Nivîskar û rewşenbîrê kurd Mihemed Emîn Mihemed zû ji nav me barkir

M.Emîn
Bi dilek şikestî û kovan min nûçeya barkirina te,ji war û warkozên kurdayetiyê, bihîst .
Bi çûna te re, stêrek geş ji esmanê me vemirî,gulek bêhinxweş ji gulîstana me çilmisî, xuncek nûhatî ji dara kurdayetiyê wera
birader, dost, heval û hogirek dilsoz ji nav me koçên xwe yên dawiyê barkir, berê xwe da feleka bexit reş û pişta xwe da oxirê , rêya nehtilvê, çûn û nehatinê.
Min dema ew xebera diltevzîn bihîst, min xwe ne girt,kela girî di gewriya min de ziwa bû .
Pêl bi kela ketin, kel li hev pengehan, li peyî hev qefehan, bi hevgehan û ewrên rondikin şil û bingirtî di naverasta esmanê çavên min de hevgirtin,belediya lêda, birûskan di nav de tevdan û lehîstin .
Hêsûya xortaniya te di nava wan ewran de cihgirt û çû û hat .
Gula xortaniya te di nava şeq û deqên jiyaneka bê hedar û aram de seridî û pel werandin .
Xunaveka gerim ji wan ewrên şil di ser dêmên min de xindirîn.
Rondik barîn, pêre bîranînên te xwe ji kevanên sewdanê min berdan û li ber lehiya rondikan herikîn.ma we heye karê te yê serketî,cihê teyê li pêş,rola te ya serekî û berçav di damezrandina Navenda Celadet Bedirxan de,li Qamişlo,di sala 2001ê de ji bîra min herê, wê dema ku te jî xwest tu cihê xwe di nava gulên buhara Sûriyê de bigirê.
Wek rewşenbîr û nivîskarekê kurd yê pêşeng û jêhatî zevya çanda kurdî bixepêrê,xaka wê ya beyar û stewir bikolê, gulên çilmisî avbidê, bêhneka xweş lidora xwe bibarînê . 
Ew civînên ku te serkêşîya wan bi çelengî dikir .
Bi rastî, hê tê bîra min û di kûrahiya bîranînên min de nimaye û zîldaye.erê tu ji wî cihî re nehatibû helbijartin .
Lê te ew cih girt, ji ber tu cihê rêz û rezamendiyê bû li cem tevaya endamên civata rêveberiya Navendê û ew cih li bejin û bala te dihat.
Te rêveberiya civatên wê bi zîrekî dikir.belê, li ser wî karî û ji ber wan bizav û çalakiyên Navendê yên balkêş,te bi hevalê rêya xwe re, mamosta Merwan Osman re,gelek gef, lêdan û xeber ji destê serokê malbenda ewlekariya siyasî li Qamişlo, dît û xwar.
Te rewşa rewşenbîrî li Rojavayê kurdistanê xweş û geşdikir .
Di vê derbarê de pir simînarên rewşenbîrî û ramankêşî li bajarên kurdî girêdan,karî bi wê singa xwe ya fereh û nêrînên xwe yên dûrnihêr pirên têkiliyan bi rewşenbîr û nivîskarên kurd û Ereb re avabikê,moma wî roj bi roj di nava gelê kurd de geştir dibû, stêra wî di çirisand .Geşbûna moma te,germiya dilê te, giraniya barê te,berpirsiya li ser milê te, birh û fişara li ser singa te,hişt ku tu bergehê jiyana xwe biguharê, naverasta xebata xwe veguhêzê .Te ji nû ve dara jiyana xwe kezaxt,çiqilin kevin birîn, tirhin nû berdan, dar li xwe vegera, ket ber berê xwe, berda û berhemgirt .Lê, bahozeka xurt û malwêran li darê da, dar ji qurim ve rakir,xewin û hêvî tevilhevkirin û tevde bi hev re, li ber wê bahozê ketin û di nava hêviyên beravêtî de wendakirin .
Canê wî yê pak û dilê wî yê çak ji vê dunya şêrîn birî.
Endezyarê dilsoz hê zûbû te ji me gera,bi çûna xwe re,te kulek giran di dilê me de çand,çavên me li dîtina tebû,em bendewarê hatina tebûn.
Lê,dolabê hêviyan çep zivirî,destên me û te jihevbirîn ,di dilê me de hiştin sed birîn.
Gotin li ser te bi dawî nayên û div ê bûyera dilbiwîn de ,em sebir û hedarê ji kes û kar,heval û hogirê xwedê jêrazî re dixwazin û xwe hevpişkê xem û kovana wan dibînin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…