Xwîna kurdan xeteke sore

Diyar Ehmed

Bê guman gelê kurd û hêzên wî yên siyasî wek tevaya gelê Sûriyê li qûnaxa piştî hilweşandina rijêmê difikirin û jêre jî kar û xebatê dikin . gelê kurd ji tevaya pêkhatiyên Sûriyê bêhtir sitem û zordarî ji destên vê rijêmê dîtiye û herweha di nava agirê siyaset û kiryarên wê yên şovin û regezperist de qemaye. ji ber wê jî piraniya gelê kurd di çûna vê rijêmê de xwe sûdmend dibînê û dixwazê bi zûtirîn dem ev rijêm hilweşê.
Lê , pirsa li vir tê kirin ewe ,gelo , ma dema rijêm hilweşê , rewşa gelê kurd ya piştî ruxandinê wê xweştir bibê , û mafên wî jî wê bi rehetî bên bicî kirin??
  kurd wê çawe bişin mîratê çil salî ji siyasetên xirabkarî û wêrankirinê jibîr bikin û paş guhê xwe ve bavê jîn???
Hêz û aliyên tevgera kurdî yên siyasî wê di wê qûnaxa  demikî de bikarin bi yek dest û yek dilî serkêşiyê bi hişyarî û zanebûn bikin , û miletê kurd bi rehetî bigihînin armancên wî????
Beramberî vê rewşê divê gelê kurd û tevgera wî ya siyasî jibîr nekê ku ne ew tenê di meydanê de ye û wê her tişt jî ne li gorî vîn û xwestekên wî bên pêkanîn û bi taybetî dema ku ew ji hevketî û parçebê . wek tê xuyakirin îro xaka Sûriyê  bû ye meydan û navrastek ji şerê di navbera gelek hêz û aliyên cuda de , û hin ji wan hêzan û nexasim yên nêvdewletî têkilî û destêwerdanê dikin ji bo ku berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî ji dest xwe bernedin û hin dî dikin , ji wana bêhtir yên herêmî ji bo ku hevalbend û alîgirên xwe bicî bikin û metirsîna belavbûn û xurtbûna şî””””a di herêmê de rê li ber bigirin û kêm bikin , û hin dîtir hene merem û armancin wan yên dî hene.
 Îro mirov dikarê bêjê şer ji destên gelê Sûriyê xwe jî derket ye . raste gelê Sûriyê vekirî û bi eşkere dixwazê vê rijêmê hilweşînê ,û piraniya vî gelî dixwazê hêz û aliyên herêmî û nêvdewletî alîkariya wî bikin û destên yarmetiyê bi dinê de, Lê dawiyê divê newê jibîr kirin , ku ew hêz û alî wê qasî berjewendiyên xwe destên alîkarîyê dirêjî gelê Sûriyê bikin , û ji ber wê jî wê ne tenê ne xwazin Sûriya nû ji dest wan der ne kevê , lê belê wê ne hêlin ti alî bi tenê li gorî daxwaz û berjewendiyên xwe destêwerdanê di kar û barên Sûriya piştî rijêmê de bikin.gereke ev yeke ji mirov re xuya bê û eger mirov bigihê wê baweriyê ku hêzên herêmî û nêvdewletî yên dî jî hene û mirov bi rehetî nikarê wan paş guhê xwe ve bavêjê , nexwe mirov li xwe vegerê û ji xwe bi pirsê , ma gelo nexwe kar û çare çiye û bi çi rengî ye ???
di baweiya me de dema ku em giha ne wê baweriyê nexwe me destên xwe danî ser birînê û hingî mirov bê dudilî dikarê bêjê , pa‏‏‏‏şeroja gelê kurd û mafên wî yên rewa wê bi rehatî bên bi cî anîn .
birastî gelek tiştên  ku niha li deverên kurdî tên dîtin û kirin diyarden dilgiran û ne cihê dilxweşiyêne û dibin cihê tirs û pirsê bi hev re û dawiyê jî miletê kurd û dilbêşên mafên wî dilsar û xemgîn dibin û baweriyên wan bi paşerojeka geş û xweş lawaz dikê .
ma nexwe çima piştî sal û nîvekî ji şoreşa gelê Sûriyê û hê kurd ne tenê ne bû ne yek dest û yek dil , lê roj bi roj navbir di navbera hêz û aliyên kurdî de bilintir dibê , û gîr û girftin nû serî hildin û bi xurtî cihê xwe di civaka kurdî de digirin .
berî hertiştî gereke gelê kurd û bi taybetî lêvegerên wî yên siyasî bawerbin û bigihin wê baweriyê ku milet û dewletên pêşketî di cîhanê de bi rêya giftûgo û dan û standinê pirsgirêk û aloziyên xwe çareser dikin û herwisa pirs û kêşên xwe yên siyasî û rêveberî jî bi rêya helbejartin û sindoqên dengdanê serast dikin . û ji her kesî re hate xuyakirin û nexasim serbor û ezmûna rijêmên rojhilata naverast û bakurî Ifrîqya, û hat xuya kirin ku welat û milet bi tersa devê tifengê çavên xwe nagirê û paş ve jî naçê, û hemû hewldanên darê hişkê sitem û zordariyê milet çavşikestî na bin û vîna wan na mirê û wan razî jî nakê , ku tenê qedera wan ewe û ji vê yekê pê ve çare nîne. ev nêrîn û hizir tev de pûç derketin û ne tenê êş û bela ji miletên xwe re anîn , lê mala xwedanên xwe jî xirakir, berî ku ya kesekê dîtir xira bikê. ji ber wê jî gereke gelê kurd û tevgera wî ya siyasî îro ji her wextî bêhatir hişyar bê ji guhertinên serdemê re û bi zanin ku tev bi hev re dibin rastî û şirîkê vî welatî, bi taybetî deverên kurdî ,û  ji mafê gelê kurd de ku ew serwerî û rêveberiya deverên xwe  wek wan bivê û li ser wê yekê li hev bikin û karên xwe rê ve bibin ,û vê derfeta zêrîn ji dest xwe jî ber nedin û xwe bi şerê xwe xweyiyê ve mijûl nekin , û gereke tev bi zanin ku eger şerê birakujî di nav gelê kurd de dest pê kir , wê ew yeke bibê dest pêka wendabûna mafê gelê kurd ji alîkî ve û wê zerereka canî û derûnî bi gehînê civaka kurdî û wê birînin kûrtir vekê , dibê ku şûn û şopa wan çendîn salan di şûn  de bimînê .gereke xwîna kurdan ji tevî alî û hêzên kurdî yên siyasî re xeteka sor bê û kes bi hêsanî û di bin çi nav û hêncetan de wê xetê derbas nekê û xwîna kurdan nerijînê .
ne veşartiye ku îro dijmin û neyarên kurdan ji her çaxî bêhtir distdirêjiyê û ne xweşiyan ji gelê kurd re dixwazin çêkin û çêdikin û naxwazin gelê  kurd bi azadî û tenahiyê şabibê û di vî warî de divê em jibîr nekin ku eger kurd xwe bi xwe bi hev bi kevin û xwe bi hev re mijûl bikin , ne dûre ku hêzek dîtir ne dûrî bîr û ramanên Exwan Muslimîn û Qa””””îdê cihê xwe di deverên kurdan de bigirin û bibin bela ji gelê kurd re û ne hêlin aramî û seqamgêrî di deverên kurdan de peya bibê.
îro demek nazik û hestya re û eger kurd ne li gorî berhatiyên serdemê bi gerin û kar bikin , wê di ‏şûn de bi mînin û ji dêla ku ew serweriya gelê kurd bikin, wê bibin bar û pi‏‏‏‏‏‏‏ştî ji gelê xwe re û ji xeyînî êş û derdeseriyan wê jê re pêk neyînin.

