Têkêliyên berovacî

Ronî ELÎ

Tevgera Kurdî dibêje : pêwîstî bi nûjenkirina şêwaz û rengê karên me heye, rêxistinên xwe ber bi pêşketinê ve bajon, û li gorî pêvajoya jiyanê xwe beşdarkin, ango, divê çalakî, têkilî û tevgera me bi rengê xwe yê şaristane bêne xuyakirin, em rûçikê xwe yê mirovane û vekirî li ser guhertinên qonaxê diyarkin, qezencê ji bilî xwe jî bibînin û derbasî nav miletê xwe kin, çanda xwe zengîn bikin, kesetiya xwe biparêzin, taybetiya rewşa Kurd ji bilî xwe re nîşan kin. bi kurtî em kanibin dezgehên pêşketinê ji xwe re avakin .
   Lê hema ..em ji kude dest pê bikin û bi çi rengî. ? 
    Ev pirsgirêka ku, ta roja îro bersiva xwe nedîtiye .. û di wê de em li nav hev dikevin . Gelo, emê ji xwe de dest pêbikin weke mirov, an ji rêxistinan de, an jî ji avakirina mejiyekî, nêrînekê, sitratîciyekê  de… ?!. di baweriya min de mirov bê nêrîn nabe, bê wê, wê ne ti mirov be, tenê wê weke pûtekî bê hêz û vîn be . weke wê jî tevger, an rêxistinek rêzanî, bê bingehek konevanî,zanyarî wê nikanibe bi erkên xwe rabe, wê nikanibe armanca xwe bighîne serî, ji ber, bêy va merca han – bingeha konevanî, zanyarî – tiştek namîne bi navê rêxistina rêzanî . belê em dikanin bêjin. rêxistina çandî, an civakî, tevî pêdivî û mercên  wan jî  hene . hema di vî warî de , di warê ku miletê me xebata xwe ya milî berdewam dike, û li hember pirojeyên tinekirina wî pêdariyî dike, û di rûyê êrîşa şofen de radibe, mirov û tevger dibin yek can, serbixwe û partîzan dibin piştgêr û hevbend, bo çareserkirina pirsa xwe, daxwaza xwe . mirov dikare bi gotinek din bêje, ku, ti sînorên sitûr di navbera daxwazên wan de nînin . herdu ji armancekê re doza xwe dikin . lê mixabin, ew doz şirove nebûye, her yekî ji wan cihê xwe ta roja îro bi taybetî nasnekiriye, û ji ya hev dixwin, û hîn zêdetir ji hev şerpeze dibin . ta nêrînek tê avakirin ku her yek ji wan xendeka li dij yê dine, ne kopriyên dozêne . ev rewş me dajo ber pirsiyarekê: kî ji wan divê li yê din xwedî derkeve, kî divê ji yê din re derî veke û nazên wî rake .
    Eger her yek ji wan li ser erkên xwe mijûl bibe, wê herdu ji hev re deriyan vekin û li hev guhdarbin, lê bira ji vê netê naskirin ku, herdu dijayetiya hev dikin, tenê bingehên dan û sitandinê ne duristin, û bi hewcey hinek zelal kirinin .
    Dê ka em li qezencên xwe vegerin, gelo em dikanin çi di wî warî de bikin .
    Berî her tiştî, ger em dilxwazê kirinê bin, girînge em xwe fêrî kiryaran bikin, ne tenê siloganan hildin, girînge em cihê xwe yê durist nasbikin û binasin, em xwe nekin her tişt û xwe nexin her tiştî, her yekî rola wî heye, her yekî tiştin ji dest bi dertên, divê em wan di cihê wan de binirxînin . ev jî ta roja îro kêmasiya me tevan e . siyasetmedarê me dixwaze xwe li her tiştî xwedî derxîne û bandoriyê lê bike, yê pê dizane û ya nizane jî . him zanyare, him zimanzare, him hunermende, him torevane û him jî hertişte . lê li dawiyê hemî tişt bi qelsbûn der ditên, çewt derdikevin, û berdewam nabin . ma çima em xwe dajone van astengan, çima em heryekî li gorî wî jêre derî venakin, dîsan jî bira ev – tevger – lê xwedî derkevin . ev nexweşî bûye ya rewşenbîr jî .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Sersaxî
Bi xemgîniyeke giran, vê sibehê, Nûsîngeha Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye, nûçeya koçkirina dawî ya helbestvanê Kurd Ehmedê Huseynî bihîst, ku li nexweşxaneyke welatê Siwêdê canê xwe ji dest da.
Helbestvan Ehmedê Huseynî yek ji wan helbestvanan bû, yên ku bi zimanê Kurdî helbesta nûjen nivîsîne, panzdeh dîwanên…

Mislim Şêx Hesen

Di kurahiyên dîrokê de diyar dibe ku rêbertiyên rastgo û vekirî, yên ku bi xelk û hemwelatiyên xwe re rast in, karîne bi wê rastiyê gel û welatên xwe bigihînin astên herî bilind û pêşketî. Lê gava ku rêveber an berpirsyar guh nede nêrîn û pêşniyarên civakê û gel,…

Hozanê Girkundê
Efrîn xedenga di dilê welatê min
Ey bihna sînga bûharê
Dildara êşa zytûnê
Vaya dîsa berê min li te ye
Ez ê ji nûve te himbêz bikim
Û kela hez kirina xwe
Di sînga te de birjînim ez ê
Çavên xwe
bi xweşikbûna te kil bikim
Û destên xwe bi axa te
Bişom!
Ji nûve ez ê buxçika bîranîn vekim
Li bin sîya darên te
Ez ê…

Mehmûd Badilî

Pirsa Kurdî li Tirkiyê ne hema wisa dosyayek ewlehiyê ye û qet nabe ku bi awayekî wekî kêferateke çekdarî di navbera dewletê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de were kurtkirin. Ew di bingeha xwe de, pirsa miletekî ye ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî, pirsa hebûn û dîrokê…