Xwendineke Rexneyî Li Ser Pirtûka (Rêzimanê Kurdî) Ya Mamoste Mele Ehmedê Palo (3-3)

Qadir Egîd
Ferhengoka Bê Wate:
Di her pirtûkê de peyvine nû derbas dibin, û ji bo xwendevan di şîrovekirina van peyvên nû de nekeve şaşiyê de, her nivîser van gotinên ku hest dibe  nû û biyan in, bi rengekî hêsan şîrove dike û wateya ku xwestiye bigihîne xwendevanê xwe dide xuyakirin.
Lê di pirtûka nav destê me de, gotinên ku hatine şîrovekirin gotinin normal û di jiyana me ya rojane de derbas dibin û her roj em wan bikar tînin, tev wilo jî nivîser kedek li xwe zêde kiriye û ev peyv dane ber şîrovekirinê. Wek nimûne, di rûpela 10an de, heyşt malik ji helbesteke bê nav derbas dibe, û dibe ku ev helbest ya nivîser bi xwe be:
Bi navê xwedayê mehrivan  û dilova 
Pesnê bê payan  ji bo xweda yê herdû cihan
Ji lewd aye me ev zar û ziamn 
Zarê dolemend  bi destûr  û rêziman 
Bi pê em cudabune  ji bêbinû dijminan
Divê em pê bidin zanîn kok û nejad  û ayinan
Ku em in kok û bingehê  nejadê ariyan 
Ew ji vir çûne em dimane li van ciyan.
Gello ma kî nizane wateya mehrivan û dilovan, yan dolemend û destûr û rêziman. Yan – di ciyin dî de -wateya dibistan, jiyan,parêzer,seraser, hevok,perîşan, war, ro, û jîn.
Tev hêsaniya wateya van peyvan, lê hinek ji wan – mixabin- bi rengekî ne durist û zaniyarî şîrove bûne, wek: 
Jiyan: xweşî — parêzer: Parêzker– Hevok: cumle– Girav: cezîre ji girê avêre tê gotin.
Hin peyv di naveroka pirtûkê de derbas bûne, û nivîser şîrovekirina wan careke dî avêtiye ser milê xwe, lê di wî karî de bi ser neketiye û bi rengekî sist û qels û hin caran şaş jî şîrove kirine. Wek nimûne:
Daxwaz: معنى
Şevder: طارق الليل
 Sêr : نزهـة 
 Van: إرادة
Xêt:إصلاح وخدعة
Yon:واحد
Yî: هو 
Pirjimêr: عشرات ومئات الألوف
Êre : هنا
Êşan: وجع
Gon: حمل
Hîn: علم
Kê: متى
Nevşe: شعر
çolgerî:  سياحة
Têghiştin: استفهام
kar: عمل 
kîr:ذكر
kir:فعل
Hin ji wan şîroveyan gerekî (Teşkîl)ê bûn, ango Fetih û kesre ji wan re gerek bûn. Wek peyva (حمل), gelo di daxwaza nivîser di erebî de çi ye: (َحِمْل, حَمِلْ, حَمّلَ, حَمَلَ) e. Her weha peyvên (علم, ذكر,فعل,وجع, شعر) jî.
Xwerdepaş, Nîşandek, Pirtikên Pirjimariyê
Xwerdepaş :
Di beşê navê cihder de, nivîser dide xuyakirin kuew jî du ber in, xweber û sazber. Yên xweber – li gor nivîser – mîna: Xanî, Meydan, Dibistan, Seray, Hêlîn, Cih, Dever, Tifik, Civat, Kolîn, Dere.
Lê yên sazber ew in, ku bi alîkariya emrazên ku ji wan re tê gotin xwerdepaş mîna: Geh, Bistan, Dan, Zar, Lîn, Xan, Nok, biakr tê.
Ev navên ku di berê xweber de derbas bûn  hin ji wan ne xweber in, wek: Dibistan, Tifik. Her weha her du peyvên: Cih û Dever jî nakevin wê rêzê de, ji ber mijar bi xwe li ser cih û deveran e. 
