Wî şepalê ku…lingê xwe xwar!

Besam Mistefa
 

Ji ber bindestiya me ya dirêj-ya neteweyî û civakî û aborî û çandî….htd-tiştek pêwîst bû ku azadiya windayî bîne bîra me! Mixabin, ku nexewşiya me kurdan ya here dijwar Jibîrkirine!.Em zû tiştan jibîr dikin:yên baş û yên xirab! Wisa dixuye ku, divê hercarê tiştek anjî bûyerek biqewime, rûdanek rû bide daku tiştê hatiye jibîrkirin, bibîra me bîne.
Wî şepalê ku lingê xwe xwar û kire qurbanê azadiya xwe (nûçe di malpera Nefel-ê de hatiye belavkirinê), dîsa buhayê azadiyê–nemaze ya takekesane–anî ber çavan. Metelmayî, min li wêneyê şepêl mêze kir: Gelo azadî wisa giranbuhaye ku mirov…na ku lawir û ajal jî lingê xwe bikine qurbanê wê? Gelo, azadî wisa hêjaye ku wî şepalî lingê xwe xwar daku wê bidest xîne? Belê, mirin ji jiyaneke bê azadî, sed carî xweştire!.
Lêbelê, em kengî azad bûn heta em weke şepêl bikin: Li her derî zîndan!.Di malê de, dê û bav û birayên mezin. Li kolanê, awirên çavên sor û westiyayî ku li benda wê rojê ne ka kengê ewê heyifa xwe ji erd û asîman, ji yezdan û ji pelîdan, ji pêşeroj û ji paşerojê, bistînin…Li dibistanê, mamosteyên xwedî dar….htd-awiya jiyana pûç û vala.
Na, jiyan ne pûç û valaye, em wisane!
Îro roj, şepalê ku lingê xwe xwar, hêjayî pûtekî sade zêr yê azadiyê ye: ji pûtê li Amerîkayê mezintir û xweşktir.
Wî şepalê ku lingê xwe xwar wane, îbreteke herî mezin da me: Mirov mirî ye hetanî ku vê pirsgirêkê-ya azadiyê-çareser bike, angu azadî wisa girîng û mûhîme ku bi hebûn û nebûna jiyanê bi xwe ve girêdayî ye, bi gotineke din: bê azadî jiyan nabe!
Diyare ku, eger takekes ne azad be, mal jî azad nabe. Dîsa, eger mal ne serbest û aza be, civak jî nikane azad be, û eger civak ne azad be, welat jî ne azad e, û eger welat ne azad be, cîhan hemû ji azadiyê bêpar dibe. Destpêk û dawî, her azadî ye. Mirovê bendkirî û di nav qeyd û bendên ku nayên hîsab û hijmarê de be, dê nikaribe tiştekî pêşkêş bike, ji ber ku ew ji çeka herî bihêz ya kar û jiyan û berhemdanê, bê pare: weke yekî mirî. Lêbelê, mirî jî azad in! Bi gotineke din, mirovê wisa ne sax û nejî mirî ye û eva bi xwejî ji mirinê dijwartir e.
Wisa dixuye ku, azadî ji wê silogana ku di belavokên partiyên me de, tê avêtin, bi gelekî mezintire taku lawirek, şepalekî xweşik û birûmet! Lingê xwe, rasttir, jiyana xwe -bê dudilî-bike qurbana wê. Belê, Bi azadiyê dexl şîn dibinbi azadiyê gul bîn didin…Bi azadiyê em jîr dibin….Qehr û xemê hun çê nekin!!
Ez gelek caran di zivistanê de, di nav serma û seqma wê de, pencereya devera ez lê(ji ber ku tucarî cî, ne ciyê min bûye!) vedikim. Yê ku min nas dike wê bêje qey ez wa dikim daku dûyê çixareya ku nayê vemirandin, derkeve. Lê, eva ne raste! Tenê ji bo hinek azadî ez wisa dikim, ji bo xwedayê min bibîne ku, çiqasî min jê lavakiriye ku tenê hinek…azadî bi bayê sibê re bi ser topraxê mirina min de, bişîne!

Belê, bi azadiyê gul bîn didin…….!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…

Narîn Omer

Malpera “Welatê me” ji bîst salan ve û heta niha jî dana xwe ya bê hempa di warê çand û wêjeya kurdî de didomîne.
Ew yek ji wan çend malperan e ku bê navbir û behnvedan weşan û beşdarbûna xwe, hem bi zimanê Kurdî û hem jî bi Erebî…

Reşîd Ebas

Berî sê rojan min nûçeyeke xemgîn bihîst, ew nûçe ya barkirina nivîskar û helbestvan Hişyar Muhemed bû dilovaniya Xwedê li giyanê wî be. Ez pir bi vê nûçeyê xemgîn bûm, piştî du rojan min bi rêya (masincir) bi Evdî Çaço re deng kir, sersaxî ji wî re xwest û di…