Ji ber wê jî divê bêhna mirov fireh bê û singa mirovî  jî vekirî bê, kêşa milet û berjewendiyên wî yên bilind ji rêxistin û partiyan mistir û bilind tir bê , û xwîna kurdan giran tir bê û  xwîna kurdan hêleka sor bê û her hêz  û aliyên siyasî hişyar bin ji nazikiya serdemê re û li dûr binêrin, ji ber tişta tê gamankirin , eva ku em dibînin ya reh ne, lê hê ya tîr di binî deye .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Xizan Șîlan

ey kemana dilê melûl

bi awaza têlên te yên zîz

çiya û zozan bi gulên serkeftinê

dixemilin

miriyên goristanan

di xewa aramiyê de

vedihesin

pêlên çeman

bi xumexum zelal diherikin

heyv di şadiya xwe de

dibiriqe

îskeîska giriyê zarokên…

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…

Silêman, Bavê Sîpan
Dayê tu mestire
Ji hemî Gotinan
Tacek ji lal û zêr
Li ser serê mine

Carkê tu soz bide
Min bi tenê nehêle
Durbûne te ji min
Deryayek bê pêle

Çiqas pesn bidim
Ji bo te hindike
Yek dîtin ji te …
Bûharê geş dike

Tu mestire mestir
Ji pesn û Gotinan
Bihuştê qet nabim
Kû tu li ba mine…

Tarî nabe li min
Tu yê Find û Çirea
Ez penaberim…