Rojnama Çawdêr hevpeyvînekê bi Sekretêrê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê (YEKÎTÎ) Mihyedîn Şêx Alî re dike li Silêmaniyê, di 12-11-2207 an de dewşêne. Emê vê hevpeyvênê ji xwendevanê Nerozê re biweşênin:
Berhemên bizave neteweye kurd li rojavaye Kurdistan piştî kû 50 salîya xwe ya zêrîn derbas kir çîye…?
Piştî 50-salî ji temen û xebata tevgera siyasî a kurd li Sûriyê , mirov dikare van nirx û berhemên jêrî bîne ziman:
a- Li Sûriyê, nemaze li herêmên kurdax, kobanî û cizîrê, kurdan serûber xwe naskirine ku kurd in, li ser axa bavbapîran dijîn , zimanê dê bi wan buha ye , ew parastine û pê dipeyîvin , ango , hestê netewî baş ciyê xwe girtiye , zimanê dê di civaka kurdan de zimanê sereke ye.
b- Rola tevgerê di pêşkeftina civaka kurd di warê zanyarî û xwendina bilind de , roleke berçav û xurt bû.
c- Tevgerê karîbû li cejina Newrozê bibe xwedî , û îro roj , Newroz di tevahiya civaka Kurd û Ereban de li Sûriyê ciyê rêz û hurmetê ye .
d- Bi xêra tevgerê , bi sedan
mamoste û nivîskarên bi zimanê dê hatine holê.
e-Gelek rewşenbîr û siyasetvanên Ereb dostaniya gelê kurd dikin û bi çavên erênî li pirs û daxwazên tevgerê dinihêrin û dibine piştgir.
e- Rewş û pirsa kurd li Sûriyê li ba gelek hêz , rêxistin û komeleyên mafên mirovan hatiye dannasîn.
Çire ta niha bizavê fişareke piraktîkî nexiste bo ser rijîma sûrîyê ji bo danasîna nasnamê gelê kurd û çareserkirina pirsgirêka rewa…?
Rijîma Sûriyê dûrî Demokrasiyê ye , û eve 44-salin siyaseta yek-partî tête ajotin û serdest e , lewre jî çareserkirina pirsa kurd hê neketiye rojevê . kurd û ereb li Sûriyê di zikê hev de ne , rewş, jiyan û berjewendiyên wan ji hevdû cuda nabin , loma jî, çendî heyameke demokratîk li Sûriyê bête peydakirin, ewqas kurd li karê ne , û pirsa wan ya netewî nêzî çareseriyê dibe.
Rewşa dawî ya bakûr û başûrê Kurdistan piştî geft û hereşeyên tirkan bo bezandina sinûrên başûrê Kurdistan çawa dinirxînin…?
Ne cara yekê ye ku karbedestên Turkiyê diltengî û çavsoriya xwe derbarey pêvajoya rewşa kurdistana Îraqê bi tundî didine xuyakirin . Hêja ye em bînin bîra xwe ku , hê dema lihevkirina 11-ey Avdarê sala 1970 di navbera Bexdê û kurdan de , karbedestên Turkiyê bi her hawî dixewstin ku ew lihevkirina beravîtî bibe . Mixabin dixuyê ku , eger li Hind û Çînê jî kurd bi nav bibin , xwedî cî û war bin, dîsa jî , li ba rayadarên dewleta Turk dê bibe girêk û serêş .
Piştî serdana serok komarê sûrê Beşar Esed bo Tirkîyê û piştgirîya wî ji tirkan re ji bo dagîrkirina başûr û lêdana pkk helwêsta partîya we çibo…?
Helwesta Sûriyê ji hêla piştgiriya Turkiyê bona derbasbûna Kurdistana Îraqê li ba Parta me ciyê nerazîbûn û şermezariyê ye .
Aye raste kû mebesta tirkan çîyayê qandîle yan hindek armancên xwe yên nediyar hene…?
