Sistbûna mûzîkê di kar anîna ne saz kirî deye

 Rifeet Hacî

Mûzîka kurdî weku hatiye diyarkirin ji bal hinek ronak bîrên rojhelat  ve Ku ji xwe zaya mirovatiyê û bi hevkariya siruşta herêmî . di hêle ku hestekî hunerî bête hunandin, û dibe cûrekî bingehîn ji tevgera milletî di jiyana wîde.

Dê ka em binêrin livî berhemî ji du aliyan ve =
1=aliyê jiyanî û hevbeş bi rewşa van mirovan re .
2=astê wê yê cîhanî  û dengvedan li nav xelkên din de .
Vêce ji xala yekêve =tu millet nînin ku hunera wîya awazgêrî rexekî taybet ji jiyana wî negrê, nexasme milletê kurd wekî mrovekî sazmend dinav gelên roj avade ku hemî kar û rewşên jiyanê di sitrana wîde fermanber dibe.
Vaye ŞIVAN PERWER di bêje=( MIHEMED ARIFÊ CEZÎRÎ )çaxa ku di peyivî di civakêde ,weku çi kesekî gundewarî bû pir normal bû, lê dema dest tavête saza xwe û distrand , dihate encamdan ku ew mirovekî hunermende û hemî belgenamên hunerê wergirtine, û korsên mûzîkê jê dihatin sitandin .
Vêce çespandina mûzîka kurdî hewldan jêre navin , lê hin divin ku di ser pira wê ya resenre bajonin, ango weke DILŞAD M.SE, ÎD di derbara nûjen kirinê de di bêje= Foliklor kevaleke buhamende , lê perwaz kirina wê (ewe nûjenkirin).
Ne her yek û rabê li ser arazu yên xwe pê bi lîzê , ta ku ji ser pira wê peyakin.
Nexasme ji van kilîpên bê çavdêrî ku li ser TV ên kurdî têne bexşkirin.
Dê çawe sitrana (xiftano)tê sitrandin û dîlana (reqiss elşerqî) pêre di kilîp deye,
 Yan sitrana hoy mîr hoy mîr bête sitrandin û lîstika (cîdo a yabanî)
pêre bê kirin,
 Yan sitrana ez çûm kelhê be û hunermend li ber (buruc îvil )be,!!!!! Û weha…
Ji lewra ordîxanê celîl di civatekêde got =
Carekê casimê celîlî bavê min û reşo yê bilûrvan bihevre li bilûrê dixistin , ji nişkave bavê min bilûra xwe ya çîtikî li tiliyên reşo xist û got yê
-reşoooo ev çiye .
–  got = casiko ez neqşa di navre dikim .
 – got = neqşa lê nexe …sitranê jiminre lêxe .
vêce ev dem bûye ku her yek û xwe bi heşikêne şaşa TV yekê de ku di çi
rêve mabê heme bighê , û birengekî weku rêklamekê ji bo pêşangiheke
tirimbêlên nûjen re bike yan ji noveteyeke cilû bergên keçikan re bike
.
divê derheqê de hunermend XELÎL XEMGÎN dibêje heta niha em fedî dikin
heşkere bêjin em hunermendin .
 xala diwem= ji aliyê rêtm û amêrên kurdî û rojhelat ve jî mûzîka
kurdî ya pêşewa tê di herêmêde , bê ku bête rengdan yan fetrûm kirin
bi amêrên roj avayî .
lê nexwe çawe sitrana bêriyê bêjin û dengê bilûrê neyê .. û dibere wîzwîza gîtaran be , yan çawe lavêjek bête gotin bê erbane .. (rêtma wê çike çika caza be) .
lê mixabin bûye weke quretiyekê sitrandina bi amêrên (xerbî) re,û xwedyê sitranê dide diyar kirin ku vaye muzîka xwe ji qaqilkê paşve mayî derxistiye .
lê nizanê ku wî kevne torê xwe hişte sêwî û karê wî tiştek ji hunera seqete û xizmet ji hunera gelêrî re ne kirye .
lê ya seyr .. çawe hunermendekî kurd bi vî ramanî di xebite ûgelek ji hunermendên cîhanê xwazkarê muzîka wî dibin .
vaye hunermendê cîhanî SAMÎ YÛSIF dibêje muzîka kurdî di berztirîn ast
deye li cîhan ji ber ku rêtma wê ya erbanê tevlî çi mûzîkê dibe pêre hemereng dibe û lê dibane, û ji vê yekê jî hunermendê kurd HUSÊN ZEHAWÎ derbaskir hunera xwede bi erbana wîve.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rabhan Ramadan

Piştî ku kurê wê diranên xwe şoştin û çû ser cihê xwe, wê dengê hûrehûra kûçikekî li ber derî bihîst; hûrehûreke ku jê re ne xerîb bû… Wê bi lez derî vekir da ku kûçika xwe bibîne, ya ku berî çend mehan bi kûçikê cîranan ê hov re reviyabû.. Wê…

Hişmend Şêxo

“Şêst û Neh sal xebat li dijî zordariyê”

Di dawiya sala (1956)an de Sê niştiman perwerên kurd (Osman Sebrî , Ebdilhemîd Derwîş û Hemzê Niwêran) yekem rêxistina rêzanî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê bi navê (Partiya Kurdên Demoqratên Sûrî) damezrandin û hêjayî gotinê ye ku rêznama wê ya bingehî bi Zimanê Kurdî bû , û…

Serexoşî bi boneya koçkirina medyakara Kurd Lanaz Kurdo
Di du rojan de, me du medyakarên hêja ji dest dan, doh Helkewt Ezîz, û îro Lanaz Kurdo, em wek Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye bi dilekî pir bi xem û kovan serexoşiyê pêşkêşî malbata Xwedê jê xweş Lanaz dikin, herweha…

Rojnameya Azadiya Me (Azadîya Me) derdikeve holê di kêliyekê de ku bêdengî nema tê ragirtin, û di serdemekê de ku maskeyên civakî û siyasî zêde dibin û qadên rastiyê her ku diçe tengtir dibin. Ev rojname ne tenê bûyereke medyayî ya asayî ye, lê belavokek helwestê ye, destpêkek rêbazê ye, û…