Rezoyê Osê di bîranîna duwemîn de

 Samî Ehmed Namî

Rezoyê Osê, nivîskar, helbestvan û rexnevanê kurd di roja 10.10 1950 de li gundê Dekşûrî qeza Qamişlo hatiye dinyayê û di roja 4.3.2010 de li bajarê Qamişlo çû ber dilovaniya Xwedê û li goristana gundê Dekşûrî hate veşartin.

Ez xweş bawerim ko di vê bîranînê de wê giyanê Rezo di buhuştê de şa be. Bêgoman şabûna pakrewnê wî, wê bi çapkirin û weşandina pirtûka wî ya bi navê CIVÎNA PÊLAVAN be.
Ji bilî vê pirtûkê Rezo xwediyê pênc pirtûkên zarokan yên çapkirî ye:
1-Dîk-dîko
2-Libhinarê
3-Şengê û Pengê
4-Bavê Hepûn
5-Finda Şemal
Herweha bi sedan gotar, lêkolîn, rexne, çîrok, metelok, şano, helbest û hwd…. Bi zimanê kurdî û hin bi zimanî erebî ne, hîna destnivîs in, li benda berhevkirin û çapkirinê ne.
Civîna Pêlavan pirtûka pêşî ye, ji pênc pirtûkên ko hîna li benda çapkirinê ne li vê weşanxanê.
Civîna Pêlavan, pirtêkek ji 12 kurteçîrokan hatiye avakirin, ji weşanxaneya Lîs li bajarê Diyarbekê hatiye çapkirin û weşandin.
Naveroka pirtûkê:
1-Pêşgotin
2-Kurtenasnameya Rezoyê Osê
3-Pêçek
4-Bersivdan
5-Tizbihên Kehreman
6-Rotika Yadê Pîrê
7-Hêlîna Talankirî
8-Newala Xencerê
9-Civîna Pêlavan
10-Bibûre
11-Hespik
12-Keçên Pîrê
13-Ciwanî û Kalî

Gelek spas ji bo weşanxaneya Lîs, mamoste Lal û xebatkarên weşanxaneyê re. Bere destên wen sax bin ji bo karên weha pîroz.
Bi çapkirina van pirtûkan hûn pirtûkxaneya kurdî, çand û toreya kurdî dewlemen dikin. Emê çavnihêr û bendewarê derçûna berhemên Rezo yên li ber çapê bin.
Ez naxwazim di vê bîranînê ji wilo bihtir binivîsim, çiko Rezo hêjaye ko mirov di bîranînên wî de çiqas gotar û lêkolînan li ser kar û xebata wî di warê kurdayetî û toreya kurdî de binivîsîne, bêgoman her wê kêm be. Çiko karê ko Rezo di jiyanê xwe de kiriye hêja ye wan pesindanan ne.
Dawî, de bere çavên xwendevanên berhemên Rezo û hezkiriyên wî bi derçûna vê pirtûkê de, bi ronî bin.
Bere serê gelê Kurd, malbat, dost û heval, şagirt û xwendevanên nivîsandinên Rezo sax be.
Sedrehmet li giyanê wî yê pîroz be.
Samî Ehmed Namî
Stockholm. 4.3.2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…