Dr. Ebdilmecît Şêxo*Li aliyê siyasî de jî; di hundir welêt de (Encûmena) me û di nav wê de (Hevrêzên Xortan) xwepêşandanên aştiyane hema hema li hemû bajar û bajarokên Kurdî ; Qamuşliyê,Amudê , Dirbasiyê, Kobaniyê ,Dêrîka Hemkê ,mixabin ji ber sedemên taybetî, carekê tenê li Efrînê û li hin deverên din çê dikin û hilweşandina rêcîma Sûriyê dixwazin û di van xwepêşandanan de gelê me hin pakrewan jî pêşkeşî azadiya Sûriyê kirine . Li aliyê siyaseta derve de; komîta pêwendiyên derve bi navê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê têkeliyên siyasî bi hêzên Sûrî yên rikber re dikin, endamên komîta derve li komcivînên rikberên Sûrî de li Qahîre , li Istenbulê û li Tunisê beşdar bûn û li ber ronahiya biryarên kongira xwe hevpevîn û diyalog bi hêzên Erebên Sûriyê re kirin. Lê mixabin ta niha hêzên Ereb yên rikber nexwastin mafê çarenûsî yê gelê Kurd di çarçewa Sûriyê de nas bikin.
Bê guman sedemên helwestên wan yên neyênî ev in ;1-Ta niha hêz û pir kesayetiyên Ereb xwe ji giyana riçperestiyê rizgar ne kirine.2- Turkiyê jî roleke serekî, neyênî di helwesta (Encûmena Niştimanî ya Sûrî de)dilîze .
Herweha jî cerkî şoreşa Sûriyê ya aştiyane ji 15.03.2011 ê de destpêkiriye; bi awa û navgînên zirze û zivrezengî pirtirî 12000 hezar mêr,jin zarok li pênavî serbestiya gelê Sûriyê pakrewan bû ne,bi ser vê de jî ,dîsan bi deh hezaran hemwelatiyên Sûriyê awere bû ne ,lê rêcîma xûnvexwar hîn jî di xwînherkandinê de berdewam e, ewê ne biryarên (Encûmena welatên Erebî) û ne jî yên (Dewletên Navnetewî) bi cih anîne û ewa hîn bi hemû hêzên xwe yên asayêş li dijî miletê xwe bi sersamî şer dike .
Di sîbera vê rewşa kambax de (Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê) civata xwe ya ferh bi beşdarbûna pirtirî 300 endam di 21-22.04.2012 an de dîsan li Qamuşliyê bestand . Di sebaret siyasetê de ; Xala herî giring di civatê de ev bû; ku hemû endam, bê awerte biryarên kongira me, mîna mafê çarenûsî ji gelê Kurd re di çarçewa Sûriyê de wek bernameke stratîcî çespandin. Lê di rexberî vê bernama stratîc de, civata me bernameke siyasî bergehî bi 13 xal û biryaran dupat kir. Armanc ji vê bernama bergehî û ne hemdemî ev e; ku Encûmena me bê astengî û bê buhaneyên hêzên rikeber kanibe bi hêz û kesayetiyên Ereb re bighîne encamên hevbeş û kêrhatî .
Lê di warê rêxistinî de;Ji ber ku hejmarên partiyan û (Hevrêzên Xortan) di (Encûmena) me de pirtir bûn ; lewra jî endamên komîta bicihanînê (tenfîziyê) bi vî rengî pirtir bûn .!- (30) endam ji partiyên tevgera Kurdî,(30) endam ji kesên serbixwe, (10) endam ji (Hevrêzên Xortan) (5) endam ji jinan.
Lewra ez jî di vê baweriyê de me ku (Encûmena) me gavên pir hişmendî ,siyasî , rêxistinî di riya xebata netewî de avêtine û ev gavavêtinan di rêjeya stratîciya tevgera gelê Kurd de ye û bicihanîna daxwaza gelê me ya rewa nêzîk dike .

Şîrove (0)