Cîhana Qadir Qaçaxî ya helbestvanî û pêşmergayetiyê tije ye bi dîmen û wêneyên ciwan û şêrîn. Di nav pêşmergayetiyê di xwendingeha Barzaniyan ya niştimanperwerî û netewayetiyê de mezin bûye û hatiye perwerdekirinê. Gotarbêj û hozanvanekî bihêz û peyivxweş e. Ji kaniya zelal ya hozana kilasîkên Kurdan vexwariye û çêj ji helbesta nûjen jî wergirtiye. Xwîna şehîdên Kurdistanê û suruşta Kurdistanê ya rengîn tevî karesat û kilametên hatî serê milletê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê nemaze li başûrê wê çavkaniyên wî yên sereke ne. Ew bi deng û hozanên xwe xebata xwe ya kurdperweriyê her didomîne.
Navê min Qadir Ebdul Ezîz Reşîd e. Nasnavê min Qaçax e. Di sala 1962an de li gundê Kurêmê devera Mangêşkê tixûbê parêzgeha Dihokê hatime ser rûyê dinyayê. Min dest bi xwendina seretayî û navencî û amadeyî kiriye li gundêt dewrûberêt gundê me û nahiya Mangêşkê û parêzgeha Dihokê taku pêncê wêjeyî (edebî). Ser wê demê ku em rêkxistinên navxwe yên Partiya Demokrata Kurdistanê-P.D.K- bûne, rêkxistina me eşkira bû ji aliyê rêjîma Beesî şofînî ve ku metirsî kete ser jiyana me. Em ketine nav refên şoreşê û bûne pêşmerge di sala 1980an de, her li wê demê min dest bi nivîsandina hozanan kiriye û pêşmergayetiya xwe jî her berdewam kiriye. Niha jî ez xwe bi pêşmerge dizanim li hemî deverêt Kurdistanê bê cudahî û her karekê serkirdayetiya xwe baş dizanim, ji ber ku ew her û her di xizmeta Kurd û Kurdistanê de bûye.
Kak Qadir, gelo heta niha çend dîwanên te hene?
Ta niha 10 dîwanên min çap bûne û dûyê din jî amade ne bo çapê, û yek jî min destpê kiriye ku bi rêkûpêkî amade bikim ku hemû dibine 13 û deh ji wan hatine çapkirin. Navê dîwanên min ji sala 1980 ta niha evene: Bizav -Çawerwanî (ku bi herdû zaravan: Soranî û Badînî) ye-Berxwedan, Bizav û Amanc -Pizot –Guldan (navê hezar gulan) e–Çiyavîn -Kanî û Robar -Tixûb -Kel û Şikeft (di 1998an de hatiye çapkirinê). Niha jî 2 dîwanên din jî amade ne bo çapê: Giyandar Perwer (li ser heywantan)e . Her weha, di 2008an de, dîwaneke min bi sernavê -Wekhevî- dê amade be ku bi şêwaza helbetsa serbest hatiye nivîsandin û ya dawî jî dasitaneke evîndarî (dildarî) ye bi sernavê Hemko û Sînem, wekî (Mem û Zîn) û (Welî û Şem) e. Hemk û Sînem çîrokeke evîndariyê ye di serdema mêrnişîna Amêdiyê de beriya 600 salan hatiye rûdan.
Wek em dizanin tu hem di warê rewşenbîrî (helbest)û hem jî di warê siyasî–wekî pêşmerge-xebata xwe ya kurdayetiyê birêve dibî, gelo tu çawa dikare di navbera herduyan de lihev bikî?
Li gor min, herdû alî hevudû temam dikin, di qunaxa bindestiyê de karê rewşenbîrî pêdivî ye û karê siyasî jî pêdivî ye û tu cudahî di navbera siyaset û rewşenbîriyê de tuneye. Ez bi xwe bi gellek hêsanî herdû karan bi hev re birêve dibim. Bizava siyasî beşeke serekî ye ji bizava rewşenbîrî. Nemaze bizava berengariyê (berxudanê) ji ber vê çendê ku hozana berxudanê di hemî deman de cûyeke serekî bûye ji robarê bizava neteweyî ya her milletekî ji ber vê yekê ez pêwîst dibînim ku ew kesê karê çandî û yê siyasî pêkve bike divê şanazî û serbilindiyê pê bike û dîsanê dibîjim ku tu cudahî di navbera herdû karan de nîn e û ew hevudû temam dikin.
Ji helbestvanên kurd yên kilasîk û nûjen kartêkirina kê bêtir ser te hebû?
