Ma şoreş ji bo çi ye..?

Mehmûd Badilî

 Îroj em ber bi qonaxeke dîrokî nû ve diçin, wek xewnekê ye, tev ku ev qonax hîna rûdêmên wê baş xuyanebûye, çiku hîna şoreş lidare, û hêzên siyasî yên ku doza guhertinê dikin ta nuha hîna pirojeyeke siyasî berfireh û ronî li ba wan peydanebûye derbarî gelek pirsgirêkên siyasî, rewşenbîrî û komelayetî yên girêdayî bi rewşa miletê Sûrî, û rewşa miletê kurd bi rengekî taybet.
Belê şoreşa milet lidare, şoreşa rûmet û azadiyê dijî rêjîma zordest û xwînmij, şoreşeke evsaneyî, destaneyî û aştiyane ye li hember top û tangên rêjîmê ku gelek têgeyeşte û pîvanên siyasî û civakî û rewşenbîrî bi alî guhertinê ve ajotiye, hema yek ji va guhertinan dema miletê Sûrî bi yek hest û dengî bandike miletê Sûrî yeke, ev yek nîşaneya guhertinek mezine di mejiyê siyasî de, ji xwe serkeftina şoreşê di vê yekê de, digel ku rêjîmê bi xwe ji destpêka şoreşê û ta nuha jî dixebite bi alî bikaranîna siyaseta ji hev cudabûn û ciyawazkirina netew û navnetewan.
Lê rêjîm di vê yekê de ta dawî  biserneket, mixabin rikberiya Sûrî jî bi hemî hêzên xwe, sûde wernegirtin ne ji ezmûna şoreşên welatên dîtir û ne ji şoreşa miletê Sûrî bi xwe, wisa gelek nakokiyên dîrokî û siyasî hîna lidarin, nemaze helwest ji pirsa miletê kurd di hindirê Sûrî de, û çareserkirina vê pirsê bi rengekî dadî li gorî rêz û rawaz û yasayên cîhanî, û xala dî girêdayî ye bi Sûriya nû ve dê sîstema desthilatdariyê wê bi çi şêweyî be.

Bêguman dê şoreş biserkeve, û guhertin dê cîbicî bibe, çiku ev yek bi vîn û viyana mletekî ve girêdayîye, lê metirsiya mezin ku ta nuha hin hêzên siyasî di çarçewa rikberiya siyasî ya Erebî û kurdî jî de, bi mejîkî siyasî girtî danûstandinê bi şoreşê re dikin, bi siyaseteke doxmatîk,  weku ew tenê li meydana xebatê hene, ramanên wan xwedayîne, guftûgo li ser çênabe, wisa rengê siyasetên rêjîmê bi xwe bikartînin derbarî milet û kargêrkirina aloziyan, bêguman konevanî bi vî rengê ha qet nema tê qebûlkirin, divê ku ev hêzên wisa diramin û bi oflazî danûstandinê dikin, xwe biguherin, û şêweyê demoqratiyê derbarî hemû aloziyan bikarbînin, û şoreşekê di kiryar û mejiyê xwe yê siyasî de lidarxin.. Ma şoreş ji bo çi ye, ku hemû kiryar û ramanên kevneperist û paşketî, neyin binaxkirin, û têgeyeşteyên şaristanî û sivîl û serbest û demoqratî bi ser nekevin..?.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…