Amer Çelik_Xweşikin….Xwesik!!…. Lê pêwîstî bi kirîne vî fîstan niha tunebû…Ne usa..!?
_ Çawa a aa?!…Ma çekên min yê ku pê herim mêvaniykê, serdanekê sok û dîlanekê hene….A a ?!
_ Berî çend rojan, min fîstanekî zerî bi gul,xweşik û delal ji te re nekirîbû?
_ Belê! Lê ne î modêl e. Yan bibêjim, ew ne modêl werzê em têdene.
_ Her werzekî modêlek jêre pêwîste …? Usabe pêwîste salê çar fîstanan ji te re bikirim!…
_ Erê can im, her werzekî modêlek wî heye. Jinik hinekî rawestiye wekî ku bênvedanekê bibe xwe û dîsa got:
Ez wekî jinên xelkê çekên qîmet giran û buha nakirim. Tu dizanî ku jine te gelekî li ber bazarê dide. Tiştê ku bi sedî be, ez bi bîste dikirim. Jine te xweşik û zîreke. Hela li vî qûmaşî binêr. „qetek qûmasê ku di destê jinikê debû“
-Tu çiqas qîmet didî vî qûmaşî ..?
– Nizan im !….
– Tuştekî bibêje…
Mêrik qasekê qetê qûmaş di navê tiliyê xwe de bir û anî û got:
– Ez mitra vî qûmaşî sî heya çil werqeyî pê didim.
Jinik;
– Efendim…!? Ezê hewqas pera ji kuderê bînim , a a? Heya ku ez sed wereqî ji te distînim çavê min dirjên!!… Min qûmaş tev bi deh weraqan kiriya…Tu çi dibêjî !?… Tu dizanî ku ez gelekî li ber bazarê didim.
-Tu jineke gelekî başî û ciwanî. Rewşa min ya darayî vê demê ne rinde!….
– Herdem tu usa dibêjî; Pera tunin, tunin……
Mêrik rabûbû ser piyan û du-sê caran rûdêne ji boyaxê sor-sipî paçû kirbû û gotibû: her usa tiştên erzan bikire.
Mêrik her bi başî pesnê jina xwe ji bo hevalên xwe yên kar re dikir û digot: Jina min gelekî li ber bazarê dide û hima-hima çekan belaş ji maxazinê tîne.
Dema wî usa çalekiyên jina xwe tanîn ziman, Hisêno jî pesnê jina xwe dida û digot:
– Bawer bike ku jina min jî wek ya te zîrek û çelenge. Biner li vî qûmaşî(li ber cama dikane qûmaş sekinîbûn) mitra wî bi sî û pênc wereqan e, jina min berî çend rojan bi deh weraqan kirîbû!!!!!!!…..
– Birayê Hisên o bawerke ku ez û tu bi jinên xwe bextwer û kamuran in. Ji aliyê rêz û edebê ve jî jinên me gelekî bi rêz û edebin û bi ser de jî pir xweşik û zane ne jî.
– Welahî raste !… Heger ne usa bane ma me yê bi van perê hindik çawa biqedande.
Hevalek ji wê de tê:
– Roj baş hevalno!. Hûn li çi dinerin..!?
– Ser çava birayê Silo.
– Tu ji kuderê tê Silo…?
– Hûn ji bo jinên xwe li qûmaş digerin û dikirin, ez jî ji mala jinan in têm.
Herduwan bi hevra:
– Mala jinan…..!?
– Erê! Erê mala jina, Mirov derbasî salonê dibe sê weraqan didî û derbasî odake çend qul di dîwar de hene, di wan qulan re li jinên tazî dinhêrî, heta bêjî bes aaa a bas e!..
Hisêno: Ê mal wêran..Silo derwan bike derewên bi kiras. Mal wêran ma mala jinan hola gokê ye..!? Rast dibêjî, ew mal li Europayê hene, ne li ba me !!
– Başa! Hûn bawer nakin!? Bilêt ji kîsî we werin ez we bibim.
Hersê hevalan hilkişiyabûn qata jor, li salonê çend mêran xwe li erdê dirijkirbûn û çavên xwe kirbûn qulên dîwar. Hersêyan jî wekî wan mêran çavên xwe kirbûn sê qulan!…
– Ez mantokî sor-rengîn dixwazim.
– Ji bo xatrê çavên te yê reş manto ji bo te… Ji vê modêlê ?
– Belê!.. Ew modêl gelekî buhaye, lê ji bo vê bejina te û ramusanekê ji bo te bê pera!.. Hela çelkên xwe dayîne û vî fîstan li xwe bike!..
– Başe!…
– JI xweke can im, ji xweke!….
– ……, …..
– Mal memikan dayîne!..Tu danyînî nikarim baş pîvan e te bipîvim!…Ha aa aa a usa bejina te wekî tayê rihanê….y..a..
– …. …. ……………………………..
Mêrik ber êvarî ve derbasî malê bûbû. Bi derbasbûne mêrik re, jinkê ber bi wî ve hatibû û gotibû:
– Binêre! Mantoyê minî sor-rengîn çiqasî li bejina min tê. Tu dizanî min bi çi qasî kiriye ?! Tu çiqas qîmet didî vî mantoyî?!
Çavên mêrik beloq diman li manto dinhêrî.
– Çima qîmetê manto nabêjî..!?
– Manto!….A a manto. Hêjaye sere min û Hisêno herduwan. !!!!!!!!

Şîrove (0)