Weke her helbestvanekî min jî ji kaniya herikî ya helbesta kurdî çi ya nûjen û çi ya kilasîkî, vexwariye. Ji helbestvanên kilasîk bêtir bandora Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî û Nalî û Cegerxwîn û Qedirî Can û Qanii li ser min hebûye. Ji yên nûxwaz jî Şêrgo Bêkes û Muyed Teyyib û Ebdilla Pişêw û Ebdilrehman Mizûrî û Letîf Hellmet û Mushin Qoçanî kartêkirina xwe ser min kirin. Wisa, ez bi helbestvanên kevin anjî kilasîk û yên nûjen jî daxbar bûme, lê belê şanaziya mezin vedigere bo bavê min ku hozana kilasîk dinivîsî û egerê serekî bûye ku ez dest biavêjim nivîsandina hozanê û jiber gotina wê.
Helwesta te çiye derbarê rewşa bizava rewşenbîrî nemaze ya helbestê li Kurdistana Îraqê?
Di nêrîna min de, qunaxên helbestê hene. Wek çawa ku mirov di çend qunaxan re derbas dibe (zaroktî-xortanî-kalîtî-û …htd) û paşê mirovên din tên her yekê qunaxa xwe diborîne, hozan jî wisa ye.
Hozana Kurdî, ji bilî ku me qewara siyasî nebûye wekî dewletên dewrûberên me, bawer dikim ji karwanê bizava helbesta rojhilatî kêmtir nîn e. Eger her tiştekî ji rojavayî wekî teknîk hatibê bo rojhilat, lêbelê tore û huner ji rojhilat çûne bo rojava, nexasime Îran û edebê farisî ew serekanî bûye di vî warî de.
Mewlewî û Baba Tahirê Hemedanî(Uryan) ku Kurd bûne di gel wan mezin bûne.Wek mînak, eger li Ewropa û Amerîkayê hozanvanên bihêztir hebûne, ji bo çi wê parçe helbesta Seediyê Şîrazî li ser dergehê YN hatibe nivîsandinê?!An gu helbestvanên Kurd xwedî bingeheke baş û bihêz in.
Di serdema dildariyê de, gellek dastanên evînî û dildariyê hatine nivîsandinê wekî Mem û Zîn, Ferhad û Şêrîn, Welî û Şem, Xec û Siyamend.
Piştre, qunaxa oldariyê destpê kiriye, paş ku ol berfireh bû dîsan Kurdan texsîrî nekirine û bi dûrûdirêjî dest avêjtine babet û mijarên olî û di helbest û hozanên xwe de tomar kirine.
Piştî qunaxa olî, qunaxa neteweyatiyê hatiye meydanê. Qunaxa neteweyatî û siyaset û niştimanperweriyê. Di hemû qunaxan de helbestvanên kurd hebûne nemaze piştî qoçereşa 1975an bizaveke rewşenbîrî nemaze ya helbestê destpê kiriye, ji ber ku piştî 75an wekî dibêjin qelem-xame ket şûna şûr anku bû çeka herî bi hêz, şûna gullek tivingê bû helbestek û wê demê gellek helbestvan , çîroknivîs û şanonivîs peydabûn, û gellekî bandora xwe hebûn bi taybetî di warê helbesta serbixwe (azad) de.
Ev berdewam bû ta salên 90î, lê ez dibînim ku helbesta me bipêş neketiye di derbarê qunaxa ku em têde ya cîhangîriyê û enternêtê û ne hemû kesên helbestê dinivîsin helbestvan in, gellek ji wan çav li helbesta Ewropayî dikin û em dizanin ku Ewropa di vî warî de li paş maye tevî pêşketina wê di aliyên din de.
Xaleke din jî ewe ku helbestvanên me xwe di warê dî yên jiyanê de bipêş naxin, û tenê li ser şopa helbesta Ewropî diçin û hindek ji wan tenê helbestên Ewropî werdigerînin zimanê Kurdî û bi navê xwe belav dikin û guh nadin naverok û kêşe û rîtma helbestê.
Tu bi xwe pêşmerge bûyî û li başûrê Kurdistanê gellek şoreş çê bûne nemaze şoreşên Barzaniyê nemir tevî gellek karesatên mezin wekî Enfal û Helebçe û yên din.Gelo çi kartêkirina vê çendê ser te hebûye?
