Emmo Hemed mijûl dibe

Zinar Mistefa

 (1) Tank ji balafirê Qewîntire  !
Li ser dengekî bilind,  Şiyar derbas bûbû oda hemşerîyên xwe de. Hingê, Civat li wir gihabû hev.  Çiku; du şagirtiyên nû ji Sûrî gihabûn bajarê (A), qene xwendina xwe li zanîngehên Sovyetî bidomînin.
Yekî ji mêhvanên nuh, bi qurretî digot: Ne hewceye ku hun bikin serê min de, balafir ji tankê ne qewîntir e. Ev karê Min bû;  çar salan, eskeriya xwe, min li ser tankekê qedandin. Li cenga  (Oktoberê), di sala 1973 an de, me bi dihan ji top û tankên
(Israîliyan) li qada şêr felişandin.  Wilo jî;  me bi fûzeyên xwe balafirên wan tanîne xwar . Delalên Min! tank bûka herbê ye. Ma balafir hamberî wê li erdê çi dikare bike?!.
“Belê.. belê, gotina teye birayê Hemed, tank ji balafirê Qewîntire”, yê meezûmvan xwest gotinê bibire. Xort di bîn lêvan re beşişîn, lê îde kesî hew pêre dirêj kir.
Şiyar di dilê xwe de digot:” wele bavo, xwendin ji vî qerte-eskerî kêm mabû?!”
– Tu rengê Xwendevanan li Hemed ne diket, û roniya jîrbûnê jî di   çavên wî de nebû. Vêce, ku çakêt û pantiron ne lê bana, mirovê Gotibane: “ew ji sed salê 19 an ve fiştiqiye vî zemanî”.
Hemd digot : Ez bîst û heft salî me, lê qermîçonkên di riwê wî de, û pora wî ya sivik, çil sal temen didanêde. Ji lewra, xortan digotnê de: “Emmo Hemed”
-Emmo Hemed =Mamê Hemed .   
  
 (2) Bi keyfa xwe tefsîr bikin

Sala Pêşî , Hemed xwendina xwe bi qûnxişkê xilas kir , lê nefêrbû zimanê Rûsî, û ne tiştek ji xwere girt. Vêce, ew bû belak û kete di sukra  sovyetan de. Ji ber ku; hê pênc sal xwendina Mihandiziyê li pêşiyê ma bûn. Lê ne xema mêrik bû. Her wî digot : pênc sal ne tiştekin bavo ! Xudê teala wê biqedîne.                       
Sala dîtir , di heyva eylûnê de , dîse şagirtiyên nû hatin xwendinê . Hemed çû xwe li ser serên wan kire Mamoste . Rojên pêşî,  zaro pê hatin xapandin . Lê paşiyê, ew taze naskirin . Ji lewra , xortekî nû ji Şiyar pirsî . Go: Yaho !  Ev Hemed tiştekî ji Rûsî nizane ?!
Çawa nizane ?  Şiyar xwe ji qestî xaşo-maşo kir .
Şagirtiyê nû lê vegerand . Go : Gava em dibêjinê : wergera ku tu dikî û tiştê di ferhengê de dûrî hevin. Hemed  dibêje:” Xemnîne , hemû weke heve , vêce hûn bi keyfa xwe tefsîr bikinê!”
 
 (3) Kereke , wê xwe bigre  !

Ji aliyê qîzikan ve, Hemed nejêhatî bû, û tu dostikên wî jî nehbûn. Ji lewra, Şiyar rabû gotiyê: Heyran! Ka em havaleke te bibînin.
Hemed weke yekî ku xwe bixeyidîne, go: na bavo, tu çi dibêjî?!
Qey ne şerme ji yekî weke min re, ku dergistiya xwe bixapîne?
( Dergistiya Hemed li Sûrî li hêviya wî bû)
Bi şik, Şiyar jê pirsî. Go: Gelo, ma wê hê pênc salên dîtir xwe li benda te bigre ?
“Kereke, wê xwe bigre!”, Hemed wesa bi awakî ji xwe razî lê vegerand.
“Şerme ji te re lawo! Ma ev gotine tu di heqê keçikê de dibêjî?”.  Şiyar weke gazinekî lê kir.
Hemed rabû bi zirt lê vegernd. Go: “Ew mecbûre ku bisekine..ew mecbûre, lê nexwe ma çi?!.

