Salvegera koçkirina Rezoyê Osê li ser gora wî hat bibîranîn

(Qamişlo- dekşûriye – welatê me) Iroj yekşem 4.3.2012 li Gundê Dekşûriyê, salvegera duwemin ya koçkirina rewşenbîr, zimanzan û lêkolînerê kurd Rezoyê osê hat bibîranîn.

 birek ji rewşenbîr, nivîskar, helbestvan, heval û kesûkarên wî li ser gora wî amade bûn, gurzên gulan li ser gora wî danîn û destpêka qurana pîroz xwendin, paşî  bi nerîn, helbest, û gotinên wefadariyê ew li bira xwe anîn, û wêneyên yadgariyê girtin.
Li destpêkê helbestvan “bavê helbest” bi gotinek kin xêrhatina amadebûwan kir û bi navê wan û yên kû nekarîbûn amadebibin silav li Rezo kir û ji amadebûwan xwest kêlîkek bê deng li ser canê wî û canê pakrewanên şoreşa azadiyê li sûrî rawestin
Paşî nivîskar û helbestvan Konê Reş gotinek , bi navnîşana: “Mamoste Rezoyê Osê! Me Bibexşîne” xwend. deqê wê gotinê di cihek din de hatiye weşandin.

Dûvre gotina desteya kovara PIRS ê, ji aliyê birêz Bavê Dara ve hat xwendin , deqê wê jî,  di cihek din de hatiye weşandin.   

Di pey re helbestvan Dildarê mîdî: nerîna xwe di vê derbarê de anî ziman: (( bi çûna mamosta Rezo, min ne bes hevalek winda kir, min lêvegerek winda kir, ji ber kû çi dema ez pêwîstî tştekî ziman dibûm min pêwendî pêre dikir, wek dî hevaltiyek xurt dinavbera me de hebû, nayê bîra min kû carekê em li hev rûniştine û daxwaza pêşkêşkirina helbestekê li min nekiribe, ji ber wilo îro li ser gora wî jî ezê helbestekê jêre pêşkêşbikim bi navê “erê zînê .. “))

Her weha Helbestvan Ebdulsemed mehmûd (bavê Helbest) jî Helbestek bi navnîşana “keskesorek ji Dekşûrî” xwend.

birêz Kisra kurê seydayê Cegerxwîn jî kû van rojan ji Swêdê hatiye welêt, nerînên xwe dan xuyanî kirin: “mamosta Rezo nayê jibîrkirin , di nexweşiya wî de, her tim min telefûn jêre vedikir, kêfxweşdibû , mixabin qederê ew zû ji nav me rakir, sed hezar silav li canê wî be.”

Paşî nivîskar û lêkolîner Xalis Msewer bi van gotinan nerîna xwe da: “mamosta Rezo , vejîna buharê bû di warê wêje, ziman û kultûra kurdî de… ev tiştê kû Rezo nivîsandine, gereke dinav destên kurdnas e bikeve, Rezo tiştin nivisandine ji kultûra kurda windayî bûn, tiştê kû nivîsandiye, nayê nirxindin bi zêr û zîv, divê em li berhemên wî miqate bin, divê ew destnivîsên wî çap bibin û di nav milet de belav bibin, ji bo miletê kurd li xwe vegere û xwe nasbike û li ser ava bike..”

Nivîskar Selaman Barûdo jî nerînên xwe weha dan xuyanîkirin:  “rezo kesekî hatibû naskirin, li ser astê kurdî û erebî ,kurdistanî û cihanî jî, pir xizmeta miletê xwe dikir, gelek şêwir pê di hat kirin , Rezo wek mûmek vêketî bû ji nivîskar, xwendevan û bîrwerên me re û wê bimîne mûmek vêketî, çi civat çêdibe Rezo tê de sax e . ”

Paşî xuşkek bi navê zelal osê , ji malbata hêja Rezo Osê, parçe helestek binavê adarê xwend:

Adarê

Adarê dîsa li me kir ferman
Ji nav me rakir rezo yê hêja û dilovan
Gelek mezin û giran bo av talan
Çarê adarê bûye nîşan
Adarê şaşkir dîsa şopa biharê
Dilê malbat, dost û hevalan şikand
Finda pînosa Rezo mirand
Lê (Rezo yê  ) delal timî amadeye canê te
Ji bîr nabin gotinên te, beheştî be gorna te

Li dawî xortek  ji malbata Osê bi navê kovan, spasiya kesên hazir û ne hazir kir û bangî mamê xwe Rezo kir û got : ..min di xwest kû ti jî îro di nav me de ba.. te jî rojê azadiyê dîtiban û te ev buhara xweş dîtiba.. te bi rûmet jiyana xwe berdewam kiriba di nav xelkê xwe de..

 

 

 


 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…