Kesayetiya aferêner

Nizar Yosif

Kesayetiya hunerî ew bi xwe zanistiye, zanîna azahiya karanînê ye, çêkirina karane, karên ku jîrîtî û têgihiştin û dîtin û ramanên dahêner rave dike. Ew kesayetî bi tiştên piçûk ên li dora xwe ve mijûl na be, lê belê ya jêre giring, dîtina cîhana dilnermiya xwe, li ser wan tiştan berz bike, û xwezaya hunerî û spehîtayê bi cih bîne, û li ber çavan dayîne. Aferêner, berhem bi pêşdanê de di de, da ku bi guhdarvan re alîkar be, wî bigihîne cîhana guhêzê, di encam de verêja wî ya nuh, ji rexê civakê û guhdarvanan ve cî bigire, û bêt pejirandin.

 

Bê guman ew kesayetiya delametên avakirina hunerê, di hundire xwe de peyda kirîn, di aliyek yê hunerê re, bi beşek tayet yê wî ve tê naskirin. Weku tê zanîn gelek core yên huner hene, mijara me jî hunerê deng û mûzîkê ye; Huner ê mûzîkê, ji bû biwêjkirina raman û hestên kesên aferênere, ji lêdana giyanê mirov, ji ber nakokiyên dijwar û nerm, û guhertinên di hundirê wî de çê dibin, tête der. Bi pêjna kesayetî, rolên giring têde di lehîzin, nivîskar û helbestvanê Elman Ludwig Tieck* ew tenê “ Mûzîkê wekî raveya herî jor a giyanî ya mirov dibîne”. Jîrîtî û têgihiştin ên mûzîkî hiştin, ku mûzîk bi be yek ji derbirînên herî bi hêz ên hunerê, û hosa jî tête hesibandin. Lewma tê zanîn ku mûzîk zimanê herî xumal yê xwezayê ye, ew ji nava dengên wê, yên ku delamet dayîn jiyanê, derketiye. Dema mûzîk bi peyvê ve tê girtin û honandin, ew encama xweş, dibe berhemek nemir, û tê gotin ew e ya herî aferêner di nava hemî huneran de. Mûzîk wênekêşiya pêjnên giyanê mirovan yên hundire, ew ji çavan ve xuya na be, di guhan re hestan di lêvîne, giyanê kesên di bihîze de di herikîne. Xweseriyekê di aliyê spehîtayî de, di derûniya guhdarvan de datîne. Ji ber vê yekê em dibînin ku aferên ji hunerê mûzîkê yê taybet re tê gotin û li ser tê rawestandin.
Nimûne, hunermend Mihemed Şêxo bi dengê xwe yê mişt hest, û stiranên xwe yên ku janên netewê rave dikin, di guhan re rê digihîne, rehetiyekê di hundirê mirov de çê dike, di derûniyê de li pêşber ciwaniyek birîndar datîne. Bi tevlîbûna hestên herdu rexan- gotin û awaz- û lihevguhertinên pêjndariyê, hiştiye ev hunerê mûzîk û peyvan, hunerê hunermend M.şêxo, li ser nexşeya kurdistanê bi be çiyayek bilind. Ji serê kopê wî çiya yê bilind, stêra dengê qebe, tîrêjên ronahiya xwe nerm li herçar hêlan de dirijîne, xaka birçî û nişteçî bi rewayê giyan di din.
Aferêner dimîne xwedanê resen û bingeh, yê çêbûna verêja afirandî.
Hunerê mûzîkê ( helbest û peyv ) dema dibin cot, aferên hêzeke bê hempa ji estetîkê, navbera derûniya mirov û xwezayê de dihone.
17.04.21

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rabhan Ramadan

Ji dilekî ku kûta bîna xwe diyarî Kurd û Kurdistanê kiriye, û ji lîstika hestên ku tije keser û evîn in, dîwana “Warê Rojê” ya helbestvan mamoste Sîmko Botanî tê; da ku ji me re helbestên ku bi şêwazekî wêjeyî yê bilind, şirîn û helbestkî hatine hûnandin, pêşkêş bike. Ew…

Beşîr Botanî

Çîroka Stiranê

Hunermend Alan Botan, navê wî li nasnamê Şahîn Muhsin Derwîş e. Ew nevyê Egîd Axê û Xemse Bişarê Çeto ye (Egîd û Xemse dêbavên diya wî ne). Ewî sala 1988an li Stockholmê got min:

Min stirana (Min bêriya te kiriye) li ser dapîra xwe Xemsê nivîsî û jê re…

Emel Hesen

Serok û serkêş Pêşmerge ye
Xak û weten Pêşmerge ye
Al û netew Pêşmerge ye
Sûnd û peyman Pêşmerge ye
Berz û bilind Pêşmerge ye

Rêbaza Gel Pêşmerge ye

Şoreş û milet Pêşmerge ye
Ceng û ceper Pêşmerge ye
Eylûl û Golan Pêşmerge ye
Mahabad û Koban Pêşmerge ye
Kurdistana sor Pêşmerge ye

Raperîna Gel…

Ebdilbaqȋ Elȋ

Sûriya ȋro qonaxeke veguhêz ya hestyar derbas dike; qonaxek ku piştî guhertinên siyasî yên mezin û kûr hatîye sazkirin û rastiyeke nû derxistiye holê ku pêdivî ye deriyȇ guftȗgo ȗ diyalogȇ li ser şêwazȇ dewletê û paşeroja saziyên wê were vekirin, ku di serȋ de Encȗmena Gel tê, ku yek…