî ji xwe bîyan nedin xûyakirin.
Dîsa jî nivîskar dizane çawa xwendevên bi xwe ve girêde û ber bi bûyeran ve bikişîne, sazkirina hevokan li gor kurmancîyeke standard hatîye nivîsîn bi zarekî xweş û şêrîn peyv bi peyv li rêzan hatine rêzkirin, evînî, mêrxasî, dilsozî, delkbazî, sixûrî, sîtem, birçîbûn, sirgûnkirin û hwd, nivîskar li ser van stûnan hûnandîye ew jî nimûneyên civakî û rengine ji civak me kurdane ku heta dema îro jî ew tişt dibin ,lewma jî xwendevan xwe ji bûyer dûr nabîne û bervajî bîtir pêde têye girêdan û bengî.
Dawîya bûyeran nivîskar daxwazekê û hêvîyekê bi rengekî şîret dike û diqedîne romana xwe “Kuştina Hecî Zorav û Filîto zû belav bû… Zibêrê Ehmê di bin şikefta Zirqayê de berê xwe da çemê Xerzan û got:
_Ma Xwedêyo tu bi xwe dibînî … Tu şahidê tarîxa me yî. Her tişt malûmê te ye. Em dîsa hatin serê lîstikê… Tarîxa Xerzan, nahêle ku hejmara Filîtoyan zêde bibe. Roja ku ev tişt bê cî, em ê pişta feleka xayîn bişikînin… hwd”.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...