Bese tundûtûjiya li dijî Rojnemevanan..!

Rojnemevanî dezgeheke di xizmeta mirovahiyê de ye, di riya nameya wê de veguhastina nûçe û bûyer û wêneyan de ji seranserê cîhanê, ev hemû bi mebesta xistina ronahiyê ser êş û jana mirovane û herwiha danîna civaka navneteweyî beramber stûbariyên wê û zûlivîna wê bi armanca peydakirina çareseriyên pêwîst.
Herwiha, rojnemevanî di nameya xwe ya pîroz de xwe dispêre komeka rojnemevanan yên ku jiyan û paşeroj û hebûna xwe dikin qurbanî ji bona mirovahiyê û canfîdayiyê di karên xwe yên giring û tirsnak de, dikin.
Mixabin ku her roj û her gav em ji vir û wir dibihîsin ku rojnemevan bê hijmar tûşî binpêkirin û arîşeyên cuda-cuda tên ji aliyê civak anjî rêjîm û hikûmetan ve.
Herwiha, mixabiniya me zêde dibe dema em dibînin ku piraniya dewlet û desthilatên cîhanê peyamên navneteweyî îmzekirine ku binpêkirina mafên mirov û azadiyan qedexe dikin.
Madeya 19an ji Daxuyaniya Navneteweyî ya Mafê Mirovan ya sala 1948 an, dibêje ku:
(Her kesek mafê bi karanîna azadiya nêrîn û derbirînê heye di nav de mafê helbijartina nêrînê bê astengî heye tevlî mafê veguhastin û wergirtina nuçê û ramanan bi hemû şêweyen heyîn bê guhdana bi sînoran)
Di heman warî de, di peymana navnetewî ya taybet bi mafên sivîl û siyasî a sala 1996 an de hatiye ku:
(Her mirovekî mafê azadiya derbirînê heye û di nav de wergirtina hemû coreyên agahî û ramanan û veguhastina wan bê guhdana bi sînoran çi di rêya name, belavok anjî di rêya hunerê yan çi şêweya berdest.)
Tevlî vê çendê jî, em dibînin ku her roj rojnemevan tûşî pîstirîn rengên binpêkirin û dijwariyan tên ji aliyê rêjîm û rêxistinên terorîst ve bi çanda wan a siyasî ku armanca wê bendkirina azadiya nêrîn û derbirînê ye.
Roj derbas nabe ku rojnemevanek rastî girtin anjî kuştinê nayê:
(Semîr Qesîr–Cubran Tiwênî–Leyal Necîb–Atwar Behcet–Abdulheyî İliyaduh–Murad Belqasim–Hemîd Alureîbî–Mihemmed Teha–Hîdayet Alsalim-Mazin Diena–Zekeriya Ahmed–Îmad Abûzehira–Emced Behcet Alalemî–Deyf Xezal–Riham Fera–Tariq……htd)
Ji sala 2001-2006an hijmara nivîskar û rojnemevanên ku di ber karê medya û rojnemevanî de jiyana xwe ji dest dane gihîştiye zêdeyî 72 kesan!
Di vê derbarê de, siyaseta girtin û zindankirin û binçavkirin û bikaranîna zextên sayikolocîk û têrorê hêjî berdewame derheqa rojnemevan û çalakvanên nêrîn û bikarhênerên İnternet bi mebesta qedexekirina peyiv û ramanan:
(Abdulkerîm Xîwanî-Abdurehîm Arîrî–Mustefa Hurmetulah- İdrîs Sîkîs–Senaa Acî–Mihemmed Seîd Sehlawî–Husên Abdulezîz Alhebeşî–Abdulselam Barûdî–Akber Cancî–Mustefa Kehremanî–Mecîd Mihemmed………htd).
Tewana herî mezin di derheqê rojnemevanan de ew biriyara bi darvekirinê bû ku ji aliyê rêjîma Îranê ve derheqa dû rojnemevanên kurd yên genc de hatiye girtin (Ednan HesenPûr– Hîwa Bûtîmar) ji ber çalakiyên wan di warê nivîsevanî û rojnamevaniyê de.
İraq dewleta pêşîne ku têde rojnemevan û karkerên mediyayê herî zêde têne kuştin û têrorkirin ji ber rewşa ewlekariyê ya têkçûyî li wira.
