Sed sal ji tenahiyê

  Bêkes Têlo

Min şoxûşeng şopand ser TV, bo 80 saliya nivîskar Gabriel Grasya Markîz. Kolombya tev derketibû sikakan, ji gûndan,dibistanan,malan, kes nema ku nahtibû vê şahiye.

Bi kêfxwesşî 80 saliya nivîskar pîrozdikirin bi hêviya tendurstiyek baş  jê re di pesherojê de. Welatek bi tevahî pîrozibahiya vî afiranderê hêja dikirin, bi rûgeşî, biçukan, mezinan, belengaz û dewlemend. pirtûka ‘’ sedsal ji tenahiyê’’ bûye pirtûka pîroz bo gelê kolombya, tevlî ku welatekî ji tengasên abori û narkotîkê  dinale.
Nivîsakar û heblestvan di rûpelê dîrokê de dimînin, nebedî nabin. Gel wan hembêz dike  û diparêze ji ber ku stiriya azadiyêne û rastiyê dibejên û neyêniyên çivakê diyar dikin. Bêgoman ev ser hunermendan teklî dibe jî yên ku ser pirînsîp û helwestan diaxivin. Ka em hinekî li xwe vegerin û taboloya mala xwe meyzekin bê çi  dirû li ba me heye, wek mînak helbestvanê  mezin Cegerxwîn,  jiyana xwe tevî bo pirsa kurdî û bi teybetî bo wêjeya me şev û roj xebat dikir.
Bi zindîtî di rewşeke belengaziyê de bû. Gelê me wî ser guhê xwe avêtibû ta ji nav me çû. Bê xanî bû, mebsata min xaniyek ji du odan bi kirê girtibû.
Dema çû dilovanya xwe, me ji nûve helbestvanê xwe kifşkirin. guh û çavên me bawer nedikirin  ku ji nav me mirovek hefqas ked kirye û bê rawestan bo peyva kurdî biparêze ji êrişên neyaran.
Mînakî din ser hunermendê hêja Mihemed  Şexo ku bi rastî dengbêjê gel e,hêvî û miraqên wî bi awazê xwe ,dengê xwe yê ku hinav û gurçikên mirov tevlehev dixe diyar kir,ta çû dilovaniyê ,gelê me razayî bû. Di baweriya min de heger ev herdû hunermend ji kîjan miletî ba, ewan dê bi rumeteke pir mezin bana,ne kemî G.markîz bana,lê mixabin kêmanyên xwe tim davêjin ser hin din û ev bûye stranek Kevin.
Bêgoman destê neyar têde heye ku gelê me nezan e, nexwende ye, lê li Kolombyayê hijmara nexweda dighe 70% .ev ne sedeme , proplem di me de ye û çareserî di destên me tevan de ye, dezgehên ragihandinê ,partî û komlên me. Lewra ez dê  dilopek rohnî bi vê xabat bidim ber çaven we, ku helebestvanek nûjen wek hêja E .Xemcivîn û hin nerîna xwe ser berhemên wî bêjim, wek rojnemevan û ne bihtir.
Destpêkê xwendevanê hêja, miraqa te bim ser hevpeyvîna ku bi helbestvanê me re ji aliyê malpera
 http://www.cengo.org/montada/showthread.php?t=392
bi zimane erebî hatiye weşandin. Hin bersivên wî  derbarê helbesta nûjen û rola ragahndina kurdî ku hîn dinale ji ne profesînonalizme, bala min kişandin.
Miraqa min kişand ezmûna wî ku tu kes ne şopandiye, rêçka xwe bi xwe û keda xwe vekir.
berhemên wî yên ku hestên xwe têde diyar dike, di  du beşan de wan pêş dikim, yek jê hestyarî(sha3rî),û ya din derbirînî(ta3bîrî). li duv van herdu elementan hêzek mirovahî jê peyda dibe ku berberî bi pêşerojê dike. Di berhemên Xemcivîn de kerwanekî di can de bi baskên hunerê xwe ifade dike bi zimanek nermokî ,raman û boçûnê xwe, xewnên xwe li ser jîne ku bi berdewamî tê guhertin diyar dike û mora xwe di psîxolojiya helbestê de dihêle.
EzMûna wî ya dirêj di derya ristê de hêzek dide rûwê xwe û mirovanî nîşanî me dike,xwedî mijarên çûda-çûda û namên çivakî û psixolojî û bi giştî hestên mirovan bi sîya rîyaletê û fantazyan. Berhemên wî dagirtîne bi tabloyên xwedi livandin, reng û ronahî.
Armanca wî rist bû daku li deryê dilên evindarên helbestê bixe Û nerîna xwe  di hundirê kûrahiya mirov, rabûn û runiştina wî bide xwiya kirin di rewşên cuda  ji jiyana me: êş, keder,hevaltî,evîn, yarê.
Derketina wî ji kevneşopiya helbesta kurdî li ba wî bi şêwakî bi teybetiye û hin zagon ji xwe re daniye. Afrandinek azad xwedî mijar ji xwere rê vekir.
Xeyala wî wek hespê bazdayî. Li milê wî hêvî û xweşiya mirove. Kaniya hundirê wî dewlemend e û armancekê bo xwe ava dike û ev diyar dibe  ji ezmuna wî ku mora kesatiya xwe lêdaye. Bêgoman di hevpeyvîna xwe bi malpera cengo re dest danî ser birîna me ku ragihandina kurdî bûye bo wan kesên şelav kesatîperest. Berpirsyariyek mezine bo em huner û wêjeya xwe bighînin qonaxekî bilind. Di dawî de hêviya me ew e ku helbestvanê me bi serkeve ,çawa ta nuha bi serketiye.

Bêkes Têlo
Rojnamevan

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…

Rabhan Ramadan

Ji dilekî ku kûta bîna xwe diyarî Kurd û Kurdistanê kiriye, û ji lîstika hestên ku tije keser û evîn in, dîwana “Warê Rojê” ya helbestvan mamoste Sîmko Botanî tê; da ku ji me re helbestên ku bi şêwazekî wêjeyî yê bilind, şirîn û helbestkî hatine hûnandin, pêşkêş bike. Ew…

Beşîr Botanî

Çîroka Stiranê

Hunermend Alan Botan, navê wî li nasnamê Şahîn Muhsin Derwîş e. Ew nevyê Egîd Axê û Xemse Bişarê Çeto ye (Egîd û Xemse dêbavên diya wî ne). Ewî sala 1988an li Stockholmê got min:

Min stirana (Min bêriya te kiriye) li ser dapîra xwe Xemsê nivîsî û jê re…

Emel Hesen

Serok û serkêş Pêşmerge ye
Xak û weten Pêşmerge ye
Al û netew Pêşmerge ye
Sûnd û peyman Pêşmerge ye
Berz û bilind Pêşmerge ye

Rêbaza Gel Pêşmerge ye

Şoreş û milet Pêşmerge ye
Ceng û ceper Pêşmerge ye
Eylûl û Golan Pêşmerge ye
Mahabad û Koban Pêşmerge ye
Kurdistana sor Pêşmerge ye

Raperîna Gel…