Di beşê navên sazber de peyva (Bistan) bi xwe ne xwerdepaş e, û ew peyveke resen e di zimanê Kurdî de, û ne wek gelek guman dikin jî ku ev peyv erebî ye, ji ber ew ji du kîta bikar tê (bihn+istan) ango cihê bihnê, lê bi demê re sivik bû û bû bistan û ereban jî bikar anî.
Dibe ku mebesta nivîser ji vê xwerdepaşê (istan) be jî, û dibe ku rast nivîsîbe jî, lê di dema vegustinê de ev şaşî çê bûbe, ji ber di nimûneyan de –  tev ku wî  sitan nivîsandiye – wilo bikar hatiye: Buharistan, Kurdistan, Gulistan.
Di beşê xwerdepaşeya (Lîn) de, nivîser du peyv bikar anîne ew jî ev in: Gur,Mûr, lê xwerdepaşeya (istan) ji wan re bikar aniye, lewre divabû ku ev  peyv di beşê xwerdepaşeya (istan) de, ne di ya (lîn) de biakr bihata.
Nîşandek: 
Yek  ji nîşandekên ku nivîser di rûpela 65an de bikar aniye, ev e:
(1- (-): Axiftinok: Yanî gava di nivîsarekê de berek jê di şiklê axiftinê de tê nivîsandin , ji dest pêka her gotinê re nîşandeka axiftinê tê danîn wek: perwer ji dûvikre got;- ji karê xwe vegere – were em tevde ji bo welat xebatê bikin; dûvik lê vegerand; got- no ez nayim – perê min tunene.) 
Rast e, axiftinok di destpêka gotinê de tê danîn,lê ne bi şêweyê ku nivîser bikar aniye, ya durist û rast ev e:
[perwer [ Perwer ]ji dûvikre [ Dûvik re ]got;- [ got: ]
– ji [Ji]karê xwe vegere – [,]were em tevde[ tev de ] ji bo welat xebatê bikin; [.]dûvik [ Dûvik ]lê vegerand; got- [ got: ]
– no [Na]ez nayim -[,] perê min tunene[ tune ne ]. ]
nivîser çend nîşandekên dî bikar anîne, lê bê mînak yan bê ku cihê bikaranîna wan bide xuyakirin wek:
3- (….) – Piranok:
 Di vir de nivîser tu mînak ji xwendevan re bikar neaniye.
4 – ( – )Bendek (إشارة النقصان):
Nivîser di vê nîşandekê de, hevokek wek mînak bikar aniye, lê bê ku vê nîşandekê derbas bike hevokê:
(Dema dibistanê hatiye, û dibistana me deriyê xwe dê vekê, divê em bixwînin)
Ev nîşandek bêtir dema ku cihê peyvekê di heman rêzê de tune be, peyv  perçe dibe, nîvê wê li rêza jor û nîvê dî li rêza jêr tê nivîs bikar tê wek mînak:
[Zozan û Gulê her roj sibeha zû ji mala xwe derdikevin, diçin dibist-ana xwe]
5 – (;) – Bihnok (الفاصلة المنقوطة): 
Ev nişandek ne bihnok e, ew xalebihnok e, bihnok bê xal e.
15- [ ] – Goşdar: jêre tê gotinkevanoka goşdar.
Nivîser di vir de bikaranînên vê nîşandekê diyar nekiriye.
16 – (” ײ) – Çar bor: Vê nîşandekêre tê gotin çar bor.
 Bi rastî, nîşandekek xerîb e, ez nû pê dibihîzim, tev wilo jî bikaranînên wê ne diyar in.