Ez pêşmerge bûm, pêşmerge me, dê her pêşmerge bimînim! Ez di zaroktiya xwe de di gundekî de bûm, û ev gund wekî hemû gundên Kurdistanê, wek tê bîra min 7 caran hatiye şewitandin ji ber ku cihê pêşmergeyan bûye.
Wexta ku min çavê xwe li dunyayê vekirin di sala 1962an de wê demê şoreşê salek bû destpêkir bû, lewra ez di nav pêşmergayetiyê de mezin bûme û kes û karêt me û gundiyêt me pêşmerge bûne.
Ez di nav liq û şaxan de mezin bûme.Bavê min di zindanê de fêrî Latînî bûye, û di sala 1969an de, dema bavê min pêşmerge di baregeha pêşmergeyan li gundê me fêrî Latînî dikirin , ez jî fêrî Latîniyê bûm.
Pêşmergayetî ji bo min şanazî û serbilindiyeke here mezin e lê timê min dixwest ku ez pêşmergeyekî xwendevan bûma, dema ku min dest bi xwendinê kir du armancên min hebûn, min dixwest ez edeba Kurdî bixwînim da ku xizmeta zimanê Kurdî bikim. Û eger dijmin nehêla ez dê bibim pêşmerge û bi rastî jî dijmin rê neda ku ez xwendina xwe bibime serî û ez bûme pêşmerge.
Di baweriya min de, rêbaza PDK û Barzanî mezintirîn xwendingeha niştimanperwerî ku bûye wekî çavkaniya bîr û hizrê neteweyî ji ber hindê ez şanaziyê dikim ku ez şagirtekî vê xwendingeha bi rûmet û kurdperwer bûme û hêjî dibim.
Tu bi herdû şêwazên helbestê-kilasîk û nûjen–jî dinivîse, tu bêtir ji kîjan coreyê hez dikî û ji ber çi?
Weke min berê jî gotî, helbest di gellek qunaxan re derbas dibe. Helbesta kilasîkî bingeh e, kok e û helbesta nûjen jî pêşketina hozanê ye, û herdû jî hevudû temam dikin.
Rast e, weke te got, ez bi herdû şêwazan dinivîsim û ji herduyan jî hez dikim. Merc ne ewe te çawa hozan nivîsî lê merc ewe ka te çi nivîsî, ji bilî vê jî ez bi kurmanciya xwar û ya serî jî dinivîsim. Ez bêtir hozana serbest dinivîsim û dema ku ez helbesta nûjen dinvîsim dîsanê rîtm û kêşe heye.
Li gor min, hozan çi nûjen be û çi kilasîk be divê ku muzîka xwe hebe yan jî kêşe, lê belê gellek helbestên nûxwaz ji helbestê dûr û bê tam û çêj in.
Em ê niha bên li ser zimanê Kurdî yê standar, tu weke helbestvan bi zimanê Kurdî baş dizane, gelo tu çareseriya vê pirsê çawa dibînî?
Ez dibêjim pingava piştî serhildanê û hilbijartinê parlementoya di vê pingava zimanê xwendingehê bê, anku zimanekî standard ji bo xwendinê hatibe danîn bo tevahiya kurdan, ne tenê li Kurdistana Başûr, lê li her çar parçeyên Kurdistanê. Fêrbûna zaravên Kurdî wek zazakî, Hewramî, Soranî, Behdînî di vir de pêwîst e mixabin gellek ji me Kurdan zimanê ji bilî Kurdî dizanin lê zaravên zimanê xwe nizanin.
Pêwîst e kesên bi vê pirsê rabin bi herdû zaravên serekî (soranî û Behdînî) bizanibin, û wek çawa dijminan axa Kurdistanê parçe parçe kirine wisa zimanê me jî hatiye parçekirin.
Ez jî di gel serkirdatiya Kurdistanê me, nemaze kak Mesûd ku dakokî li ser vê pirsê were kirinê û şarezayên zimanî peyda bibin ji bo zimanekî standard ji bo xwendingehan ava bikin li kuderê peyiveka baş hebe ji kîjan parçeyên Kurdistanê bînin û bixin têde û çi kesê li dijî yekkirina zimanê Kurdî raweste xizmeta dagîrkerên Kurdistanê dike.
Ez bi xwe di helbestên xwe de peyivan ji her çar parçên Kurdistanê tînim û bikar tînim. Zimanê me gellek dewlemend e lê me giringî pê nedaye û hatiye berzkirin(windakirin) ji ber ku rewşenbîrên me bêtir bi kultûra ereb û tirk û farisan bi bandor bûne .Divêt em dikar, pêkolê bikin ku em bikarin vê şaşîtiyê rast bikin, ew jî di riya çêkirina zimanekî standard yê dibistanê.
