Salek ji şoreşê

Luqman silêman
Luqman_sileman@live.se
Salek di ser şoreşame re derbas bû lê me çi bi serxist gelo.? Diyare ku mejiyê me nehatiye guhertin ji lewma me nekarî em tiştekî qizinc bikin di qunaxa salekîde ji temene. Di baweriyamin de hin sedemê girin hebûn û hînjî ew sedemên giring hene ji lewma xorta  nekarî tiştê ku dabûn ber çavên xwe pêkbînin ewjî ev bûn.
1- xorta xwest ku bibin parçek ji şoreşa sûrî. lê di baweriya min de ev pêk nehat. Sedemjî xwendina şaş ji bûyeranre çi li devera kurdî û çi li seran serî welatê Sûrî.  
2- xorta xwest ku bi rewşenbîriyek nû û mejiyek nû hêzekî avabikin. Lê ewjî bi dest nexistin û ji partiyên kevnar zêdetirbûn û nekarîn wê armancê bînin meydanê wek ku dihate gotin û xwestin. Ew jî dirêjkirina hin dest hin ji hundir û hin jî ji derve yên ku di xwestin berjewendiyên xwe di rêya xortan re pêkbînin. Û di  derbaskirina van pirojeyan gelek tevlî hevî di celdê de çêbûn û resatî têkçû..
3- Çaxê ku xort daketin celdê di yekê meha çaran de û partiyên me yên kevnar tevlî celdê nebûn û şerê xort kirin ta astekî. Di baweriya min de di helwest hatin diyrkirin.yek bi şoreşê re û yek dijî şoreşê. Li vir xort jî bi ser xwe çûn û ketin şaşiyan û xwedîtin ku ewê ser kêşiya celdê û milet bikin. Lê bê ku tedbîrên bi rêk û pêk ji celdêre deynin. Ji lewra çaxê ku ev helwesta xorta diyarbû rêxistinê me li hev ketin û pîlana destpêkir. Ji ber xort bê tecrûbebûn xwe li ber pîlanên rêxistinin ku kuhnebûne negirtin û hevrêz ji hevketin û di wan ji hevketinên xwe de dane pêşiya partiya.  Ji lewma her dih xort bûne hevrêzek û serîk kişandin ji xorta webû ku wê şoreş di demak kinde bi ser bikevê û wê rêjîma kevnar bi herifê û hinajî ji xwere digotin dibê ku kurdistan jî çêbibe. Piştî çend mehan ji şoreşê hin nivîskarên şoreşê pirojek ji bo li darxistina kongirek kurdî bi rûk û pêk û kurd hemî bibin şirîk daxistin celdê. Ew piroje li cem xorta û kesên ser bi xwe cih girt û bû ciyê rometek mezin û kar jê re hatekirin, ji hêla kesên ser bi xwe û xortên hevrêzan ve. Lê mixabin tevgera me ya kevnar ew jî ji destê xwediyên wê derxistin û lê siwarbûn û li goraxwe kongirek li darxistin. Ev bi xwejî bû deriyek ji zêdekirin û parçebûna hevrêzan û celda kurdî, nemaxism piştî ku berêz Serok Meshûd Berzanî şande ji partiyan re û hin alîkarî bi wanre kir. Ew şandin û alîkariya serok Meshûd bi xwe ciyê rêzgirtin û sipasiyê bû, lê mixabin tevgerê li gor xwe ew şandin û alîkarî bi karanîn, ne li gor ku hatibûn dan.
4- Ew herdû helwestê yekê meha çaran hîn berdewamin ji lewrajî îro encumana kurdî heye. Ew xwediyê helwesta ku dijî xorta disekinî û hevgirtina hêzên demoqrat ewjî ew helwesta xorta ye ya ku bi şoreşêrebû. Lê mixabin beşekî berçav ji xorta dûrî helwesta xwe çûn û bûne destek û pêşt gêr ji helwesta ku dijî wan disekinî di bin navê yekîtiya helwesta kurdî de…..
5- Di baweriyamin de me li ser erdê tiştek ta vê gavê bi dest ne xistiye ji bilî ku miletê me hinekî perwerdeyî rewşenbîriya xwepêşandan bû û derî li pêşiya milet vebû ku hinekî ji xwere bi pûnijê li vê rewşê û qada şoreşê bi nêrînek nûjen li gor demê bi xwînê. Dibê ku ev milet karibê di paşerojê de hêzekî bi rêk û pêk ji xwere çêbikin ku ciyê gotina ezbenî di navde nebê……. ez bawerim wek ku îro şoreşek li seranserî welatê sûrî serê xwe hildaye ji merejî wek miletê kurd şoreşek pêwîste….
21-3-2012

  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...

Li gorî PDKT’ê, avakirina ku bi navê “Bakur-Rojhilata Sûriyê” tê binavkirin, projeyeke ewlehiyê ya derbasdar û taktîkî ye ku bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatiye şekilandin. Ev proje di tu qonaxê de mafên neteweyî yên gelê Kurd bi awayekî stratejîk û siyasal garantî nekiriye. Ji ber vê yekê, ku îro pêvajoyekî şikestinê…

Bizava Aştîya Navxweyî (BAN) sazîyeka sivîl e ku ji rewşenbîr, mafnas û akademîsyenên li Kurdistanê û dîyasporayê ne, pêk hatîye; bûyerên xeternak ku li taxên kurdnişîn ên Şêx Meqsûd û Eşrefîyeyê di van rojên dawî da pêk hatin, ji nêz ve dişopîne û bı tundi şermezar dike.
Di van bûyeran da, ev taxên kurdnişîn bi tank…