Çiqas li me tê Mirin!

Besam Mistefa

Li paş asoyên şîn dinihêrim, çendîn kurt û dirêje ev jîna me.

Niha, bêriya ken û girî dikim. Du gav in, tenê du gav in û jiyan destpê dike. Niha, bêriya wî zarokê ku di bin siya dîwarê mala me de, di havîna germa şewatkar de mêraniya xwe ezmûn dikir, dikim.
Li hewşê, dara tûyan hebû. Di bin darê de, kalikê min yê rûboz û xweşik, bi çerxê xwe yê pirteqalî û dirêj çixare ji çixarê vêdixist. Di her hilmekê de, zozanên welatê li paş şîn asoyan raketî, şîntir dibû. Bêrîvanên çavkilkirî di nav dûyê wî de, şîn dihatin.
Em zarok bûn dema ku ew mir. Dotmama min Menîce(kalikê min jêre digot Meno) pora serê xwe anî xwarê. Apê Xelîl ku tucarî nediçû şîniyan, di nîvê odê de-ciyê ku kalikê min lê hatibû dirêjkirin-li qelevîzka rûniştibû û digiriya. Di nav giriyê xwe de digot: Ew henûn bû! Em zarok bûn, me nizanibû mirin çi ye û çima merivên me wisa digirîn. Giriyê me nedihat. Yekî em agahdar kirin û got: Bigirîn! Kalikê we mir!
Beriya kalikê me bimire, bavê wî jî miribû û beriya wî jî kalikê wî. Belê, sîstêma herî rêkûpêk û dirust mirin bû. Mirina ku pişî jiyanê cî digirt, lê ne di nava wê, anjî beriya wê!!
Ji xwere biramin: kalikê min heta mirina xwe jî bêhêvî nebû. Weke gelekên dîtir, ji ber sitema Tirkan piştî şoreşa Şêx Seîd reviyabû hatibû binxetê û li wira bicî bûbû. Baş tê bîra min, dema ew di nava odê de dimeşiya, çixareya wî jî pêre, gavên xwe dijmartin: Gavek na dido na sisê…ta dighîşte dehan. Disekinî, lingê xwe yê rastê heta jê dihat li erdê dixist û digot: Ha li vir kevirek heye, di bin de zêr veşartiye! Bost bi bost, axa welat di bîra wî de bû, qet bê hêvî nedibû. Venegeriya welêt, lê bêhêvî nebû.
Bêhêvîbûn mirin e.
Mirin ne yek e, renge reng e: Yên ku mirî tên dunyayê, yên ku di jiyanê de dimirin, û yên ku piştî jiyanê dimirin! Mirina here biêş û dijwar mirina dil e….mirina azwer, hêvî û baweriyê ye..dûrketina ji heriya pêşîn, têdaçûna di nav hizr û raman û teore û bîrdoziyên cuda-cuda de ye.
Mirin ne ewe mirovek ji xwe re heta hetayê raze! Mirin, jibîrkirina gewherê eslî û pêşin yê mirov e…veşartina hest û nestên mirovî yên xurû û sade ye: Ev çi cil û berg û derman û bihn û derew û fen û xap û hîlebazî ne? Ev çi bajar û hasin û dîwarên bilind û kolan û avahî û ronahî û çemênto ye? Ev çi reng mirin e!? Çi mirî ne li van kolanan digerin?!
Du gav in, tenê du gav û jiyan destpê dike.
Lêbelê, mirin çiqas li me tê! Êdî em hişk dibin ji heriya xwe dûr dikevin..mirin e eva ku em dijîn….
Ka were kalo em çixareyekê bikşînin!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Wergera bo erebî: Dr. Mihemed Ebdo Necarî

Wergera ji erebî bo kurdî: Fewaz Ebdê

Bi lêvegera Dr. Necarî

EZ JINEKE HINDÎ ME

Ez ew kes im ku rêzê li xwezayê digirim.

Ez ew kes im ku bi agir re direqisim.

Ez ew kes…

Hişmend Şêxo

Ev çend salin di bîranîna roja “Zimanê Kurdî” de xebateke hêja ji bo pêşxistina zimên tê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi şanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew jî di…

Merwa birîm

Havîna par têvel û bi min pir xweş bû, rojan e, nexasim li danê êvarê ez di vê kolanê re derbas dibûm, bêhna axa şil ji pêş xaniyan wek refek sêrçe difûriya, jin û keçikên sinêle di talda dîwaran de diciviyan, kalemêrekî piştxûz xwe bi darê zorê li ser kursiyeke…

Komîteya Çalakiyan a Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê

We vedixwîne roja zimanê kurdî :

Rewşa zimanê kurdî li bakurê Kurdistan
Nivîskar: Fettah Timar

Asteng û Aloziyên zimanê kurdî
Nivîskar: Ednan…