Siyaseta derve ya Iraqê bi nêrîneka kurdî ya sûrî

Dr. Ebdulhekîm Beşar

Dema em  di herêmê de, li ser siyaseta  derve ya Iraqê biaxivin, em ne li ser rêzdar wezîrê derve diaxivin. Lê belê, em li ser siyaseta Hikometa Iraqê ya ku Malikî li ser astê derve serkêşiya wê dikê,  dipeyîvin. Herkes dizanê ku peywendiyên di navbera rijêma Sûrî û Malikî de berî ku şoreşa gelê sûriyê pêbikevê pir tevîlhev û têkildar bûn, û rijêma  Sûrî tawanbarê serekî bû, bi nêrîna Hikometa Iraqê, di alîkarî û piştevaniya kiryarên teroristî de li Iraqê. û hemî  nîşan û pêzanînan dida xuya kirin, ku piraniya kiryarên teroristî yên ku li Iraqê rûdidan  ji xaka Sûriyê derdiketin , ta giha wê yekê ku Malikî gilî û gazindên Iraqê dijî rijêma Sûrî pêşkêşî Encumena Esayîşê kir.
û piştî pêketina şoreşê guhertineka bingehîn di siyaseta Hikometa Iraqê de beramderî rijêma Sûrî rûda û ew peywendî ji peywendîn pir nelihevhatî  û tevilhev ber bi sîstemeka piştgir ji rijêma Sûriyê re bi rengekê yekser yan jê neyekser peyda bû. helwêstên Iraqê di nava komkara dewldên Erebî de tev di xeta xizmeta riyêma Sûrî de hatin û helwêstên Iraqê yên herêmî jî hemî ketin di coka xizmeta rijêma Sûrî de. Her dîsanê Iraqê rêyên xwe yên esmanî ji bo veguhestina çekan ji rijêma Sûrî re vekirin û dema ku rastî birhên hêzên nêvdewletî bû, bêçare ma  esmanên xwe girtin û dest bi vekirina rêçikên erdî kir,ji bo ku çek û teqemeniyan bigihînê rijêmê.ne ev bi tenê,lê beşdarî di pêkanîna dorpêçkirina aborî de jî ne kir.vajî vê yekê tevî jî,xebitî û piştevaniya rijêma Sûrî kir, û xalên xwe yên sînorî li piştê û bi yekser ji bo bazirganiyê vekir û herweha ji bo ku pêgihandina cugrafî,aborî û bazirganî di navbera xwe û rijêmê de pêkbînê,ta bi Malikî re giha wê yekê ku bêjê: rijêma Sûrî nakevê û dê çima bikevê ?.

Siyaseta nû ya ku Îran birêve dibê,şax û baxên xwê yên ne siyasî hene, û ew şax û bax xizmeta aramî û seqamgêriya herêmê di dema nêzîk û dûr de jî nakin,lê belê, dibê bi bê egerên tevdan û levdanên dijwar di tevaya herêmê de,û piştî ku rijêma Îranê têgiha  û ket wê baweriyê de ku rijêma Sûrî  ber bi hilweşandinê ve ye û hikometa  nû li Sûriyê, piştî ketina rijêma Sûrî wê ecindeyên Îranê bicih neyînê û wê ne beşek bê jî ji siyaseta Îranê di herêmê de,ji ber wê jî ji xwe re li berdîlyekî gera ,ku bikarê bi wan erkan rabê û ji vê çav ketin ser Malikî û ew hat helbijartin, yê ku yan divê ecindeyên Îranê pêkbînê yan jê divê dest ji desthilatdariyê berdê,ji ber bê erêkirin û piştevaniya Îranê nikarê berdewamiyê di hikomdariyê de bikê.vêca Malikî dûvkatiya siyasî û dûrketina ji beryara niştîmaniya Iraqê ya serbixwe ji xwe re helbijart û herweha dev ji serweriya Iraqê jî berda di ber parastina berjewendiyên Îranê de beramberî ku ew kursî ji bin wî der nekevê.ev yeke didê nîşan kirin,ku Iraqê beryara xwe ya siyasî ya serbixwe ne bi tenê wenda kirye,lê belê,ewê ji nû ve vegere rengek ji rengê diktatoriyetê,madem hikometa Iraqê bi kesatiya Malikî amadeye ji her tiştî re beramberî ku desthilatdarî ji destan neçê,ev wê yekê didê eşkere kirin, ku Malikî wê hemî şêwaz û rêyan bigirê ta ku bihêlin ew bimînê domdar di desthilatdariyê de,her ev bixweye rêz û rêbaza diktatoriyetê,û ev wê kartêkirin kûr û nêgatîv li ser rewşa navxwe ya Iraqê û tevaya herêmê jî  bi xwe re hilgirê.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Axîn Welat

Dema ku zimanek -kîjan ziman dibe bila bibe- dibe metirsî, wê çaxê helbet pirsgirêk ne di zimên bi xwe de ye, lê di dewleta ku jê ditirse de.

Li vê derê paradokseke kûr heye ku çawa ziman, ew amora herî hêsan ya ku mirov dan û stendinê…

Şukrî Şêx Nebî

ewr digrîyan..
lê..
ji keleboxa awiran dibarin..!
weke ..
kelegirî..
xwe vedigrin..
ser xewneravên şevên bêwar.. !?

zelale..zelale
zelale xîmav
çaxa xwe ..
dispêre kaxeza hîva lebatî..?
weko..
şebnem û xunavan
cawa xwe ..
ji dêmên gula pakrewana diparzênin..!

gotinên êvaran
nakevin qelşên dîwaran ..?!
de û de..
xwenan bilorîne şevê
xewn ..
dê cawa..
rastî xwenên xwe bên..!?
ku..
xîmava şevê
di parzêna hîvêda xwe neparzêne..!
û weko..
stêrkên…

Ebdilmecît Şêxo

(1)

(Serbûyerek)

Pêşrewê şagirt di Havîneke germ de derewek pir mezin li diya xwe kir û gote wê:Dayê!Hevalekî min gelek giranbuha ji Kobaniyê nexwaş e,ez dixwazim seredana wî bikim,ezê derdora du heftan li nik wî bimînim,lê di rastiyê de;Pêşrew bi dizîyê xwedanên xwe û bi nehênî li…

Mahmod Oso

_Hey hey daya min, daya Kurd,
Hêza te ji çiyayan mezintir e,
Bi ked û evînê tu dinyayê didî rê,
Navê te di dilê me de zindî ye._

Berî rojê radibî, agir didî tandirê,
Nanê germ çêdikî, bêhna wê diçe gundê tev.
Destên te di erdê de, dilê te li ser zarokan,
Tu diçî bi mêrê xwe re, li ber germa…