Hijmara nû (32) ji kovara Hawara Nû derket

  Hijmara nû (32) a meha Tebaxê ji kovara Hawara Nû a hizrî-ramyarî-çandî-ku Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî mehane û bi herdû zimanên Kurdî û Erebî derdixe, kete ber destê xwendevanan de.

Gelek babetên hizrî û ramyarî û wêjeyî ciyê xwe di hijmara nû de girtine, tevî deqên sêmînarên Kombendê yên heftane.
Ji bilî pêşgotina hijmarê a bi sernavê“Rêjîma Sûriyeyê berbi peydakirina nakokiyeke nijadperestiya nûve diçe” van navnîşanan cî girtiye: Tirkiyeya neteweperest û Îslamî li dijî rizgariya gelê kurd e ya birêz Selah Bedredîn, Mafê destnîşankirina çarenûsê di navbera yasa û siyasetê de ya birêz Îbrahîm Abraş, Madeya 142 û şiyanên reeal ji bo serrastkirina destûra herdemî ya birêz Dr.Azad Osman.
Di beşê Kurdî de, deqên van sêmînaran cî girtine: Tundûtûjî li dijî jinan ya Dr.Şiwan Mihemmed–Piroseya “standardkirina” zimanê Kurdî ya Dr.Elî Cokel-Îslam û kuştina jinan di bin navê “xesel `ar “ de ya birêz Omerê Cengiyanî- Peywendî di navbera herêma Kurdistan; û Bexdayê de ya birêz gotûbêjê fermî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cemal Ebdulla. Ji bilî sêmînaran, van babetê han ciyê xwe di beşê Kurdî de girtine: Wergera Ebdulxaliq Berzencî ya “Tirsnaktirîn belgenamekan: Kê kurdî bi Îraqewe likand?”-Gera Palo li welêt ya Besam Mistefa-Naskirina wateya peyivan (ziman–beşa 9) ya Hesen Huseyîn Denîz-Xezal û Kûsî çîroka Wezîrê Eşo.

Ji bo agahiyên bêtir Hawarê li ser vê navnîşanê bixwînin: www.hevgirtin.net.

Sergotar

Rêjîma Sûriyeyê berbi peydakirina nakokiyeke nijadperestiya nûve diçe

Pilanên şovînîst li dijî Kurdan ranewestiyane. Eger serjimara awarte ya sala 1962, dora 150, 000 mirovê Kurd ji nasnameyê bêpar hîşt û zinnara erebî ya ku bi taybetî ji salên 60-î ji sedsala buhurî hate danan bi mebesta guhêrandina bunyadgeriya dêmogirafîk li deverên Kurdî li berjewendiya erebkirinê, armancên xwe bi temamî bicî neanîbin lêbelê salên piştî herdû pilanên sîstêmkirî bi dehê kiriyar û karûbaran bixweve girtin, di nav de fitneya sala 2004an, ya ku li Qamişloyê destpêkir û li Zoravayê bidawî bû, û di Kobanê û Helebê û Efrînê de derbas bû, û cemawerên Kurd ew ji fitneyekê veguhastin bo rabûneke pîroz li dijî desthilatdariya dêspotîka şovînîst û hîşt ku pilan li pêşiya welatiyên Sûriyeyê û cîhanê tevî were riswakirin berî ku armancê xwe yên xirab pêkbîne ku hêvî dikirin kurd û ereban li hev gur bikin û nawçeya Kurdî bikin yeka leşkerî û şerekî xiyalî peydabikin bi cînarê Iraqî re ji bo balkişandinê û servezêdekirinên neteweyî.
Di qonaxa niha de, rêjîm bêtir bi hewceyî lîstikên wihaye nemaze piştî pêşveçûna dadgeha navneteweyî ya taybet bi tawana destkuştina serok Herîrî û kifşbûna desttêwerdana rêjîmê di karûbarê Lubann û Îraq û Filistînê de û biriyara civaka navneteweyî bi sizadana rêjîma Sûriyeyê û firehbûna refên opozisyona demokiratîka Sûriyeyê li hundir û derve û zêdebûna piştgiriya navneteweyî ji opozisyonê re tevlî berzbûna nerazîbûn û astengiyên navxweyî tanî di nava rêjîmê bi xwe de û herweha pêkhatina bûyer û teqînên vî dawiyê.
Ji ber van sedemên li jor gotî, rêjîm hewil dide ku rewşê li parêzgeha Cizîrê têkbibe û pilana erebkirinê berdewam bike û dehan malbatên ereb ji derveyî nawçê bîne ku li wira bicî bike û dest deyne ser zeviyên cotyarên Kurd yên ku berê zevî di bin navê “zeviyên dewletê”de ji wan hatibûn sitendin. Gelek hêz û kesan ji ereb û kurd û niştimanperweran agahî derbarê xeterên vê biriyarê dabûn ji ber ku gelê Kurd bi hemû çîn û tiwêjeyan dê bê dudilî li hemberê pilanê bêdeng nemîne û dê piştgiriya niştmanperwerên Sûriyeyê û raya giştî ya cîhanê bidestbixîne di vî şerê bo parastina mafan û demokirasiyê de.
Bûyer weke ezmûnekê ye sebaretî hemû gelê Sûriyeyê ji kurd û ereban û encamên wê dê rê û asoyên balansa hêzê û derfetên guherîna demokiratîk destnîşan bikin, ev guherîna ku ser radeya hevgirtina herdû tevgerên niştmanî di gorepana kurdî û erebî de di warê pêkanîna armnacên hevbeş de, dimîne.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…