Kurtepistek di guhê berpirsyarê konevan de

Dilê Amûdê

Her milletek bi şêweyekî kar û xebat dike û her wiha jî  pîvanên xwe dike , kar û xebata gellan her dem bi pêş de diçe , yan jî pêdivêye ku pêş ve biçe , gelo ev pêşveçûn wê çawa bête pîvan ?.. û ji hêla kê ve giringe ku were pîvan .

Weku tête nasîn ku rewşenbîr û konevan di nav hemû milletan de serkêşê gellê xwe ne û em milletê Kurd  jî di cîhan de milletekin, her wiha jî rewşenbîr û konevanên meyî jîr û zîrek  hene wek hemû gellê cîhanî , li gel vê nerînê pêdivêye ku konevanên me yên  berpirsyar li vê kurtepistê bi dile û sîngeke fireh û  bi guhekî  dengbihîz , guharbikin .
Her ku temenê jiyana tevgerê pêşde diçe wilo jî temenê jiyna xortan pêşde diçe, herweha jî raman û zaneyariya nifşên tevegerê yê nû .
Eger hûn serkêş û birêvebirên partiyên Kurd  bi vî şêweyê ku ta nuha berdewame ,ev şêweyê zilamtiyê û koletiyê û avêtina zanyaran û rêjibergirtina têgihîştên zanyar  û desthilatdariyê û  sitandina biryarên kesane  û her wiha nakokî û dijberiya we xwe bixwe ,  di baweriya min de wê demek bê ku hûn  tu kesê zana û zanyar ne li dora xwe û ne di tevgera kurdî de, nabînin .
Her dema ku kongireke partiyekê pêk têt, em dibînin nav ew navin, çi sekretêr û çi komîta navend , û yê mayî çiqa jîr û zanyar bin her di cihê xwe de dimînin, çi di komîta herêmê de û çi di di şaxan de ,.. pirsek xwe diyar dike , gelo dayikên kurdan ew nav anîne û westiyane , nema dikarin tu navên dîtir bînin , gelî hevalên berpirsyar :
Rê bidin xortên nûhatî,yên zana , rê bidin zanyarên demê , rê bidin kurdayetiyê  , rê bidin hev û rê bidin xwe . bese ev girêdana bi kursiyê ve, bese nakokî , bese dijîtî , bese koletî, bese zilamtî ,

Gotina dawî :

Eger karê  me wisa berdewam be bawer bikin wê partiyên Kurd biştî demekê bibin bi qasî we endamên komîta navendî .

Rojnameya deng  Hejmar (79)

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...