Her weha, Sûriyê weke dewleta herî navdar di warê binpêkirina mafê derbirîn û nêrînê de, di rojhilata nêvê de tê hesibandin:
Tunebûna rojnamegeriya azad û yasaya medyayê a modêrin û dêmoqratîk, kiryarên rêjîma Sûriyeyê yên berdewam derheqa rojnemevan û çalakvanên nêrînê û nîşandana hemî cûrên zexit û fişar û dûrxistina wan ji kar, tevlî girtin û zindankirina wan, û sitandina biriyarên tund li dijî wan:( Arif Delîlê-Anwer Albunî– Kemal Allebiwanî-Mîşêl Kîlû–Xelîl Hisên–Mesûd Hamid–Hekem Albaba–Riyad Dirar–Alî Alabdelah–Mamûn Humsî–Fayiq Mîr-Salar Osê–Îbrahîm Yûsiv–Anwer Naso–Lewend Hisên–Mehmûd Îsa–Tariq Xoranî û her 6 hevalên wî…….htd).
Dîsan, di dema dawî de rêjîma Sûriyeyê û alavên wê yên ewlekariyê êrîşî hinek damzirênerên rêxistina me– Rojnamevanên bê Rojname–û di nav wan de Cîhad Salih yê ku ji mafê karmendiyê hatiye bê par kirin û tûşî lêpirsîn û têrorê hatiye, ji ber calakiyên wî di warê rojnemevaniyê de û reva wî ber bi Beyîrûtê ve.
Her weha, nûçegihanê Ktv Sîrwan Qiço-yek ji damezirênerên rêxistina me–Rojnemevanên bê Rojname–ji ber îmzeya wî li ser daxuyaniya rêxistinê ya piştgirî girtina rojnemevanê İngilîz– Alan Joniston re û rasthatina heval û kesûkarên wî ji lêpirsîna alavên ewlekariya Sûriyeyê, belavkirina navê wî ser sînorê Sûriyê.
Em endamên-Rojnamevanên bê Rojname-ya ku ji bo azadiya peyîvê û rojnemevaniyê di xebite, daxwaz ji dewletên xwedî civakên azad û parêzvanên dîmoqirasiyê û azadiyê di cîhanê de, dikin ku bi micidî û rastiyane kar bikin bo rawestandina teror û tûndûtûjiya dijî rojnemevan û rojnemevaniyê, û hewl bidin ku zagonên navneteweyî deyînin ji tevahiya cîhanê re û azadiya dezgehên ragihandin û mediyayê biparêzin û jiyana rojnemevanan jî biparêzin.
Ji ber van sedeman û weke gaveke piratîk bi mebesta xistina ronahiyê li ser êş û azara me–rojnemevanan-li seranserê cîhanê û binpêkirinên ku di derhqê rojnemevaniyê de têne kirinê, me biriyar girt ku em gerêveke birçîbûnê li dirêjahiya 3 rojan lidarbixin, û nerazîbûna xwe derbarê çanda têror û tûndûtûjî derheqa nameya pîroz ya rojnemevaniyê de derbibirin, bi hêviya ku wijdana mirovan li cîhanê şiyar bê û bibîrbîne kû dem hatiye ji bo parastina rojnemevanan û azadiya wan û misoger kirina mafê wan li her cî û warekî.

Beşdarên Girêvê:

Nivîsgehên –Rojnamevanên bê Rojname- li Awropayê
Rojnamevan Mesûd Hamid-nivîsgeha Ferensayê
Nivîsgeha ragihandinê-Sûriyeyê: Ciwan Mihemmed
Nermîn Temo: nivîsgeha qanûnî li Awropayê
Aysel: nivîsgeha Ferensayê
Dilyar Dêrikî, nivîskar:nivîsgeha Holendayê
Îzana Larosî:Nivîsgeha ragihandinê-Ferensa
Mamo Alo: nivîsgeha Londonê
Ebdilxaliq Mihemmed:nivîsgeha Almaniyayê
Xalid Elî: nivîsgeha Kurdistanê
Parêzer Mesûd Kaso: nivîsgeha qanûnî li Sûriyeyê
Cîhad Osman: nivîsgeha Qubrisê
Cîhad Salih: nivîsgeha Beyrûtê
Sîrwan Qiço: nivîsegha Lubnanê
Naze Ehmed – Dîdar Mihemmed-Gulyar Derwîş: nivîsgeha Ragihandinê Sûriyeyê
Besam Mistefa : nivîsgeha ragihandinê Kurdistan
Yaşar Murad: tirkiyeyê
Piştgirên girêvê:
