Li Dêrika Hemko şagirtên fêrbûna zimanê kurdî bawername wergirtin

 

Guropa Dêrikê ya Çanda Kurdî
Di çarçêweya bizav û çalakiyên berdewam di warê hînkirin û fêrbûna zimanê kurdî de û di bin durûşma zimanê me nasnameya me ye.
Di roja 9-3-2007ê de , li bajarê Dêrika Hemko du xulên qûnaxa seretayî yên fêrbûna zimanê kurdî bi dawî hatin.şagirtên herdu xulan bawernamên xwe, ji aliyê Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî ve, wergirtin. berpirsê Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî mamosta Derwêş Dêrwêş û şandê pêre bawername li ser şagirtên derçûyîn belavkirin. Pişt re mamosta Derwêş Derwêş gotinek kurt li ser giringiya zimanê netewî di jîn û jiyana miletan de, ji şagirtên herdu xulan re da xuyakirin û sipasiya mamoste û serperiştkarên van xulan kir û hêviya berdewamî û serketinê ji wan re xwest.
Dûv re serperiştkarê herdu xulan rêzdar Mihemed Emîn sipasiya mamosta Derwêş Derwêş li ser kar û xebatên wî yên berçav di ber geşkirin û rêxweşkirina fêrbûna zimanê kurdî de û daxwaza pêşveçûn û serketinê ji bizav û çalakiyên balkêş yên Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî re, kir û pêwîstiya dabînkirina kewadirên hînkirinê di vê qûnaxê de, anî ziman.
Di peyî re nûnerê Guropa Dêrikê ya Çanda Kurdî mamosta Mehmud Ebdo,gotinên mamosta Derwêş dupatkir û pêwîstiya fêrbûna zimanê kurdî,û xwendin û nivîsandina bi vî zimanî,di vê dema ku zevya çanda kurdî maye stewir û beyar,bilind nerxand,û hestê xwe derbarî vî karê pîroz û berketî,beriz derbirrî.
Dawiyê deriyê dan û standineka vekirî di navbera şagirt û endamên Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî de,vebû, nêrîn,hêvî û daxwazên şagirtan di pêşerojeka geş û xweş de,hatin destnîşankirin.
Hêjayî gotinê ye,ku jimara şagirtan (19) şagirtbûn û jiyê wan di navbera (11 – 32) salan de bûn.waneyên van herdu xulan ji aliyê mamosta Helebça Reşîd ve,dihat amadekirin û dayîn û herweha di bin çavdêrî û serperiştiya rêxistina Dêrikê ya Partiya Demoqrata Kurd li Sûriyê(Alpartî) de,dihat birêvebirin.
Dêrika Hemko 9-3-2007 ê
Guropa Dêrikê ya Çanda Kurdî

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…