Xwendinek di Raporta Bêker- Hamltonî de

Hêmin Mendanî

Komita helsengandin û nerixkirina Rewşa Îraqê , a pêkhatî ji pênc Endaman jı Partıya Komar û pêncên din ji Partiya demoqras , deh siyasetmedarên pispor û nasiyar , xwedan serborîk dwelemend di diblomasiya Koçka-sipî de
Raportek ji 160 Rûpelî pêkhatî di bin navê ((Rêya berû pêşde)) ku di naveroka wêde 79 Amojgarî û pêşniyar hene  , pêşkêşî Fermandariya Welatê xwe kirin , mîna mayînek bi teqê,bû cıhê gengeşê û guftugwê ji laıyê tevaya Hêz , Partî û desthilatdarên Cîhanê bi giştî û Rojhılata navîn bi teybetî  , tevan helwestê xwe diyarkirin bi razîbûn û ne razîbûn , bi biriyarên nerm û tund , di gel tevger û gef , êan dev nermiyên bê liv û lebit . çibin helwest , ne mebesta mine ji vê destnivîsê , A herî giring bi dîtina min ewe Pirsiyarî li encamê raportê bê kirin , pêgîriya Koçka- sipî bi naeveroka wê , melevanî û çalakiya diblomasiya kurd di nav Pêl , Ger û teqînên deriya wê de , hemehingî û lihevragirtin navbera Berjewndiyên Kurdan û Hêz û Aliyên xwedî Berjewendî  di Îraqa nûde .

Bê goman ev ne cara yekêye , ku Hizirvan , Siyasetmedar û Rihsipiyên Emerîka , Rêç û şêweyan pêşkêşî paşeroja Siyasî a Waşintonê dikin , di sala 1997 de ((Zebigniyo Birêciniskî)) pirtûka xwe bi navê = tabliwa şetrinca mezin : serkeftina Emerîka û pêdiviyên wê ên ciyo-sitratîcî = derxist , rêveberiya Boşê Bav pirtirîn Xalên wê pejirandin wek Xalên bingihîn di siyaseta Waşintonê de , ta dest dane li ser piraniya çavkaniyên petrolê li seranserî Cîhanê , Pirsa ku xwe ser Av dike : Gelo Raporta Bêkir- Hamiltonî ta çi radê wê bandora wê li siyaseta Koçka -sipî hebê ?

Bi dîtina min , çend Kar û Biriyarên balkêş , diyarbûn di vê Demê de , Rawestan li ser wan pêwiste , Ravekirin û şîrovekirin wan , wê pir Rêç û Delîvan li pêş me Ron û serrast bike .  ji wan :
– pîtepêdana dezgihên gihandin û Ragihandinê bi Raportê tê diyarkirin , rola Îraqê a giring di Guhertinên deverê de û giringiya Kêşa Îraqê li ser Astê Cîhanê tevî .
– pêkhatina Endamên Komîtê ji Herdu Partiyên serke li Emerîkayê , mebest jê çareserkirina ji hevcidabûna Civaka Emerîkiye a baş diyarbû di hilbijartinên dawîde û bandora Rewşa Îraqê li ser wê , ku cihê tirsê ma li Koçka – sipî , pêwistî bi çareseriya wê Rewşê karin weha dixwaze  .

– Biriyara Corc Boş ((Raport pir tunde)) û daxwaza wî ji : 1- serkirdayetiya leşkerî  li waşintonê 2-serkirdayetiya Leşkerî li Bexda 3- En*****ena ewlekarî a netewî  a Emerîkayê, bo diyarkirina Boçûn û Pêşniyarên xwe li ser Rewşa Îraqê , ev Hewldan jê tê naskirin ku ne tenê Raporta navdar , wê cihê pîtepêdanê be li Waşintonê , engo Hewî û Pêşbirkên Raportê wê hebin  .

– Danûsitandin di gel Sûrî û Îranê derbarî Rewşa Îraqê bê merc û şert wekû di Raportê de hatî , herdû Dewletên navdar wê ne Alîkarbin bi vî reng û awayî , wekî din jî Qelenê Alîkariya wan pir Girane li ser Waşintonê , ne li gor Xwestekên wê di deverê dene , hejî Gotinîye ku dest dirêjiyên herdû Dewletan di hundirê Îraqê de ,  sedemên hemî zirar ,ziyan û neserkeftina Projê Emerîkayê , ne di Îraqê bi tenê , belê di deverê tevî dene.

– di hundirê Îraqê de bihna şerê Xwebxweyî tê (şîea û Sina) , Alozik û pirsgirêkek mezine ji Leşkerê Emerîkayê re , bibe rex  di vî şerî de , lewra Biryar û Helwestên bi rêkûpêk jê tên xwestin , ev jî hevpişkîk fereh ji hewldanek nuh re pêwist dike .

– Raport cihê rexnê û nerazîbûnê ye ji aliyê desthilatdariya Libnan , Hzên serskî û desthilatdar li Îraqê û dewleta Îsraîlê , ev yek jî di dê Xwiyanî kirin ku wê destin li dû Raportê hebin , wê hin din jî li beramber rawestin di nêv xwedanên Biriyarê di Koçka – sipî de .