( 4 )  Ev gol bi du golaye

Leyistik germ bûbû, loma jî, çavên temaşevanan di wan saniyên girîng de, mabûn li ser ekrana televizyonê – yek bi sifir ( 1 – 0 ) team* a (Keneda) li pêşiya  team a( Sovyet) bû, di leyistika ( hokê ) li ser qeşayê de.” De canê mino …  De, ka hûn golekê naynin”. Wesa yekî Ji xortan dibakir Hokevanên navdar:” Mîxayîlov – Petrov – Xarlamov”. Ji êrîşeke berûvajîve , piştî ku qursika hokê, ji ber kaşo yê hokevanê (Kenedî) ve firî golê de , (Sovyetan) gola xwe ya wekehevî anîn. Temaşevanên di odê de, bi yek dengî bakirin: Goool …. eva yek bi yekê.
Hemed go: Dido ..Dido, dido bi yekî ye. Ev gol bi du golaye, ji ber ku; leyîstikvanê (Kenedî) gol li xwe bire der.
Şiyar rabû bi qehir lê vegerand. Go:  De here looo, maxwene ev jî bû weke meseleta tank û balefirê?. Yek bi yekê ye,  û tu bi xwe tiştekî  ji hokê fêhim nakî!

( 5 ) Emmo Hemed mijûl dibe
yan:  yixtiyar tu hatî Sovyet !

Êvar bû, gava Şiyar û hevala xwe ya (Rûsî) ji mala şagirtiyan – avayiya ku şagirtî têde dijîn – derketin. Hingê, Hemed li bir dergihê Avayiyê darî wan xortên ku bi gokê dileyîstin dikir.
– Merheba ji te re Emmo Hemed. Tu çi dikî li vir?
Şiyar silav lê kir.
Hemed, silava xwe veda, û weke her car got:
– Em ji xwe re mijûl dibin. Ma emê çi bikin ? “
– Ev çi tebaye?
Qîzika Rûsî ji (Şiyar) pirsî.
-“Evv ? Ev Emmo Hemed e , ew jî, ji Sûrîye”.
Şiyar bersiva wê da .
– “Tu dizanî ku ev ê Han, ji seet sisyê piştî nîvro ve, wesa şipiya, li vê derê sekiniye!”.
Matmayî keçkê jê re got.
 -“Ma ti ji kû dizanî ?”
 Şiyar, devê wî li ken, ji keçike pirsî.
 – “Qey te ji bîrkir?, ne îro du caran, min pirsa te  kiribû. Vêce hingê, ew halo şipya, li vî cihî bi xwe sekinîbû.”
Keçika Rûsî li (Şiyar) vegerand.
– Tu ne şaşî hevala delal. Ev rêzika han, ne biyaniye ser Emmo Hemed. Ne bi seetan, lê belê Bi rojan, ew dikare halo mijûl bibe. Ne ji minê, û ne ji te yê, ewî ha ji bayê felekê jî nîne. Her dem bettale, bi xudê, ew tu xwendinê jî nake.
Şiyar wesa ji keçikê re behsa (Hemed) kir.
Ya (Rûsî ), ji kinarê xwe ve, jê pirsî. Go:
– Ma wilo dibe?!.
  Şiyar got yê:
– Ji Emmo Hemed re diqede. Wê roja ha, profêsorê (Fîzîka )li ber hevalan gotibûyê: Tu tiştekî ji fîzîka fêhim nakî. Ez îde nizanim çi bi te bikim?!. ku berdim te?,  wê bibêjin: Sovyetan yekî feqîr qewirandin. De here babo here emrê min ji rebbê banî re- ji ber temen ê te yê mezin, ezê Imtîhanê bi te dim.Wa (Hemed)!, tu yixtiyar hatî Sovyet. Yixtiyar tu hatî.. bavê min!.