Pirtikên pirjimariyê:
Yek ji pirtikên ku nivîser di rûpela 74an de bikar aniye (yan) e, ev pirtik ne ji parkîtên pirjimariyê ye wek ku bikar aniye û mînak diyar kirine:
(Diyan, birayan, miyan, çirayan, riyan, hemiyan, piyan, moriyan, toriyan, kûriyan ) 
Ev hemû peyvên ku – di nerîna nivîser de – pirtika (yan) li wan zêde bû ye, ne rast in, pirtika li wan zêde bûye ne (yan) e, lê belê  (an) e. Lê ta ku du tîpên dengdar di zimanê Kurdî de li pey hev derbas nebin tîpa (Y) dikeve navbera wan de . Ev hemû peyv ku nivîser wek nimûne bikar anîne, bi tîpine dengdar bidawî dibin:
(dê, bira, mî, çira, rê, hemî, pî, morî, tori, kûrî)
Ger merov vê pirtika (an) bi dûv wan de bikar bîne, wê du tîpên dengdar li pey hev bên, û ev yek jî di zimanê kurdî nabe. Ma dibe ku em wilo binivîsin:
(dêan, biraan, mîan, çiraan,hemîan,morîan)
Bêguman ev yek tu car nabe. Lewre tîpa ( Y) dikeve navbera du tîpên dengdêr de ta ku bilêvkirina wan sivik û hêsan bike.
Merov qet nikare vê pirtika ha ji bo peyvine ku bi tîpin bêdeng bidawî dibin bikar bîne, ma gelo merov vê pirtikê li van peyvan zêde bike, wê çilo bikar were:
(bav, dem, pênûs, gul, dar) 
Gelo merov dikare bêje:
(bavyan, demyan, pênûsyan, gulyan, daryan) û ev yek di zimanê Kurdî de nabe .
Her weha pirtika (yên) jî ji bo heman sedemê wilo bikar tê, ango dikeve navbera peyvên ku bi tîpine dengdar bidawî dibin û pirtika pirjimarê (ên) de ta ku bilêvkirinê sivik û hêsan bike.
Nivîser Pirtikek dî di rêza pirtikên pirjimariyê de bikar aniye, ew jî (yêt) e.
(birayêt, keçêt, kurêt, darêt, kevirêt)
Ev pirtik di zimanê kurdî de tune ye, lê tenê di zaravayan de bikar tê.
Her weha pirtika ( kan) ne di zaravê me yê kurmacî de bikar tê, ew di yê Soranî de bikar tê.
Nivîser di rûpela 75an de diyar dike ku carnan tîpa (N) ji dawiya komjimêrê dikeve wek nimûe:
Kuran û keça  destê hevdu girtine.
Di vir de tîpa (N) ji dawiya peyva (keça) û (destê) hatiye ketin, lê nizanim bi mebesta çi, tu car ev tîp di zimanê Kurdî de ji dawiya pirjimarê nakeve.
Cureyin ji heman peyvê re:
Heman peyv pirê caran bi sê şêwewyan di heman rûpelê de tê, wek nimûne,  peyva (Rasterû)di rûpela 72an de:
Dirêza 10an de: (Rastewrû).
Dirêza 16an de: (Rasterû).
Di rêza 20an de: (Rast û rûyî).
Di heman rûpelê de ne bes e, lê belê di heman rêzê de jî,wek nimûne  di rûpela 46 an de peyva (di vî), , di heman rêzê de bi sê şêweyan bikar hatiye:
( Welat  – bend – civat û gotin tê gotin: divî warî, di vî welatî û divê gotin û behsê )
Beşê tîpan :
 Dema ku nivîser tîpên dengdar  şîrove dike, hinek ji wan tîpan ne di pêşî û ne di paşiya gotinê de tên, lê nivîser mînakin dane me û diyar kiriye ku ev tîp bivî şêweyî tên, wek nimûne:
(Û : dengdare û dirêje, dipêşî û navê û dawîde: ûr, tûr, rû)
Tîpa (û) di pêşiya tu peyvan de naye, û ev peyva mînak (hûr) e, ne (ûr) e.