Xweza, sirûşta Kurdistanê a rengîn çi kartêkirin bi ser hozana te hebû?
Zanayek heye dibêje ku çi kesê hozanê binivîse divê ku evîndar be, û evîndarî ne merc e di navbera nêr û mê de be, heye ku evîndarî di navbera mirov û suruştê de be, di navbera mirov û axa welat de be, di navbera mirov û armancekê de be, yanê jî mirov bi ola xwe re evîndar be.
Ez bi xwe yek ji evîndarên suruşta Kurdistanê me û ji ber vê çendê min pênc dîwan terxan kirine bo wê xwezaya rengîn, ku hindek pirên netewayetî dirust bibin di nav zarokên Kurdistanê de, çimkî şikeft û kel û gul û çiyayên Kurdistanê bi başî nanasin yek ji wan dîwanên min –Guldan- navê hezar gulan û ya dîtir jî Çiyavîn û Kel û Şikeft, Kanî û Rûbar û Giyandarperwer da ku em gul û çiya û kanî û robar û şikeft û kel û giyandarên xwe binasin dema ku dîwaneke min derket ya ser xurista Kurdistanê xwênerekî ji min re got: min navê ew çiyayê te behskirî ne bihîstiye.Min bersiva wî da û jê re got: mebesta min ewe ku tu pê bibhîze! Ji ber vê hindê ez pêdivî dibînim ku pirê netewayetiyê çê bibin û kultûra me ya resen di mêjiyên me de bihêztir bibe û hişê me ji kultûra biyanî û dagîrkerên Kurdistanê paqij bibe.
Ji aliyekî din ve jî da ku nav ji bo me peyda bibin, wek mînak navên min û te bi erebî ne! Her weha, navê cil û bergên me, tîpên me, nerît û tîtal û mêjiyê me hatiye erebkirin, fariskirin û tirkkirin.
Li gora min, divê em xwe ji kultûra dagîrkerên kurdistanê rizgar bikin ku heta niha ya zal e li ser hiş û mêjiyê me de. Suruşt li gor min pêkve girêdana mirovî û axa wî ye û ji hertiştî pîroztir e û herdem dijminan xwestiye ku mirovê Kurd ji axa wî bêpar bikin û wan ji hev veqetînin.
Me helbestên te çapkirî xwendine û bi deng bihîstine, gelo çi cudahî di navbera herdû şêweyan de heye?
Çawa ku her mirov taybetmendiyeke xwe heye ..reng û kesayetiya xwe heye, helbest jî wisane .Ez tu carî çavlêkirin , teqlîdê nakim. Çavlêkirin xwekuştin e. Şêwaza min a taybet heye a kilasîk û nûjen jî, û ez helbestên xwe jiber dikim û ez wan didim çapê û li ser CD-yan bi dengê xwe tomar dikim.
Ev arezû, talênta min vedigere bo bavê min ku ez hozanên xwe ji ber dikim û di hemû festîvalan de ez hozanên xwe çi kurt bin yanê jî dirêj bin ji ber dibêjim.
Tu çi di derbarê rewşa helbesta Kurdî li rojavayê Kurdistanê dibêje?
Ez bi xwe du caran çûme rojavayê kurdistanê û danûsitandina min bi helbestvanên me yên rojavayê kurdistanê re hene wekî Diya Ciwan, Konê Reş, Omerê Lalê, Lawikê Hacî û yên din.
Ez bi berdewamî nivîs û helbestên wan di kovar û rojnameyan de dixwînim. Ez dibînim li wir bizaveke rewşenbîrî ya baş heye, lê ji ber tepeseriya rêjîmê gellek asteng di riya pêşveçûna wê bizavê de peyda dibe. Kurdên rojava bêtir guh didin helbesta ser bi xwe û li gor min rojava pêşketîtir e û em û wan ji ber gellek sedeman bêtir ji hev fam dikin.
Di demeke nêzîk de dê festîvala Cegerxwîn li dar bikeve ji aliyê wezareta rewşenbîriyê de tu çi dibêje?
Seydayê Cegerxwîn yek ji helbestvanên here mezin yên gelê Kurd û stêrkeke geş e di asîmanê bizava rewşenbîriya Kurdî de.
Cegerxwîn şiya û karîbû gellek bi eşkerahî hişyariya neteweyî di helbestên xwe de bi berfirehî belav bike.
