PÎS MIROV Û XAME… 2 Helbest

 Brahîm qasim

Pîs mirov

Em di jînêda mijûlin her ne çarin bê wezî
Pir mixabin dest li jorin ser nijêrin dest xwezî
Ev çi îman û selatin kû mirov serbest nebin
Dê çikim beheşt di dinya ger nebî ava tezî

Ez di nîva werz ne kolim mey giran serxoş nebim
Kes nebê ez dîn û şêtim her bi can gorî tebim
Bo çiya cîhan bi xenc û nêrgiz û gul lê nebin
Ger ne noşim av ji lêva ser ne nav bisk û kezî

Gal firoşê vî heyamî bûye lord û xeznedar
Ew mijûlê bo me pîlan bo neyar ew pesnedar
Raperîna ser neyaran jê revîn û bazdidin
Ev xedeng cergî disotî ey dizê werz û rezî

Dêmekî hûn ken û tevzan van birînên min dikin
Şerme kû hûn xo bi navkin dax li kêlên min bidin
Pîs mirovî ey çepel tû wek neyaran bang didî
Mêr kujê çerxê nûyî tû kove tê rev û bezî

kêferata dijminê min vaye lê bû sêkerat 
Wê di bin linga bi sotê sêwelek ev hêşerat
Wê ji nû dinya pirojbê bêt xweşî û can bibin
Dîne mêr çerx û felek her pêş dibin b- xort û lezî

————
XAME

Ser gulê dê her bi nosim tîpe berhem xame ye
Xalekî din pêre danîn ew ne ser sala me ye
Dê çi bêjim vî çerxê nû her dilê min parçe ye

Ev dilê nazik û xemgîn xame jbo wî raweste
Wêne yek tû jêre çêke lêvî dîrok û beste
Jêre mijûl bibe carek vaye hîn dîl û meste

Çûye çerxê top û tankê dîrok tevde belgeye
Bende warim bê hedarim êş di gel dil belseye
Jan di gel can xo sipartî berhelist û bendeye
 
Pê nivîsê wî ji xew rak çûye ew dema berê
Enternêt û kompîyoter pêşde çûna leyzerê
Miletan girtîye ezman ew di nasin dane rê

Lê mixabin tim di bêjim gul firoşo dxew deye
Raperîn ser dijminê xo îro çerxê dadgeye
Rabe ser xo wergirî gul va dîyar û gewreye

Dîle gul ez wê di nasim bê xwedî û rêberî
Xame her bo wê bi nose vê biwarê bib serî
Vêxe mûman û şemalê rake tarî jher derî

Berde ser hev cokê avê bête sûlav û gere
Dengê şemşal û bilûrê şev û roj û xawere
Xoş awazin xan û manin ava lêvan kewsere

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Şîlan Doskî

 

Çiyayên Kurdistanê di biharê de ji nû ve şiyar dibin. Piştî mehên dirêj ên zivistanê, giyayên kûvî li her derê şîn dibin, ku bi sedsalan beşeke girîng a çanda kurdî ne.

Ew ne tenê di çêkirina xwarinê de têne bikaranîn, lê ji ber taybetmendiyên xwe yên dermankirinê jî…

Tengezar Marînî

Ji bo em bikaribin pirsan biafirînin, pêdiviye em hişmendiya xwe têxin bin barê lixwevegeranê.

Vê carê bi felsefa civakî re û yek ji wan profesorên Fîlosof ên jin (Hanah Arendt

Teoriyên felsfa Civakî yên Hannah Arendt

Hannah Arendt (1906-1975) teorîzan û fîlozofeke siyasî ya bibandor…

EBDILBAQȊ ELȊ

Avdareke nȗ ȗ rewșȇn dijwar

Dem dibûre û sal li pey salȇ tȇn, sal nȗ dibin, temenê mirov jî bi xwe re kintir û kevintir dike, lȇ mirov tu carȋ ranaweste, hêvî, omȋd û dilxwazî di dil de her dimînin ȗ her ȗ her nȗjen, zindî û…

Narîn Omer

Bi çavên min te nabînin
bi lêvên min te naxwînin
Di dermafên te şaşyar in
xwe yekcarê dixapînin

Nikarim bê te jîndarbim
tenê rûnim tenê rabim
Tuyî mayîn tu jîna min
ji ber mana te vîndar bim

Li gor dana te bêzar im
li ber pesnên te bêzar im
Ziman û ev qelem jar bûn
li şûna…