Hijmara (25-26) ji kovara Hawara Nû derket

 Hijmara nuh ya (25-26)an ji kovara Hawara Nû ya meha Rêbendan û Reşemehê ku ji aliyê Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî her meh li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistana federe derdikeve, kete ber destê xwendevanên xwe de .
Hijmara nuh gelek babet û gotar û lêkolînên cida bi herdû zimanên erebî û kurdî vehewand.Sergotara hijmarê bi navnîşana”Lîstikvanekî sereke ye… lê di peydekirina nakokiyan de” tevî mijarên weke”hevdîtinek bi Selah Bedredîn re”û gotara nivîskar Ronî Alî ” Ronakbîrê Kurd di navbera rol û erkan de” û “veşartina têkçûnên siyasî di riya bikaranîna nijadperestiyê”ya Burhan Xeliyon û “Gelqiriya Ermenan û Kurd”ya Dr.Ismaîl Hessaf.
Di beşê kurdî yê hijmara nuh a (25-26)an  ji Hawara Nû , deqên semînerên heftane yên ku ji aliyê Kombendê ve têne lidarxistin ciyê xwe di kovarê de digirin weke semînerên : Qerenî Qadirî, Ihsan Hemawendî, Zeynilabidîn Zinar û Rêwas Ehmed.Herweha, gotara Selah Bedredîn “Rehendê Kurdistanî yê projeya rojhilata navîn a nû-beşê yekemîn” û” Em taybetmendiyên zimanê xwe binasin ku bikaribin lê xwedî derkevin”ya nivîskar Hesen Husyîn Denîz û ” Civaka Sivîl” ya Ferîq Ebdilrehman û lêkolîna nivîskar Besam Mistefa derbarê”Seyfiyê Şoşî:jiyan, berhem û helbestên wî”tevî rexneyeke wêjeyî ji aliyê nivîskarê genc Kerem Yûsiv ve . Ji bo agahdariyên bêtir :
www.hevgirtin.net

Sergotar

Lîstikvanekî sereke ye ..lê di peydekirina nakokiyan de
 
Di hevpeyivîna xwe ya televêziyonî de bi kenala-ABC-ya amerîkî re, serokê Sûriyê bersiva pirsekê derbarê nêrîna rêjîma wî ji pirsgirêka Iraqî da û wiha got:“gelek lîstikvan di kirîza Iraqê de rol digirin, lê Sûriyê lîstikvana sereke ye”, angu mîratgirê serokatiya Sûriyê mikur dibe ku rêjîma wî para here mezin ji tawan û kiryarên terorîst yên ku rojane li Iraqa belengaz dibin, bi xwe didgire.Di heman demê de, gelek nameyan ji layên pêwendîdar bi karûbarên Iraqê nexasime dewletên yekbûyî yên amerîkayê re dişîne têde amadebûna rêjîma xwe ji girêdana misaweme û hevpeymanan derbarê Iraq û herdû kirîzên filistînî û lubnanî, bê şerm derdibirre, bi şertê ku rêjîma wî ya tepeser were parastinê û têk neçe û mijara dadgeha navneteweyî derbarê tawana destkuştina serok Herîrî were rawestandinê…ta radeya pêşkêşkirina destjêberdanan ji Israilê re di dema gotûbêjan de derheqê zeviyên Sûrî yên dagîrkirî de, tiştê ku di navgînên ragihandinê de di van herdû hefteyên dawî de hate diyarkirinê.
Eger ku niyaza rêjîma Sûrî di warê piştgirtina hewildanên rawestandina  terorê di Iraqê de safî be, hewcehî bi daxuyanî û bi lîstina rola sereke wesfkirin nîn e, lê bi qedexekirina derbasbûna çek û teroristan berev Iraqê ve di riya sûriyê de, û rawestandina gurkirina ragihandinî lidijî hikûmeta lêgal û venasîndana bi makezagona iraqî û federasiyona herêma kurdistanê û proseya siyasiya demoqrata  heyî piştî rûxandina dîktatoriyetê, lê wekî dixuye ku rêjîmê tevlîbûna xwe bi hevbendiya Îranî re çesipandiye û biryara dijminahîkirina rewşa nuh ya Iraqê bê veger daye, û hertiştê hate gotin di dema seredana şandeya fermî bi serokatiya serokkomar û sozên ku hatine birîn bi seredana şêxê teroristan-Haris Darî-re yê ku weke şandeya fermî hate pêşwazîkirin, hatine sekinandinê.
Berjewendiyên tavilê layên ku çarenûsa xwe bi prsoeya guherîna demokratîk di navçeyê de ji Iraqê heta bi Filistîn û Lubnan tevlî Sûriyê girêdane, avakirina eniyeke yekgirtî bermaberî hevbendiya dijayetîker ya ku ji herdû rêjîmên tepeser yên Îran û Sûriyê pêktê tevî komikên islama siyasî yên tundrew, pêwîst dike.Her weha , pêdiviya rêkxistina rêjîmên tolerans yên ziyandîtî ji niyazên hevbendiya behskirî ya ku tovên nakokî û pevçûna mezhebî û nijadperestî di seranserê rojhilata navîn de, dadixe holê.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…

Rabhan Ramadan

Ji dilekî ku kûta bîna xwe diyarî Kurd û Kurdistanê kiriye, û ji lîstika hestên ku tije keser û evîn in, dîwana “Warê Rojê” ya helbestvan mamoste Sîmko Botanî tê; da ku ji me re helbestên ku bi şêwazekî wêjeyî yê bilind, şirîn û helbestkî hatine hûnandin, pêşkêş bike. Ew…

Beşîr Botanî

Çîroka Stiranê

Hunermend Alan Botan, navê wî li nasnamê Şahîn Muhsin Derwîş e. Ew nevyê Egîd Axê û Xemse Bişarê Çeto ye (Egîd û Xemse dêbavên diya wî ne). Ewî sala 1988an li Stockholmê got min:

Min stirana (Min bêriya te kiriye) li ser dapîra xwe Xemsê nivîsî û jê re…

Emel Hesen

Serok û serkêş Pêşmerge ye
Xak û weten Pêşmerge ye
Al û netew Pêşmerge ye
Sûnd û peyman Pêşmerge ye
Berz û bilind Pêşmerge ye

Rêbaza Gel Pêşmerge ye

Şoreş û milet Pêşmerge ye
Ceng û ceper Pêşmerge ye
Eylûl û Golan Pêşmerge ye
Mahabad û Koban Pêşmerge ye
Kurdistana sor Pêşmerge ye

Raperîna Gel…