– vejîna Pirojê Aştiyê di rojhata navîn de , di navbera Îsraîl û Ereban de , ku ev yek jî xwesteka dostên Emerîka ên Ereb bû , bi taybetî Misir û Siûdî , ku bi dîtina wan ev yeke wê wan bi parêze wekû rujêm ji Celda wan a dilxwaz û piştgir ji Têrorê re , herweha çareserkirina Kêşa Filestîniya dê sinorekî ji wê piştevaniyê re dane bi dîtina wan  , wekû diyar û ber çav bû , ev hewldan hate holê di dema seredana Boş li Urdinê û berî wî serdana Dîk tşînî li Roj hilata navîn , engo berî derkitina Raporta navdar bi demek baş , sersdana Tonî Bilêr a dawî jî li deverê , vê yekê mukum û dupat dike .

ev didê xwiyakirin girêdana pirsgirêk , Kêşe û Babetên Deverê bi hevre , her weha çareserkirina wan bi şiyan û berjewendiyên hêzên serkêş li ser Astê Cîhan û Deverê ve girêdaiye .

xwendinek di van xalên bûrîde , vexwendinek ji Bûyerên Dîrokê re , rawestanek li ser rewşa Ramiyarî , Êdiolocî di civaka Rojhilata navîn bi giştî , Kûnêr û Wermên Nexweşiyê , ên teqî û ên liber teqînê , tev çirîsk û birûskên Ewirvedanek nehîn û nediyarin , bê goman wê li cihna Baranbe , li cihna Befir be , li cihna Teyrok be , ev yek jî şiyarbûn û xweberhevkirink sergihayî , Diblomasîk zîrek û nerim li gor Serdemê dixwaze . Hejî gotinêye Dewletek , desthilatdarîk mina  Emerika  , nayê bawerkirin ku siyseta wê, xalên Projên wê ên ji dervî Sînorê Welatê wê  , Istraticiya wê , bi vî Rengê tê dêran û vewejartin , zelal û eşkerabe , wek di Raporta Bêkir – Hamilton de hatî diyarkirin , lê bê goman Raporta navdar wê Mayînek pir Ber û Xurde bê , di avahiya siyaset û Îstratîciya Koçka – sipî de , hişiyarî , pisporî û xweparêzîk bi rêk û pêk tê xwestin ji hemî alî û rexên pêgîr û girêdayî bi Bûyer û Pirojên paşeroja devrê ve , Miletê kurd û tevgera wî a siyasî weku Xwidan Dozek Rewa , Xwedan Destpêşxerî ji pêvajiwa Guhartinan ta wek  Îro  , xwe berhevkirinek nuh ji Qûnaxek nuh re , jêre pêwîst û giringe  , melevanîk nerm û zîrek di vê çarçovêde  , ne xasime jêder , Sitûn û paldarên xwertiya biriyar û helwesta wî , di vê Qûnaxêde pak û pirin .li hevragirtinek tenik  û dijwar , navbera Berjwendiyên Gelê Kurd û berjewendiyên Hêz û desthilatdariyên serkêş û rayedar di Cîhan û Deverê de giring û pêwiste , di gel yek rêzî û yek dengiya me , bê goman rêya qurtalbûn û parastina Gelê meye , ta tûşî tu xerabî û pîlanên xerab ên din newê . hejî gotinêye Hewldan û gavên hêja di vî warîde , ên Hevbendiya  Kurdistaê li Îraqê , kar û xebata sazî û dezgihên Civaka kurd li Herêma Kurdistanê , cihê Rêz û rawazê ne , Berhemên wan Karan jî wek hate diyarkirin Cihê Dil xweşiyêne , lê Bablîsok berdewame , dibê Gera wê li meydanek fereh be , êan jî di Iyarek dev vekirîde bi live , êan jî Qirş û Kewşa Çalek vekirî bi xwere hildere , li dawî wek Kurd di bêjin Dehbek bê Ewleye .

* ev gotar di belavoka (partî – hijmar (3)) de hatiye weşandin

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Şîlan Doskî

 

Çiyayên Kurdistanê di biharê de ji nû ve şiyar dibin. Piştî mehên dirêj ên zivistanê, giyayên kûvî li her derê şîn dibin, ku bi sedsalan beşeke girîng a çanda kurdî ne.

Ew ne tenê di çêkirina xwarinê de têne bikaranîn, lê ji ber taybetmendiyên xwe yên dermankirinê jî…

Tengezar Marînî

Ji bo em bikaribin pirsan biafirînin, pêdiviye em hişmendiya xwe têxin bin barê lixwevegeranê.

Vê carê bi felsefa civakî re û yek ji wan profesorên Fîlosof ên jin (Hanah Arendt

Teoriyên felsfa Civakî yên Hannah Arendt

Hannah Arendt (1906-1975) teorîzan û fîlozofeke siyasî ya bibandor…

EBDILBAQȊ ELȊ

Avdareke nȗ ȗ rewșȇn dijwar

Dem dibûre û sal li pey salȇ tȇn, sal nȗ dibin, temenê mirov jî bi xwe re kintir û kevintir dike, lȇ mirov tu carȋ ranaweste, hêvî, omȋd û dilxwazî di dil de her dimînin ȗ her ȗ her nȗjen, zindî û…

Narîn Omer

Bi çavên min te nabînin
bi lêvên min te naxwînin
Di dermafên te şaşyar in
xwe yekcarê dixapînin

Nikarim bê te jîndarbim
tenê rûnim tenê rabim
Tuyî mayîn tu jîna min
ji ber mana te vîndar bim

Li gor dana te bêzar im
li ber pesnên te bêzar im
Ziman û ev qelem jar bûn
li şûna…