Piştî (29) salan ji neyartiyê dil lihev vegeran û hev himbêzkirin

Welatê me – Dêrika Hemko -Teqil Beqil

Li dûv bizav û hewildanên bêrawestan yên ku ji aliyê xêrxwaz û dilpakên deverê ve dihatin kirin .îro karê wan camêran bergirt û du binemalên kurd, binemala Behrem ji hoza Xêrikan li gundê Teqil Beqil û binemala Bapîr ji hoza Ermedelan li gundê Girkendal,ber biheveçûn û lihevhatin .
li roja 31 /3/2007 ê, bi berheviya serkêşê binemala Behrem Ibrahîm Fetah û serkêşê binemala Bapîr Ebdî Yosiv Bapîr,û haziriya mirovên herdu binemalan , rîsipî,serkêş û mezinên hozên Dêrikê, kesatiyên navdar û xelkên navçeyê  ji kurd,Ereb û xiristiyan, û herweha şandên partiyên siyasî yên kurdî û Erebî, saziyên civakî û rewşenbîrî,zanayên ola misilman û xeristiyan,rêveberê navçeya Dêrikê,serokên hêzên ewlekariyê yên navçeya Dêrikê,li ser daxwaza desteya çavdêr û xêrxwaz ya çareserkirina vê arîşeya xwîndarî, li gundê Teqil Beqil kombûn û daxuyanîkirina lihevhatina di nav bera herdu binemalan de, hate ragihandin .
Di rê û rismên lihevhatinê de, (8) konên mezin hatibûn vegirtin û çend gotin bi vê helkeftinê hatin pêşkêşkirin.
Destpêkê serwerê malbata Behrem xêrhatina mêvanan kir û kêfxweşiya xwe da xuyakirin.di peyî re şex Ednan Ibrahîm Heqî xêrhatina mêvanan dubare kir û  ev roj wek cejneka pîroz û mezin binavkir,kêfxweşî û dilgeşiya xwe jî da xuyakirin: ku kesên baweriya wan bi xwedê hebê ew birayên hevin û ev karên bi vî rengî dilê mirovan xweş dikin û herweha li cem xwedê jî cihê razîbûnê ye,û hêvî kir ku bergehê van karên pak berferehtir bibê .
di peyî re keşe Şimun bi navê civata Milî ya xiristiyan li Dêrikê  sipasiya herdu binemalan û her kesê ku  beşdarî di çareserkirina vê  arîşeyê  de kirî , kir û bal ber giringiya têkiliyên baş di navbera  pêkhatiyên navçeyê de da,û ewî jî ev roj wek rojeka mezin û ciwan nerxand.
Paşî Şêx Hewas Cidêe bi nûneratiya benemala Barem, ji aliyê xweve jî xêrhatin bi tevaya amadebûwan kir û sipasiya wan kir.
Li dawî Seîdê Nayifê Paşê, tevaya kesên amadebûyî vexwandin li ser nan xwarinê li nik malbata Ûsivê Babîr li gundê Siwêdiyê, roja şemiyê, rêkeftî 7/4/2007.
Pişt re xwarin hate rastkirin.
camêrên xêrxaz yên ku ev arîşeya xwîndarî li peyî ked û karên wan hate çareserkirin ev bûn :
-Seîdê EbdulEzîzê Nayîfê Paşê ji serwerên hoza Mîran
-mamosta Sebahê Hecî Elî ji serwerên hoza Xêrikan
-Eliyê Fetehê Feyad ji xortên çeleng di nav hoza Xêrikan de
Ev arîşeya xwîndarî di sala 1978 ê, li gundê  Girkendal di nav bera herdu malbatan de, rûda.
hêjayî gotinê ye ku ev arîşeya xwîndarî ji mezintirîn û metirsîntirîn pirsgirêk û arîşeyeyên xwîndarî li devera Dêrika Hemko, di hate hijmartin. eve ew jî bi keda wan xêrxwazan pêkhat, piştî demeka ne dirêj ji lihevhatina di navbera malbata Mistê û malbata Çeto de li roja 28 / 10  /    2006 ê, hatî kirin , ev yeke wê didê xuyakirin ku hest û vîna dilê çalakvan û xemxwarên avkirina jîngeh û civakeka geş û aram ser di kevê û karîn bizaveka baş di vî warî de bikin û berhemin ciwan bi dest ve bînin,ew ked û berhem cihê dilxweşî û rezamendiya miletê kurde û tevaya dost û piştgirên vî miletî jî pê serbilind dibin.
Dawiyê em jî bi navê karmend,nivîskar û xwendevanên Malpera Welatê me  sipasiya rîsipî û serkêşên herdu binemala dikin û sipasiyeka gerim ji wan xêrxwaz û xemxwaran re jî rêdikin û van bizav û çalakiyên pîroz bi dilek xweş werdigirin, bi canekê sivik himbêzdikin û bi karekê berketî dinerxînin.

Têbînî
:roja şemiyê rêkeftî  7 / 4 / 2007 ê,wê mêvan li rex binemala Bapîr li gundê Siwêdiya Mehme Eliya kombibin,seet (12:00) ser dema Qamîşlo wê sifrên xwarinê werin rastkirin.  
 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Ez bi tenê rawestiyame,

Çemek ji ramanan,

Wêneyên ji sîberê di nav tevnê de,

Vedeng bêhingivtin.

Deng bi çirpekî xwe dişêlînin,

Henaseyek ji nostaljiyê,

Ronahîyek dişkê,

Xeyalên hilweşiyayî.

Bazin dizivirin,

lîstika demê,

dilopek dibare,

deng belav dibin.

Ta…

بێوارحسێن زێباری، هه‌ولێر

ئه‌گه‌ر ئه‌م ل سه‌ر ناسنامه‌ و گه‌لێ كورد ڕاوه‌ستین، دێ ئێكسه‌ر هزر و بیرێن مه‌ دێ بۆ وان شۆڕه‌ش و سه‌رهه‌ڵدانێن گه‌لێ كورد چن ئه‌وێن وان ئه‌نجام دایێ د قویناغێن جۆدا جۆدا دا بووینه‌ مایه‌ی ده‌ستكه‌فتن و ئه‌گه‌رێن هندێ كو كورد ببن خودان بڕیار و ده‌ستكه‌فێن زێده‌تر و…

Tengezar Marînî
Mirov hene, dema tûşî nexweşiyekê dibin,
pir kes û mirov bi wan diêşin, sedem jî ev in: an di nav civakê û di qada pê ve mijûl bi xeml û rewş dikin, an jî xwedan temen hindik û pichûk in û mirov dua dike, ku xwedê wan bi selamet bike. Mizgîn xweda evan herdû xesletan…

Konê Reş

Dr. Ehmed Nafiz Beg, yek bû ji wan têkoşer û welatparêzên kurd yên ku navê wan tucarî nayê jibîrkirin, bi taybetî di nav kurdên Cizîrê de. Ji ber ku ew ji yên pêşîn bû di warê dermankirina xelkê Cizîrê de.

Ew kurê welatparêzê kurd (Yusif Begê…