HDKB : HEVBENDI ji bo Yekitiya ewropa armancên û tehlikeyên gef û rêşên Dewleta Tirk deşifre aşkera kirin.

Nunerê Hevbendiya Demokratika Kurdên Bakur , Dr. Musa KAVAL , di rojên  15-16 10.2007 de li Bruxelles birek hevdîtinan li Parlementa Ewropa pêkanîn û  bi taybetî  li ser xalên jêrî xebat  hate kirin :
– Hevbediyê bal kişande ser armancên rasteqîn yên Dewlata tirk û  diyar kir ku Dewleta tirk li behanan digerhe heta pircaran bi xwe behaneyan diafirîne û dikete stuhê PKK. Armanc rastî  ewe ku êrêşê bibe ser Başûrê Kurdistanê û statuyê Kurdistana Federal têk bibet. Lewma Tirkiye îro dora du sed hizar leşker û curên din ji hêzên  teybetî  li ser tuxubên Başûrê Kurdistanê komkirîne.Herwesan humu curên dezgehên cenga (Harb) modern jî bi cihkirîne. Gelo ma beraqlaneye, ma mumkune ku ev qas leşker û hêzên cekdar û melzemê cengê ,  li dijê pênsed yan bêjîn hizar  gêrilîyayên PKK hatibin komkirin li ser van tuxuban !
Armancek din a Dewleta tirk ewe ku Hukmeta Kurdistana Başûr mecbur biket da hêzên Pêşmerge li dijê PKK bi karbîne, şerek dijwar û durûdirêj dinavbera Kurdan de  de bidete çêkirin. Bi vî awayî Tirkiye di xwaze ku kurdan bi hev bite kuştin û tebîetê arêşê (lirizê) bidete guhurandin anku arêşa xwe û PKK bikete ya PKK û ya Kurdên Başûr, herwesan Tirkiyê bi vê yekê dixwaze ku hezên çekdar û ewlekariya Kurdistana Başûr  bi PKK ve bidete meşgulkirin da ku di encamê de, meydan  ji bo teroristên Al-Qaide û yên din vala bimîne da  bikarîn  herêma Kurdistanê jî wekê herêmên din yên îraqê bêistîqra bikin.
– Hevbendiyê herwesan  diyar kir ku eger Dewleta Tirkiye êrêşê bikete ser Kurdistanê, tehlîke heye ku  bê îsîiqrariyek mezin li Rohelata navîn biqewume û  bandurek nerînî li Ewropa jî biket. 
–  Bi milyonan Kurd li her parçeyên Kurdistan û li Ewropa dikarin li dijê vê yekê rawestin  û leşker û muesse û bercewendiyên Tirkiye  protesto bikin. Ev yeke dikare bibe sedemê qetloamên mezin. Vê deme ku  Dinya ji Tikiye dixaze ku cenosîda erminyan nasbike , tehlîke yek ku ew cenosidek nu bike.
Hevbendiyê ji  Yekatiya ewropa , Serokatiya Parlementa Ewropa û ji serkên hemo Grobên siyasî (Muhfzekar, Sosyal demokrat, Liberal, Kesk, Çep) xast ku  hemo  îmkanan heta yên tuntirîn bi kar binîn da nehêlin ku Tirkiye êrêşê bibe ser başûrê Kurdistanê . Herwesan Hevbendiyê ji wan xwast ku li ser Tirkiye zext bikin da  ew pirsak gelê kurd li Tirkiye careser biket û ev çareserî jî  bes bi naskirina mafên gelê kurd mumkun dibe.

Di vê çarçevê Hevbendiyê Nameyek gihande serokatiya desgehên bingeyîn  yên Yektiya Ewropa wek serokatoya Parlementê ewropa , serokê Komisyuna Ewropa, Berpirsyarê Bilind yê Ewlekariya Yekitiya eropa û serokên grobên siyasî li Parlementa ewropa.

Hevbendiya Demokratika Kurdên Bakur.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…