Gotar

EM JI ŞÎRÊ TIRSÊ FIRŞIK BÛNE

LAZGÎN DÊRÛNÎ

Em gilî û gazindên xwe ji kê dikin
Em li kê dikin hewar û gazî da bi meve werin
Em ji kê mafên xwe dixwazin da bidin me
Maf ji asîmana nayên xwar wek baranê.

Maf li erdêne ,di nav lingên medene,li ber destên mene,li ber çavên mene,lê hinek kar û xebata rast û dirist divê,hinek viyan divê ji bo biryareke dirist werê  sitandin,biryareke ji dil û can û bi mêranî.
Lê ka ew serok û rêber û rêzan û kesên kû karibin bi mêranî û zanebûn serkêşiya millet bikin.
Pêşewa dîrokê çêdikin û ji wanre dibêjin:pêşewên dîrokî.di dîroka kurdên sûrîde pêşewa û serok û rêber ne rabûne heta roja îro ,ji vê yekê firaza me xwiya nakê,bav û kalên me ti ked ji mere nekirine û ti bingih ne danîne da kû em li ser rawestin û li ser avakin,bav û kalên me nîrê zilm û zorê ji ser milê xwe ne rakirbûn,ew dibin barê tirsêde mirin,û em ji şîrê tirsê firşik kirin, em kurê tirsêne ,em ji ber mafên xwe direvin û pişta xwe didinê,em li ser xewnan hêviyên xwe girêdidin.
Di bawerya min de kû sed rewş werin guhertin û sed derfet werin û herin,em bi vî reng û şêweyê îro dibê tiştekî bi ser naxin.
Kurdên rojavayê KURDISTANÊ xwe bi hêviya partiya ve hiştine û partiyan jî xwe bi hêviya hêviyan ve hiştine,weke tê gotin:yê li hêviya yarê ma bê wêrt.
6/5/2012

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…