Rêxistina Maf-Şêrwan Murad-Kanîwar Xelo-Husên Colî-Frank Tyobald-Ciwan Ebdî-Bahoz Murad-Dr.Fener Aras-Tirkiyê Şemo-Serwer Murad-Semîre ji Cezayir-Letîfe Delîmî-Amir Îbrahîm-Orhan Azol-Rêxistina Partiya demokrata kurd li sûriyeyê(el-Partî), şaxê Ferensa-Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyeyê, rêxistina Ferensayê-Komela Hebûn a Kurd li Ferensayê-Xelîl Husên çavdêrê kombenda mafên mirovan û cikava sivîl li Bulxariyayê-Ezîz Mihemmed-qubris-Seîd Haşimî –Qubirs-Mihdî Gabarî-qubirs-komeleya kurdên Îranê li ferensayê-Dr.yasser Ehmed-Ferensa
Navên dinê:
-Îbrahîm Mihemmed Xelîl Murad-rojnamevan
-Şahîn Ebdulrehman Hesen-xwendevan
-Hesen Îbrahîm Hesen-xwendevan
-Mihemmed Îsa Silêman-xwendevan
-Zuhêr Mihemmed-xwendevan
-Yûsiv Husên Yûsiv-xwenedevan
-Mihemmed Elî Îbrahîm Omer-xwendevan
-Kawa Mihemmed Bişar-xwendevan
-Mihemmed Hemo-xwendevan
-Mihemmed Xêr Ereb-rojnamevan(Aso)
-Homen Sadiye-xwendevan
-Weriyî Bodaxî-xwendevan
-Husên Hesen Zade-xwendevan
-Soran Qurbanî-xwendevan
-Şoriş Îbrahîmî-xwendevan
-Rehman Bêrûtî-xwendevan
-Hîwa Îbrahîmî-xwendevan
-Husên Xerîbzade-xwendevan
-Kawa Mihemmed Emîn-ragihandin
-Ciwan Xalid-Girtiyê Berê
-Şêrwan Mella Îbrahîm-ragihandin
-Îbrahîm Mehmen Dost-xwendevan
-Omîd Mehmûdzade-xwendevan
-Xomin Merdanî-xwendevan
-Reşîd Ehmed-bazirgan
-Jiyan Xelîl-xwendevan
-Nesîm Feqe-çalakvan
-Ebdulqadir Hesen-xwendevan
-Ezîz Îsa-nivîsgeha qanûnî-Lubnan
Piştgirên Girêvê:
-Mey şedyaq-rojnemavan
-Mihemmed Xanim-nivîskar û rojnemavan
-Ciwan Şêxmûs-xwendevan
-Alan Hessaf-xwendevan
-Seed Amûdî-nivîskar û çalakvan
-Xemilîn Şêxmûs-xwendevan
-Amir Mihemmed Salih-çalakvanê mafê mirovan
-Husên Remezan-çalakvan û girtiyê berê
-Salar Salih-girtiyê siyasî berê
-Hind Lebwanî-çalakvan
-Andrê Temo-çalakvan
-Elî Hac Husên-rojnamevan û çalakvanê mafê mirovan
-Îdrîs Mihemmed-rojnamevan û nivîskar
-Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî
-Mehmûd Mihemmed –endamê polîtburoya partiya yekîtiya demokrat li Sûriyê(Yekîtî)
-Dr.Îsmayil Hessaf-mamostayê zanîngehê
-D.Kawa Azîzî-mamostayê zanîngehê
-Fethulla Huseynî –helbestvan
-Hoşeng Derwîş-sernûserê rojnameya Rua Huriye
-Şelal Gedo-sernûserê rojnameya Emel
-Azad Dîwanî-Rêxistina Mafên Mirov li Sûriyê
-Yasîn Husên-helbestvan
-Kamîran Îbrahîm-Hunermend
-Partiya Yekîtiya Demokrata Kurd li Sûriyeyê(yekîtî)-rêxistina Silêmaniyê
-Jana Seyda-nivîskar û wergêr
-Helîm Yûsiv-çîroknivîs
-Jan Dost-nivîskar
-Ciwan Mîranî-ragihandin
-Ebdulla Sebirî-ragihandin
-Salar Ehmed –xwendevan
-Zuhêr Mihemmed-xwendevan
-Elî Şêxo-endeziyar
-Mîran Husên-rojnemevan
-Selîm Mîranî-çalakvan
-Fehed Şerîf-endezyar
-Xelîl Ehmed-ragihandin
-Zerdeşt Hemo-girtiyê berê
-Mehmûd Yaqûb-girtiyê berê
-Kawa Ferman-çalakvan
-Îbrahîm Mihemmed-girtiyê berê
-Çiya Cizîrî-xwendevan
-Hoşî Murad-xwendevan
-Sedar Silêman-xwendevan
-Mihemmed Birîmko-rojnamevan
-Şiyar Xelîl-xwendevan
-Şoriş Serbest-xwendevan
-Luqman Bavê Azad-endeziyar
-Şêrzad Mihemmed-xwendevan
-Ciwan Mehmûd-xwendevan
-Eyaz Hacî-xwendevan
-Mihemmed Hemo-helbestvan
Têbînî: Nav li gora elifbayê nehatine rêzkirin.
-Rojnamevanên bê Rojname sipasiyê pêşkêşî hemû dezgeh û rêxistin û kesayetiyên ku alîkarî di vê girêve de kirine, dike.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…