Roja Helbesta Kurdî li derve 2012, pêkhat

Do 14.10.2012an li bajarê ESSEN-Elmanya Roja Helbesta Kurdî li derve 2012 li dark et.
Hezkerên helbestê ji gelek gelek deveran amade bibûn, û li helbestê guhdarî kirin.

Jimarek mezin ji helbestvanan amade bûn û helbestên xwe xwendin. Ji wan; Alwan Şivan, Can Kurd, Ciwan Qado, Dr. Husên Hebeş, Henîf Yûsiv, Hoşeng Osê, Hesen Îrandost, Necîb, Jan Dost, Keça Kurd, Nesrîn Ehmed, Newaf Mîro, Nûh Silêman, Serhan Îsa.
Gotina Roja Helbesta Kurdî li derve 2012 ji aliyê nivîskar Qado Şêrîn ve hate xwendin.(Gotin li dawiya evê nûçeyê ye).
Her wiha hunermendê deng xweş Zubêr Salih jî amade bû û du stranên xweş pêşkêşî cemaweran kir.
Nivîskar û lêkolînerê kurd Jan Dost ji aliyê komîta birêvebir ve hate xelat kirin, xelat ji aliyê hunermenda kurd Evîna Welat boyî Jan Dost hate pêşkêş kirin.
Bi çalakiyê re du pêşengeh hatibûne li dar xistin. Du şêwekarên jin ên navdar Cîhan Brahîm û Jengîman Omer bi tabloyên xwe dîwarên keleha çalakiyê xemilandibûn.
Roja Helbesta Kurdî li derve 2012an ji aliyê şêwekar û çalakvan Inayat Dîko ve hate pêşkêşkirin.
Roja Helbesta Kurdî li derve 2012 ji aliyê Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li derve û Komela Nûbuhar li Essen, amade û hate birêvebirin.
Têbînî: di nêzîktirîn wext de, malpera www.mediakurd.com vîdyoya tevaya roja helbestê diweşîne, li bende bin.
Komîta amadekar a Roja Helbesta Kurdî li derve 2012an.
Essen-Elmanya
14.10.2012
Wêne-album; https://picasaweb.google.com/113265104181493595914/RojaHelbestaKurdiLiDerve2012#
Komîta amadekar
Essen-Elmanya
14.10.2012
……………….
Gotina komîta amadekar

Mêvanên roja helbesta kurdî,
Xûşk û birayên hêja,
helbestavan, nivîskar, hunermend, siyasetmedar û rewşebîrên birêz,
Bi navê komîta amadekar a Roja Helbesta Kurdî li derve, em bi xêr hatina we dikin, û dibêjin:” hûn li ser seran û çavan hatin” .
Gelî rêzdaran,
Di salên borî de sê ciwanik û ciwamêran Roja Helbesta Kurdî li derve amade dikirin, û li gel hezkerên  helbesta kurdî pîroz dikirin, îsal me wek Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî ev roja pîroz wek erkekî netewî û çandî girt ser milê xwe û li gel we hêjayan pîroz dikin. Bi vê bihaneyê em spasiyek germ pêşkêşî komîta sala par (Keça Kurd, Elî Cefer û Helîm Yûsiv) dikin , û ji wan re dibêjin: spas ji bo we, spas ji bo keda we, her şad û li pêş bin.
Roja Helbesta Kurdî çalakiyek salane ye, ji sala 1993an ve li Rojavayê Kurdistanê tê pîroz kirin, daku roja koçkirina helbestvanê nemir Cegerxwîn 22. 10 an, destnîşan bikin û di wijdanê me de zindî bimîne. Bi pîrozkirina salane re Cigerxwîn tê vejandin û helbest digurnije, her wiha xelatek giranbuha bi qama helbesta kurdî vedibe.

Mêvanên birêz,
Dema em vê rojê bi bîr tînin, mebest jê ew e, ku helbesta li seranserî dîroka me, zimanê me yê şêrîn parastiye, bilind bikin û nirxê wê yê pîroz bidinê, jixwe helbestvanên me bi kêmanî salê carekê di vê rojê de hevdu dibînin, helbestên xwe ji xwe û me re dixwînin. Herwiha armancek din jî ji lidarxistina vê rojê heye, ew jî ew e; ku helbesta hemû helbestvanên xwe yên nemir mîna: Ehmedê Xanî û Nalî, Melayê Cizîrî û Hejar, Cegerxwîn û Dildar, Osman Sebrî û Ebdula Goran, Tîrêj û Qadir Koyî, Feqê Teyran û Herîrî, Qedrîcan û Pîremêr û gelekên din bivejînin û ji giyanê wan re bêjin: hûn mîna helbesta xwe zindî ne, hûn di wijdanê me de dijîn, hûnê qambilind bimînin.
Hêjano,
Em û we vê rojê bi hev re pîroz dikin û welatê me Sûrî bi giştî û rojavayê Kurdistanê bi taybetî di qonaxek dîrokî re derbas dibe, ji 15ê Adara sala borî 2011an ve şoreşa gelêrî li dijî rêjîma sitemkar û xwîrêj berdewam e, rojane bi dehên şehîdan bi destê hêzên Esed û Şebîheyên wî têne kuştin, gelek ji wan jin û zarok in, wexta firokeyên Esed ên şer bermîlên barûdê bi ser serê wan de berdidin, gelek ji wan tên kuştin û şehîd dibin, gund û bajar wêran dibin. Lê, tevaya gelên Sûriyê di wê baweriyê de ne  ku şoreş biserdikeve û rêjîma Esed wê birûxe û azadî bê welat û herêma me.
Bi vê bihaneyê em ji tevgera xwe, çalakvan û hevrêzên xortan dixwazin, ku rêza xwe bi yek in, helwest û gotara xwe bi yek in û di asta şoreşê de bin, her wiha ji wan dixwazin ku berjewendiyên gelê kurd bidin pêş û bixwazin, ne ku bi dû berjewendiyên xwe yên kesane û partayetî de biçin, eger wiha nekin ewê gelê kurd wan efû neke, çimkî berpirsiyerek dîrokî ye û ji we hemiyan tê xwestin ku hûn xwedî li mafên gelê kurd derkevin, eger hûn wisa nekin, hûnê berpirsyar û rûreş bin di ber bidestnexistina mafên gelê kurd de.
Li dawî, bi hêviya ku sala bê Sûriye bê rêjîma Esed be, azad û demuqrat be, daku em vê roja pîroz li ser xaka xwe ya pîroz, li welatê xwe di bin siya azadiyê de bi hev re pîroz bikin, li welatê azad, li welatê bê Essed û rêjîma wî ya diktator pîroz bikin, ku kurd jî têde gihabin mafên xwe yên rewa, û Sûriye bûbe demuqrat û hevbeş, hemû kes têde azad û wek hev bijîn, bê tirs û bê binpêkirina mafên mirovan.          
Dubare hûn bi xêr û xweşî hatin..
Komîta amadekar
Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
Komela Nûbuhar
14.10.2012

Essen-Elmanya

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…