( 6 )  Xudê Bike kurê Min, tu her sal du sefan derxînî

Sê sal çûn, bêyî ku Hemed serekî jî bide dê û bavên Xwe li Sûrî. Xudê giravî, mêrik ewqasî ne ewle bû li ( Saloxgerî ) ku izna vegerê bidyêde. Ji lewra jî, nûçe ji ehil û mirovan bi rêya name û hevalên ku ji welêt dihatin, digihanêde. Lê vêce, di Tebaxa sala 1977an de, kasêtek ku dengê (Dadê) têde nivîsandîbû, gihayêde.  Ew (havalê) ku bi Hemed re di odê de, ji Şiyar pirsî:
– Ka tu bi ser me de nehatî ? Qey tu naxwazî dengê Pîrê bibhîzî?
– Çawa ez naxwazim? Belê Wele, bila bêhna welêt li min jî bixe.
Şiyar bi henek lê vegerand.
Herdu xortan dane dora hev, û berê xwe dane odê nik Hemed. Li hindirû, silav lê kirin, û rehet.. rehet ser textê vala rûniştin.
-Ka Emmo Hemed, heram bê, te dengê (Dadê) Ji min re ne danî ser?
Şiyar weke gazinekî lê kir.
Hemed go:
– O o o h …. De dev ji me biqere l o o o, tiştek tê de nîne.
-Belê .. belê duayê Pîrê tê de heye. De deyne ser …  De deyne.
Hevalê wî  yê di odê de, lê jidand.
Hemed ( Recorder ) gerand. Vêce, dengê giriyê (Pîrê) kete guhê haziran de. Ewê gelekî bêriya kurê xwe yê  piçûk kiribû ( tevde du kurê Pîrê hebûn). Pîrê ditirseha bimre beriya ku Hemed ê xwe careke dîtir bibîne. Vecê, wê hewara xwe digihande Xudê Teala, ku kurê Wê bisitirîne,û hefza wî ji qeza û belan bike. Herwesa, wê digot:
– Rebbî kurê min: “tu her sal du sefan derxînî, qene tu zû vegerî cem min û bavê xwe yê pîr, ne me gelekî bêriya te kiriye. “
Şiyar rabû dilê wî xweşkir, û bi henek jê pirsî, û go:
– Erê welehî dadê gelekî bêriya te kiriye. Lê îsal, tê meseleta wan herdu sefan çawa çareser bikî?
Hemed di ber xwe de beşişî û got:
– De rebenê yixtiyare looo, û tiştekî ji xwendinê nizane.

 ( 7 )  Me esker xwar !!

Tiştek nedima, ku Hemed bêhvila xwe ne kiriba       di nav de. Di her tevdankê de, pareke wî dehbelorî hebû. Vêce êvarekê ji êvaran, Hemed xwest şensê xwe di Setrencê de biceribîne. Rabû, leh-leh li yekî ji xortan kir, ku pêre bi Setrencê bileyîze. Camêro jê pirsî. Go:
– Emmo  Hemed! tu û settrencê?! Lê xemnîne, ez dilê te nahêlim. De ka .. ka, ji min re kevirên xwe rêzbike. Herdiwan dest bi leyîstikê kirin, xorto zane bû, ji lewra, ew zû bi pêş ve çû, û derfet li Hemed teng kir.
Zarwên hawîrdor gotnê:
— Ev çiye Emmo Hemed?, tu zû revî bavo?!
-Na.. na, xemnîne. Ka hûn bêhna xwe li min fereh bikin, ezê niha tora bênim serê wî .
Lê ew gotinên Hemed, mane gotin. Ewî tiştek ne kir. Berûvajî; xorto nezma wî girt – wezîr û hespekî wî kuştin. Hamberî wê xisarê; firsendek ji Hemed re hat, ku fîl, yan jî eskerkî xorto bikuje. Zarwan bakirnê:
-Yella Emmo Hemed .. yella Emmo Hemed. De heryê. De Fîl  bikuje. De bixwe.
Lê vêce, şûna ku Hemed wî fîlê tirtire bibe, çû xwe  avête ser wî eskerê reben û got:
– Me esker xwar!!
Pirqênî bi xortan ket. Ma îde kî karîbû devê Xwe ji kena bigre.
Şiyar gotyê:
– Eferim ji tere Emmo Hemed .. eferim! Yan weke te Sertrencvan, Yan na?. Ev leyîstika ku te kir, kesekî ji beriya te ne kir !.

 ( 8 ) ” Gogol” bi erebî nîne.