(U: dengdare û kurte, di pêşî û navê û dawîde: Kur:
Zû rabe kurê min wilo karê şêraye
Pêt da hindirê min arê ku nav xeydaye) 
Tîpa (u) tu car di zimanê Kurdî de, di destpêk û dawiya peyvê de ji bilî di herd du peyvên (tu) û (du) de nayê, tenê di ortê de tê. Lewre nivîser tu mînak ji pêşî û paşî re bikar neanîne. Ev tîp di destpêka peyvê de tê dema ku peyv biyan be, ango ne kurdî be. wek nimûne:
Umer : (عـُمر) navekî erebî ye, lê ji ber ku tîpa destpêkê (ع) ye, û HEREKA wê DEMA ye me ev tîpa kurdî (U) bikar aniye. 
(I : dengdare kurte, di pêşî û navê û dawîde: istûn, bivir):
Her weha ev tîpa dengdar bi yek car di destpêk û dawiya peyvê de bikar nayê, û ev  mînaka ku nivîser bikar aniye, ne di ciyê xwe de ye, ji ber bilêvikirina wê (stûn) e, ne (istûn) e. û eger ev tîp di dawiya peyvê de bihata teqez wê nivîser ew bikar bianya.
Di dawiya vê xwendina rexneyî de dibêjim, kêmasiya herî giring ku derbas bûye  ew e; nivîserê hêja Mele Ehmedê Palo, di amadekirina vê pirtûkê  de xwe nespartiye ser tu jêder û çavkaniyên ziman, tenê di gelek ciyan de gotiye: (hinan gotiye), û di pirtûkeke wilo giring de  ev şêwe qet ne zanyarî, durust, û saz e.
Di rûpela 88 an de dibêje:
( hinan gotiye di buhêrkê de tê wergerandin, lê di nihokê de…)
Di rûpela 104 an de dibêje:
(hinan gotiye nizim paye ji  kêm kêmtir, ji hindik hindiktir ) 
Di rûpela 113 an de dibêje:
( hinan gotiye makder, hinan gotiye pişikder)
 Gello ev (hinek) kî ne? pirtûk in,  yan zimanzan in?
Divabû navê wan û navê pirtûkên wan û ta rûpel û rêza ku ev mînak tê de buhuriye binivîsanda. Wilo wê pirtûk hevdûgirtîtir ba, bêtir cihê baweriyê ba. 
Tiştê ku bêtir ev pirtûk xistiye ber gumanan de, mukurbûna  nivîser di pêşgotinê de:
( ger çi ne meydana min e, û xwe nabînim sazkar ji bo vî karî)
Rast e, vê hevokê hindekî pirtûk daye ber gumanan, lê di heman demê de barê nivîser sivik kiriye, ji ber ku wî daye xuyakirin ku ew di vî warî de ne merovekî pispor e, bi mebesta; çi kêmasî hebin jî li min negrin.
Mamoste Mele Ehmedê Palo, hewl da ku li gor dema xwe tiştekî giring ji miletê xwe re pêşkêş bike, lê mixabin ev kar ne li gor bejna wî ya bilind di ware helbestê de hat, gelek kêmasî tê re derbas bûn, bi sedema wan jî kar sist û qels bû, û bû cihê gumanan.
[1]- Mehrivan: Dilşewat.
[2]- Dilovan: Diltenik.
[3]- Bê Payan: Bê Jimar.
[4]- Delemend: zengîn.
[5]- Destûr: Qaide.
[6]- Rêziman: rêzik û rêzan
[7]- Cudabûn: Başqe bûn.
[8]- Nejad: kok.
[9]- Bingeh: esas.
[10]- Ariyan: ji ar hatiye: ku agire

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Îsal, Înîsiyatîfa Helbestî ya “Kathak” li Bangladeşê biryar da ku xelata wêjeyî ya navneteweyî “Kathak” pêşkêşî helbestvanê Kurd Husên Hebeş û hinek helbestvanên din bike. Herwiha wan di dayîna xelatê de nivîsandibûn ku “Ji ber beşdariya wî ya berbiçav di wêjeya cîhanê de, ligel çend helbestvanên din yên pir girîng di cîhanê de”….

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..