Dewleta Turkiyê di Rojhilata navîn de , dewleteke mezin , xwedî dezgeh û hêz e, di NATo de endam e , li Afxanistan û Libnanê xwedî rol e…Vêca wê razî nebe ku li Îraqê bê roleke berçav û xurt be – weke çawa Îran li başûrî Îraq xwedî destekî dirêj e – lewre jî Turkiyê dixwaze pirsa çekdarên PKK li çiyayê Qendîl û hinde kiryarên wan bike eger û perde, da ku , derbasî nav xaka Îraqê bibe. Ragihandin û propaganada Turk gelekî jîr e, û dikare tiştan ji nîskê
bike gîsk, da ku raya giştî li Turkiyê û cîhanê li gor xwe bajo û rastiyan bervaja bike
Tirk çend mehên burî geft û hereşeyên pir dijwar li dijî serokayetîyên başûrê Kurdistan dikirin ji bo cibecî nekirina xala 140 ya kerkuk û piştgirîya enîya tirkmanî li dijî xelkên kurd dikirin û îro jî bi bihaneya kuştina 15 serbazên xwe li şernaxê kû 100 km dûrî sinûrên başûre li ser destên, gerîlayên pkk geftan dike ma gelo bi bîr û remanên we tirk çi dixwazin….?
Cîbecînekirina xala 140 bona Kerkûkê , daxwaz û hewildana gelek hêzan e , çi li hundir Îraqê û çi li derdorê , digel ku weke ez fêm dikim helwest û nêrîna Emrîkan û gelek hêzên dî derbarey pirsgirêka Kerkûkê, ne li gorî dilxwaziya kurda ye, ku xwedê giravî , Kerkûk jî weke Hewlêr û Silêmaniyê di çerçewa sînorên cografiya herêma Kurdistanê de be . Siyasetmedarên Anqerê vê yekê tê dighên, lewre jî Hukûmeta Anqerê şûrê xwe li ba dike û dixwaze hespê xwe bajo ser kurdên Îraqê . Di texmîna min de , dewleta turk neketiye kula mirin û jiyana çend memecik û serbazên ordiya xwe, ne jî kuştina leşkeran û kiryarên xwekujiyê , rê li ber çareserkirina pirsa kurd li turkiyê dûz dike.
Erdoxan bang li pkk kir dest ji çekan berdin û werin perlemanê lê piştî kû pkk li ser daxwaza serokê herêma Kurdistan Mesûd Berzanî û serok komarê îraqê Celal Telebanî û Emerîka pkk careke din agir best ji yek alî de ragehand belam reyadarên tirkan ew agirbeste nepejrandin aye ev pirsgirêk çawa
Ew banga Erdogan zor erênî û baş bû , eger karîba lê biba xwedî, û li gorî naveroka wê bangê, siyseta hukûmeta xwe bida meşandin . Li hêla dî, çêroka ku (li ser daxwazan) şer raweste , agirbest be, anjî (li ser daxwezan) şer nû bibe û agir gur be, li ba mirov ne zelal e û baş fêm na be. Di baweriya min de, duh jî, evro jî, çendî ji alî kurdan ve agirbest bidome , û heyameke aştiyane li saz be , ewqas rê li ber çareserkirina pirsgirêkan vedibe. Û çendî kuştin û şerê xwînî li dar be, ewqas girêk mezin dibin , derd û kul pirtir dibin , bar û metirsî girantir dibin …Rê jî dikeve sergermî û bazirganiya bi pirsa kurd û pêşeroja Turkiyê û herêma Kurdistana Îraqê.
Eger axiftinên we cuda hebin yan bangewazîyên we ji bo raya giştî Kurdistan bi fermon…
Dixwazim bêjim em gelekî bi hewcey lêkolînên zanistî û ekadimîk in , da ku em xwe û derdorên xwe baştir nas bikin , ji ber ku, bi rastî jî, pirsa gelê me yê kurd çi li vir, çi li wir, pirseka mezin e , ji partiyan û serokan mestir e, û em bivên nevên, çareserkirina vê pirsa netewî, ya dadmend û mirovane , wê di çerçewa rêzgirtina sînorên navdewletî yên heyî de serê xwe bibîne . Dem hatiye guhartin û bi lez dibore.
Sipas ji xwedî û karmendên Çawdêr re. 2-11-2007an
Sekretêrê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.
Birayê we
Mihyedîn Şêx Alî
———
Jêder rojnama NEWROZ hijmar (76)