Her wisa, gellek helbestên wî bûne stran û ji aliyê hunermendên Kurd ve hatine gotin wekî Şivan Perwer û Mihemmed Şêxo û Aramê Tîgran û yên din. Dîsa, dibêjim ku çi ji Seyda re were kirin hêjî kêm e û ez festîvala wî bi karekî pîroz dizanim, û amade me beşdariyê têde bikim û min helbestek jî li ser Cegerxwîn nivîsiye û hêvîdar im ku rojekê biçim ziyareta gora wî li Qamişloyê.
Ji bilî helbestê, çi hezkirinên te yên din hene?
Ji bilî helbestê ez gotarbêjiyê jî(xîtabe) bikar tînim. Namîlkeyeke min heye ser gotarêbjiyê bi tîpên erebî û latînî û zaravên botanî û kurmanciya jor û jêrîn. Heft hezar dane jê hatine çapkirinê da ku Kurd hemî mifahê jê werbigirin. Her weha, ev namîlkeye li peymangeha kadroyan ya pêşmergeyan tê bikar anîn. Ez wê jî jiber dibêjim.
Hezkirina min a din jî wekî min berê jî anî ziman suruşta Kurdistanê ye.
Ya din jî mûzexane ye, ku sê core mûzexanêt min hene:ya suruştî(dar û ber), ya şûnwaran û bermayên kevin û ya dawî jî mûzexaneya folklorî ye wekî cil û bergên kurdî û coreyên xwarin û pêdiviyên jiyana kurdewariyê…htd.
Sipas bo te Kekê Qadir.
Sipas ji we re jî.
Çend parçe helbestên Qadir Qaçaxî:
Tixûb
Dîrokvano!
Her bi dûrbîna hevsûyêt min, cîranêt min
Min nebîne
Laperê min û warê min berovajî bes bixwîne
Tev tixûbêt destkirdêt her pênc welatan
Di nav hizra xo de bimehîne
Erzerûm û Lozan du birînêt dîrokî ne
Ger her te bawerî nîne
Ji erşîva dîroka kevinar
Nexşê deverê derbîne
Sînorêt welatê min ji kendavê ta derya sipî ne
Ji Ermîniya ta ku Hemrîn e
Herdû golêt Urmê û Wanê
Ji xwîn û rondikan tijî ne
Ya diyar e tixûbêt her welatekî
Bi kêlkê sipî û boyaxa sor neqişandîne
Lê sinorêt welatê min kêlî kiloxêt
Şehîda soratiya pêve jî xwîn e!
Belatînk
Bawer dikim dayika te gul e
Bab bulbul e, dapîroşka bîna te jî mêşek
Hungivînî li ber mil e
Ji ber hindê xoşteviya min
Reng û nexş û şêrîniya te li ber
Çavêt min hemî dema
Belatînkeka ber dil e
Hergîz
Be hîç ayîn û yasayek
Nakre waz le yektir bênîn
Gula mêlaq
bo jiyanî yektir dil în
Her lew rojey ke bo yektir
bûyîn be meraq
bo nazanî? Bo jin û mêrd lewaneye
lêkciyabûnewe hebê
belam bo cotê xoşewîst
le jiyan û le mirdina
hergîz niye û nabê telaq!
Tac
Milletfiroşê bê tore
Berîkperêsê nankor e
Ya ji te hatî te ya kirî
Ya ji te re bêt li min nebore
Çunkû baweriya min û te
Erd û asîmana jêk dûr e
Ji encamê keda mine zikê te ho pehin û sitûr e
Ji dûkêla sotina gundê min e
Rûmetê te reşemûre
Lewma evro li civata tenahî û azadiyê de
Pêlava dayika şehîdî
Taca serê te yê şor e
Wêne
Dîrokvanî kamêrek kêşa ji kavilanî
Berev goristanek mezin komeke bi saxî
Veşartî li biyabanî
Bi sê pisiyara bo her êk ji wan
Diviya bizanit eger çiye? Guneh çiye?
Boy qurbanî!
Pisiyara êkê ji ezmanî
Egera wî…guneha wî her ew bûye
Çunkû wî xwe bi kurd dizanî
Pisiyara dûyê ji mejî bû
Egera wî…guneha wî her ew bûye
Nexşê Kurdistanê têde hatibû kêşan bi ciwanî
Pisiyara sêyê ji dilî bû
Egera wî…..guneha wî bi tenê bi tenê her ew bûye
Çunkû şûna kakilka wî têda bû
Wêneyê Barzanî!.