Kurdno mizgîn li we ,bi lîlînin, Tirkno win ji Jehrê bixwin û bi nalînin!!!!!!

Y. Sabri Qamişloki

Raste kû berê ji pêşiya gotiya “Giya di bin kevira de namînê”, û dibê Av ji mîna berê vegerê cihê xwe go  jê di  herikî.
Sed mixabin, go zordayrî, qirkirin û talanên dem dirêj kû feleka bêbext û xayin bi serê mede anîbun
em ji her Jiyaneke xweş û Şêrîn bê parkirin, em bûna qûrbaniyên cîhaneke bê wijdan û Rojhilateke Navîn bê bext û bê însaf .Bera her kes bizanibê, kû ti qiwet li vê Jyanê nikarê navê Kurdistan û Gelê Kurd winda bike, ti Hêz ji nikarê me ji hev dûr bikê, ne ba danîna Sînorên bi zorê, ne ji bi candina Bomban û zêdebûna Zervanan, şahidê vê ji, daxwiyaniyên Serokên Rêxistin û Partiyên me,Berpisiyar û Nûnerên Gelê me li  her quncikeke Cihan û Kurdistanê ji Amed bigre heta Qamişlo û derbasi Mihabad, Hewlêr, Silêmani û Batman bibe, tev bi helwesteka Netwî banga yekitiya kurda dikin, gefên dijwar li dijmin û dagirkerên Xaka  welatan me dikin.
 Bi teyibetî ji di van her şeş mehên dawî de, nêzîkbûna Gelê me li her çar Parçan zêdetir dibê, kû Serokê DTP (Partiya Civaka Demokratik) di 04.02.2006 li ahenga liqê Istenbolê, bi zimaneki tûj û mêranî êrîşi Dewileta Tirki kir û got “” Eger hûn mihawele bikin tirkmanan weki karteki li gel Kurda bikar binîn, emê li himber we rawestin “”www.netkurd.org/kaxiz.asp.
Her wiha,  ji aliyê di  ji, Wezîrê Rewişenbirî yê Herêma Kurdistana Federal bi rêz FELEKEDIN KAKAYI  di hevpeyivînekê de li gel Rojnameya Mîdiya di 30.01.2007 di hijmara 275 dabû xwiyakirin, kû Abdullah Qcelan Zindanekî Siyasiya û pirsgireka wî pisgîrêka hemû Gelê kurda, û dibê em hemû ci hikûmet ci Rewişenbîr ci Rêxistin dibê em kar bikin, ji bo Azadiya Ocelan.
Gavên netwî û welatparêzi ji bo yekîtiya Kurda roj bi roj zêdetir bûn, mîna rêzdar HILMI AYIDUGDU serrokê partiya Civaka Demokratîk yê şaxê Amedê, dema di ragihandineke de 22.02.2007 bo Rojnema Tirki “Miliyet” Got: Her êrîşek li ser Kerkûkê êrîşeke li ser Diyarbekirê, û Bajarê Kerkûk ji bo her Kurdeki giringa û di 23.02.2007 ji bo van gotinan hate bicavkirin”www.peyamner.com/print.aspx”
Ji  xwe jî nema  pir  pêwîsta kû em gefên Serokê Kurdistanê rêzdar Mesûd Berzanî bînin ser ziman, ew bi mêranî û serfirazî Daxwaza Dewileteka Kurdistan dike, û her demê ew bersiva Tirka û dijminên Kurda dikê, wî di hevpeyîvîna xwe ya de ya li gel Kenala Tirki NTV de beri heftîkê, bi ferhî dabû xwiyakirin, kû em şerê PKK nakin, û Kerkuk Dilê Kurdistanê ya, û Dewileteka Kurdi Rastiyeka.
Wekî me hemiya di capemeniya de xwend, ji bo gotinên Serokê Kurdistan, pir Ziman dirêjî û bê exlaqi ji aliyê pir nijadperestên Tirka ve hate xwiyakirin, mîna Serokê ANAPê  ERKAN MUMCU.
Dibê her kes bi zanibê em miletekin, ti hêz nema dikarê zordariyê li me bikê, em ber bi avakirina Dewiletekê de dicin, em bûna hêzek di vê herêmê de, karê avakirin û xerakirnê, karê aştî û şer bi me diqedê, lê ne emin, xwînmij, zikreş û şerxwazin, lê em nema mîna berê ji bindestiyê qebûl dikin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…