Di bin navê ( zimanê me rûmet û nasnameya meye ) di roja 19/5/2012 li bajarê Amûdê bi beşdariya 700 nivîskar , zimanzan , rewşenbîr ,û xemxwerê ziman û toreya kurdî û mamosteyên ziman û siyasetvanî , bi coşek mezin li dar ket .
Di navê re brûskên pîrozbahiyê hatin xwendin û gotinên gelek siyasetvanan û nûnerê saziyên rewşenbîrî, olî û çandî û ronakbîrên amadebûyî pêşkêş bûn mîna zanevanê ziman Deham Fetah , Arşek Baravî, Derwêşê xalib û Seyfidîn Ebdo û hejmarek dî , gotar û derbirînên xwe bi kurt û kasî pêşkêş kirin , her weha encama raporên saziyên ziman û dibistanên zimanê kurdî , her weha gotina K.C.K hate xwendin , û encama çalakiyên S.Z.K hate vekirin û têde nîşan da ku 32 dibistan li hemû heremên rojavayê kurdistanê hatin e vekirin , her weha hejmara mamosteyên ziman û hejmara şagirtên dîploma asta yekem wergrtîn .
Mêvan û beşdaran gelek mijarên giring vekirin û derbirînên xwe anîn ziman û gotinên rengareng û derbirînên çareserkirina arîşe û alûzeyên ziman .
Di beşê duyemîn de rêziknameya reşnivîs hate belav kirin û xwendin , xal bi xal hatin şirove kirin û sererast kirin li gor nêrîn û dîtina beşdaran û dawî çend xal hatin pevtêdan û reşnivîs hate pejrandin û bû belgeya konfirasê .
Di warê serperiştî û rêveberiyê de ji her heremekî endamek hate navkirin ku nûneriya desteya S.Z.K bike û bi qasî 11 endaman hatin destnîşankirin .
Piştî goftûgoya bi qasî 12 katjimêran hate ajotin û bi sirûda ey reqib ya netewî hate bi dawî kirin .

Şîrove (0)