“Kurrrrro   ….!!    va (Gur¹) hat ” ji nişkave, Şiyar bakire hevalê Xwe (Ebû Hedîd), yê ku li belkonê firavîn li kuç dikir, û di cih de jî; dest avête pirtûka Gogol: ””””””””Soraxvanê Giştî”, û xwe pê miştixuland.
– Gur û van deran?!. Qey wî şopa xwe winda kiriye?.
Bi tinaz, (Ebû Hedîd) lê vegerand.
– Ma qey te bihîstiye ku Hemed, rojekê ji rojan, rêya ûrê xwe winda kiribe ?!. Va ye, wê ji korîdorê ve bi ser me de tê. Hê Şiyar wilo diştexilî, Hemed ji  deriyê vekirî ve derbas bû odê de.
– “Esselamû eleykom”
Hemed silaveke li ser piyan kir, û bi ser belkonê de çû. Qederê deqîqekê li wir ma. Dûvre, hat raserî Şiyar rawesteha, û pirsî:
– Ka ew çi pirtûke di nav destên de?
– Ev?, Ev çîrokên “Gogol”² in,
Şiyar bersiva wî da “
-“Gogol” kiye?!
Matmayî Hemed jê pirsî.
-“Gogol” ? qey hê ti wî nasnakî?!. Ew jî, nivîskarekî (Rûsîyî) navdare, ji sed salê 19an ve.
Şiyar wesa “Gogol” pê de naskirin.
– Em “Gogol” nasnakin. Ka ti wê pirtûkê bide min. Bi kotekî, wî pirtûk ji nav destên Şiyar kişkişand. nav û nîşana wê ne bi timamî xwend û got:
– Heh, vaye. Navê wî   ” nîkolay” e.
Wesa ji xwe razî, Hemed gote şiyar.
– Xeberê Emmo Hemed e. ” Gogol” bi erebî nîne. Li nik me “Nîkolay” navdar e. Wilo (Ebû Hedîd) hişt ku Hemed bêhtir bizirtike, û ji ya xwe newe xwar.
Neyse, Gur( yanî Hemed ), ne ji ber wê yekê hatibû. Firavîn
hazir bû, û ewî xwar, heta ku binê lalîkê jî alîst. 

 ( 9 )   Emmo Hemed qulipt.

Çawa Hemed pesnê Xwe di eskeriyê de diveda, wilo jî; wî bi qurretî behsa kar û xebata xwe di Partiya Komûnîst a Sûrî de dikir. Her û herî wî digot:
– Ez Komûnîstekî Internasionalîstim. Ji lewra jî: Ezê herdem, dijê (netewe-perestan) di hindirwê Partiyê de rawestim.
( ji kongrêya çaran ve, ya ku di sala 1974 an de hatibû girêdan, cudabûn ketibû nava Partiyê de. Alîyek jê: Ya Sikritêr ê giştî  yê patiyê(yê kosmopolît)  “Xalid Begdaş” bû. Şiyar û Hemed ji vê berekê bûn . Alîyê dîtir, ya cîgirê Sikritêrê giştî yê patiyê (yê netewe perest) “Ûsiv Feysel” bû.
Bi rastî jî , Hemed çend salekî, li ser ya xwe ma. Lê vêce,  çûna wî ya (Moskova), di sala 1979 an de, her tişt tevlîhevkir.  Di encamê de, xebatkarê Internasyonalîst ji bereka ” Begdêş” çû giha bereka “Feysel”.
Hevalan digotin: Ev çi hatiye serê zilamê me, ta ku wilo bêserî çû wî milî ?!.
Şiyar rabû kete binde, da bizanibe sedema guhertina wî ya rastekî çiye? .
Ewilkarkê, Hemed xwe virde-wêde da . Lê dûvre, mikur hat ku: birayê  wî yê mezin, di namekê de, ew şîretkirbû ; ku rastî bi havalê “Faysel” re ye. Ji lewra, divîbû ku Hemed kirasê xwe biguhere.
Şiyar bi ken lahewlilwela xwe anî û got:
– Hema wilo te pozisiya xwe di (Hizbê) de guhert!. Min digo qey tiştne nû qewimîne?. Qet ne li bîra min bû; ku namekî ti wesa totlanî hev kirî ?!.
Hemed hêncet-mêncetne dî kirin , lê Şiyar îde guh nedayê de.
Ev bû çîroka Emmo Hemed. Di sala 1980 yî  de, piştî ku şeş salên xwe qedandin, wî Dîploma Endeziyariyê Sitand û vegerha welatê Xwe.

————————

¹ – Hemed bi navê “Gur” jî dihate naskirin: ji ber ku; ew mirovekî kunj û çillek bû . Vêce, gava ku  ew birçî dibû ,wî weke gurekî har êrîş dikir ser odekekê Ji odeyên hevalan, qene ji xwe re firavînekê, an şîveke belaş qizinc bike

² – “Gogol” : navê nivîskarê Rûsî yê navdar bi kurtiye . Nav û nîşana wî bi timamî ; “Nîkolay Gogol”e

 * Gotina team, me ji zimanê Ingilîzî standiye 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…