Derewçîn

Yasîn Hisên
Amûdê

Wekî her kesekî ji welatekî ku wêran dibe, her roj ez jî li ber televizyona û serxwar li ser kompyotera xwe dixwazim kêlîk bi kêlîk binasim çi li welêt dibe. Gelo wê kengî bidawî bibe?
Duh, dîsa programa min î rojane destpê kir. Vê carê keça min ya temen çar salî di himbêza min de bû, ew wê jî çavên xweyî hûrik mîna min ziq xistibûn kompyûter de.

Mixabin, yekemîn dîmen, dîmenê zarokên Hole bû, termê wan rêzkirî, xwîn bi ser sere wan de rijyayî, mejiyê wan derketî, dewsa kêrê hovan li ser bedena wan.
Wekî her car, keça min dest bi pirsên xwe kir:
– Bavo, ev çi bi vê keçikê hatiye?

Carcaran min derew lê dikir û min digot: Keçka min ava ba`cana bi ser de rijyaye. Lê vê carê zimanê min negerya ez vê bersivê jî bidim, hema zû zû min kompyûtera xwe vemirand û min ew bê bersiv di cih de hişt.

Ez bawer im ku em hemû di vê rewşê de derbas dibin û her yek ji me divê derewekê bike, anku bi ser derewê ku em li zarokên xwe dikin, em derewa li xwe jî dikin.
Hunermend, sitranekê li ser kuştinê diafirîne. Peykersaz, peykerekî ji kuştiyan re çê dike. Nivîskar, divê li ser rewşa kuştinê binivîsîne. Helbestvan, divê helbestên xwe li gorî kuştaran biafirîne. Siyasetmedar, divê daxuyaniyan li ser kuştinê bidin.

Weha, em di nava kuştinê de dijîn. Em hemû rengên wê dibînin, ji teqînan, ji serjêkirinê, ji destbirrînê, ji zimanjêkirinê, ji çavderxistinê, ji tiştin din ku ne ziman û ne pênûs nikarin wesfa wan bidin.
Gelo divê mirov berî mirinê di kuştinê re derbas bibe heta ku bighêje pileya rehma mirinê? Gelo kesî ji me hesabê vê rewşê kiribû? Yan jî divê rojane em çiqas derew li zarokên xwe bikin? Ma wê ev derewên me, wê me ji pêşerojê xelas bikin?

Kuştin bisekinînin ji bona em hemû nebin derewçîn…! Da wekî min em zarokên xwe ji ava ba`cana jî netirsînin…!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…