Di bîranîna (Heswê çep bavê cemo) de

  N.beyro

Di astengî û nexweşiyên jiyanê de mirov kesên ku kilîtên çareserkirinê di destê wan de li bîra xwe tîne. û di neyînî û hejariyê de mirov li comerd û cuwanmêran di gere bê ku hestê şermiyê çi rol hebe .herwiha merdî û mêranî tucarî di kesatiya mirovan de ji hev cuda nabin,mirovê merd merejî aldarê wekheviyê ye  û dijî kîn û zikreşiyê di sekine.
Bê guman( bavê cemo ) yeke ji wan kesên ku pesnê jorîn bi tevhî di kesayetiya wîde peyda di bûn .navekî mezin li bajarê Dêrika hemko û Deşta hesina û herêma Cizîrê seranser hebû,xudan rol bu di hemî bûyerên deverê de,beşdarê şahî û nexweşiyên gelê xwe bu,bi hêz tayê rastiyê di girt û dijî xeşmê di sekinî ta ku wekhevî bicî tanî û mafê nekara liwan vedgerand.cavê wî tucara ji zordaran ne di şikest û li hemberî wan gotina rast bê tirs tanî ser ziman, mirovê xudan fen û fûtik şermezar dikirin û pîlanên wan diyar dikirin,di rêya tevz û pêkenîna re merem û mebesta xwe di gihande kesên li dora xwe  eger nexwesta rû bi rû hestê wan bi şkîne.
di alozî û  kêşên alandî de li nav xelkê deverê herdem amade bu û bikesayetiya xwe ya tund û pêkhatî roleke sereke û giring hebû di çareserkirinan de û herkesî rêza wî digirt û  herdem berevanê  mafên şepirze û hejaran bu.
Li destpêka xortaniyê hestê netewî û kurdewariyê li ramanên wî siwarbûn û damarên dil hejandin ,nemaze piştî nûçe û mizgîniya vegerîna Berzaniyê bav li kurdistana başûr sala 1958 a divê demê de Bavê cemo bi hemî hêz û baweriyên xwe tevlî têkoşîn û xebatkarên azadîxwazên kurd bu û bû indamê partiya dîmuqrata kurd li sûriya ku disala 1957 an de hate damezrandin bi destê hinek konevan û rewşenbîrên kurd  da mafê rewayê kurd cî bicî bibin.
Û (Bavê cemo) gihişte indamiya leqê di partî de li devera dêrikê û berdewam bu  di kar de  ta konfiransê gundê (Qidêrîkê) ku têde ji serkirdayetiya partî xwest hilwîsta Berzanî û şoreşa êlûnê bigrin dijî caş û xwe firoşan,û piştî perçebûna partî di sala 1965 an de ,xudê jê razî nema karê rêxistinî di partî de kir  lê belê ma vîndarê partî û rêbaza Berzanî û xemxwarê kurdewariyê.
gava mirov lê temaşe û guhdarî dikir diyar dibû bê kurdperwerî çi astekî bilind di kesayetiya wî de hebû ,nemaze ew şapik û şal û şaşika li bejin û bala xwe di alandin di rojên şahî û newrozan de ku hestê netewî di dilê xort û lawan de har û gur dikir û evîndariya keletorê kurdî bi wan xweş û şêrîn dibu.
Dilêrî, nandarî û merdiya wî tim li ser zimanê xelkê deverê tê bîranîn , çimkî ji dest pêka şoreşa êlûnê  sala 1961 a mala wî ji pêşmerge û nûnerên şoreşê re vekirî bu mîna navendeke serke ji levgihana wan re û ji mala wî li gundê (Tildarê ) amadedibûn û berê xwe didane qada şer .
Di sala 2004 an de û piştî serhildana Qamişlo Bavê cemo bi hişmendî pîlan û leystokên rijêmê derbarî levketina kurd û erebên deverê dorpêç kir û role ke taybet hebû di van bûyeran de ku nehêla merem û mebesta rijêmê divî warî de here serî.
herwiha di raperîna kurdistana başûr de sala 1991 a bi germî pêşwazî li leşker û pêşmergan dikir û bi dilekî fereh daxwazên wan pêktanîn û yawiriya wan dikir ta ku di gihandin sînorê kudistana rizgarkirî, û di şerê girê Çepera de di nav rêzên pêşmergan de amade bu û nav biwan dida û hestê serkeftinê bilind û bala dikir.
hejî gotinê ye ku mala wî li bajarê Dêrikê mîna xistexanekê têde birîndar di razandin û pijîjk ji bajarê Qamişlo tanîn da birînên wan derman bikin û ji nexweşiya bêne parastin.
maye em bêjin  ku bavê cemo tucarî komkirina dirava ne dikire merem û pê mijûl ne dibu ,û bawerî hebu ku  mirovê ‏‏şareza nabe dîlê komkirina dirava ,li rex wî mêrxasî sernama jiyanê bu.  Ji ber vê yekê navekî mezin û cihekî bilind di civakê de hebû û herkesî rêz ji hilwîstên wîre digirtin, ev tişte diyar bu di rê û resmê roja koçkirina wî de  ku nûnerên partiyên siyasî û rixistinên cemawerî û rewşenbîr û nivîskar û kesayetiyên welatperwerê serbixwe û bi hezaran xelkê deverê ji xiristî û misilman û êzêdiyan tê de beşdarbûn.

Em bawerin ku rêça Bavê cemo wê şîn bi mîne û baweriyên wî  wê di mejî û sewdanê xort û gêncên nûhatî de tim û tim jîndar  bi mînin. 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...