Rexnevan Rezoyê Osê

 Zagrosê Haco
 

Sibe 4.3.2012 du sal di ser koçbûna mirovê hêja, dostê dilsoz û nivîskarê resen Rezoyê Osê re derbasdibin. Bi bîranîna Rezo re, bi windakirina newext, ya mirovekî xisletzêrîn re gelek hestên xemgîn serê xwe bilind dikin, lê dema navê Rezo li cihekî, di civatekê de derbas dibe, bi baran nimûne û serpêhatiyên tijî hezkirin li ser wî û li ser jiyana wî têne gotin; ev jî dilxweşî ye ko hê Rezo bi giyanê xwe di nav me de ye.
Yek ji xisletên Rezo rexnevaniya babetane bû. Ev yek di rexneya nimûneyî de li ser pirtûka ”Tu” ya nivîskarê xwediyê gelek berheman Mehemd Uzun xweş tê dîtin. Hezîrana 1995 Rezo xeleka pêşî ya rexneya xwe bi navê Uzunname di jimara yekê de ya kovara Dugirê de weşand.
Erê, berhemên kurdî di hemû waran de weke kulîlkên biharê dipişkivin. Jimara berheman mezin dibe û ji her alî ve jiyanê didine ber xwe, lê li hemberî vê geşbûnê, di zaravê kurmancî de, stûneke girin kêm e, ew jî stûna rexnevaniya zanistî, babetane û avaker e.
Sibe bîranîna koça dawî ya hostayê rexnevaniyê Rezoyê Osê ye. Ez hêvî dikim ko şêweyê wî yê rexnekirinê: zanîna kûr ya mijarê, bêalî û avakerin bibe rêbaza rexnevanan.
Nêzîkbûn ji rêbaza Rezo re, ez vê gotara swêdî bi navê “Çawa mirov li ser pirtûkan dinivîse?” dideynime nav destên we.

Çawa mirov li ser pirtûkan dinivîse?

Çavkanî: I läslampans sken
Werger: Zagrosê Haco

Nivîsandina li ser pirtûkan dikare pir rengereng be, lê gerek e di nivîsa te de ev xalên li jêr hebin:

1. Destpêk
Navê pirtûkê bêje û nivîskar bide naskirin. Eger mijareke pirtûkê ya sereke hebe wê li vir bide naskirin. Tu li vir dikarî cureyê berhemê destnîşan bikî, wek: roman, lîrîk û pûjinî, çîrok, kurteçîrok, efsane, fabel, drama, hilbest yan jî serpêhatî. Mirov dikare wan mijaran ji wilo bêhtir şirove bike. Di romanekê de dibe ko çend şax û per hebin: romana nependî, romana şirûdî, romana dîrokî û hê gelekên din, mirov dikare wê jî binivîse.

2. Bûyer
Naveroka berhemê diyar bike, lê ji bûyerên sereke dûr nekeve.

3. Şan
Kesên sereke di berhemê de destnîşan bike û wêneyekî wan ava bike. Binivîse ka pêvajoya wan di nav bûyeran de çawa berdewam dike? Ramanên wan çi ne, çawa ne?

4. Civak
Nivîskar civakê û dema ko bûyer tê de diqewimin çawa rave dike? Têkiliyên bi çand û siyaseta wê demê re çawa bûn? Berhem kengî derketiye? 

5. Şêwe
Pesnê zimanê nivîskar bide: gelo ew peyvên rojane bi kar têne yan ew hevokên aloz û dirêj û peyvên seyr bi kar têne?

6. Danîn
Pesnê wê bide çawa nivîskar berhema xwe pêkaniye? Gelo serpêhatî kronolojî ne? Gelo nivîskar di gotûbêjê de şêweyê yekser yan neyekser bi kar têne, yan di nav wê û wê de diçe û tê? Li vir bêje ka kî çîrokê dibêje? Gelo nivîskar nependî ye, darîçav e yan serdestê hertiştane ye?

7. Peyama
 Li vi bêje, ka nivîskar di berhema xwe de dixwaze çi peyamê ragehêne? Tu niha têgehiştin û dîtina xwe, yên taybet bêje û çend nimûneyan ji berhemê raxe meydanê!

8. Berhevdan û nirxandin
Nivîsa xwe bi gengeşeyekê û nirxandineke xwe bi dawî bêne. Gelo nivîskar di daxwaz û hêviyên xwe de, yên dixwest, serkeftî bû? Gelo ev berhem îro tiştekî dide me? Gelo pirtûk hêjayî xwendinê ye? Ma tu dikarî qewîtiyan li xwêneran bikî, da vê berhemê bixwênin? Çi başî û çi nebaşî tê de hene û çima? Bêje sedem çi ye tu bi vê dîtina xwe behwer î?

Ji bîr meke ko tu navê xwe li ser vê nirxandina xwe binivîsî!c

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

SEÎD YÛSIF

sala1977ê de min li zanîngeha Şamê di beşê Felsefê de xwe tomar kir di wan salên xwendinê de min Ehmedê Huseynî naskir

Di wê demê de kampên zankoyê yên leşkerî hebûn em jî weke şagirtên zanîngehê bi wan neçar bûn

Xweş tê bîra min ku ez û Ehmed…

Ji encama ​êrîşeke dronî ya rêjîma Îranê li ser kampên sivîl yên penaberên Rojhelatê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê, pêşmergeyek bi navê Xezal Mewlan ya 19 salî bi giranî birîndar bû, tevî ragihandina agirbestê di navbera Amerîka û Israelê de ji aliyekî û rêjîma Îranê de ji aliyekî dîtir ve.

Lê bi mixabinî…

EBDILBAQȊ ELȊ

 

Bi dehȇn salan e, ku kurdȇn li Sȗriya di bin rejîmên li pey hev de, nemaze rejîma Bees, rastî kampanyayȇn şer ȗ zordestiya sîstematîk hatine ku ji înkarkirin û dûrxistinê bigire heta șerȇ siyasî ȗ aborî, jilewra damezrandina yekemîn partiya siyasî ya kurdî li Sûriyê di sala 1957’an de, bȗ…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Buhiştî tu ji bo dilê min jînî
Nêrgiz û sînem û gul û beybûnî

Çi bêjim ez nikarim pesnê te de
Tu elendî ronî û hem mizgînî

Hemî zarav li hemberî te lalin
Tu tacî ser serê min hem evînî

Ji çavê te gelek nama dixwînim
Tu peyama evînêyî tu…