Û piştî deqe ya bê deng hin ji kurte jiyana mamoste Konê Reş û beşdari ye wî di kungirên nav dewletî û xelatin ku wergirti ne û berhemên wî yên çapkirî û berdewami ya wî di ber çand û wîje ya kurdî de.
û mamoste (Luqman Yûsiv) endamê yekîtî ya nivîsKarên kurd şaxê Qamişlo di kurte gotina xwe de sipasi ya nivîsgiha Partî kir, li ser van Karên wê yên balkêş ,û sipasîya mamoste (Konê Reş)li ser vê simînare kir.
bi sê beşan.
1-Şêraniya Zimanê Kurdî û Hebûna Me Li Sûriyê
Di Hebûna Zimanê Me De Ye
Û bi gotina Mîr Celadet BEDIRXAN, Hawar, hejmar, 20/1033, Şam, mamoste dest pêkir.
Divêt bête zanîn ko ziman ji hîmê heyîna me ye û bê zimanê xwe em nikarin bijîn û di nav koma miletan de wek miletekî serxwe bimînin û paydar bibin. Nemaze ji bona me û ji bona wan miletên ko ketine rikanê miletekî hevol. Ji ber ko miletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi du qeweta, du çekan diparêzin: Ol yek, Ziman dudo. Lê heke ola miletê serdest û bindest yek bibe, hingî çek yek bitenê ye, û bend tenê ziman e.
Û bi gotina Dr. Nûreddin ZAZA, Destana Memê Alan, rûpelê pêşî
Gelî Kurdan!
Eger hûn naxwazin ji hev tarûmar û winda bibin, berî her tiştî, bi zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin. Lê eger dixwazin xwe nas bikin û xwe bidin naskirin û hezkirin û bi hevaltî û dostaniya miletêndin re pêş ve herin û bi rûmet û serbilind bijîn, dîsa zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin.
Simînare xwe berdewam kir.
Wek ku diyar e her miletek di cîhanê de, pênasîn û hebûna xwe bi zimanê xwe dide naskirin; li Erebistabê zimanê Erebî nîşana hebûna miletê Ereb e, li Tirkistanê zimanê Tirkî nişana hebûna miletê Tirk e, wiha jî li Kurdistanê zimanê Kurdî nîşana hebûna miletê kurd e. Di nav gelên cîhanê de, zimanê Kurdî pênasiya gelê Kurd e. Di civata Netewên Yekbûyî de jî, her netewek bi ala xwe a rengîn tê naskirin, wiha jî netewê kurd bi zimanê xwe yê Kurdî û ala xwe a rengîn di nav koma netewan de tê naskirin, anku zimanê Kurdî nesnameya netewê Kurd e û hebûna gelê Kurd di hebûna zimanê Kurdî de ye.
Sebaretî me Kurdên rojava, eger xebat û bizava rêxistinên me yên Rojava di ber mafê rewa yê gelê Kurd de be, bêguman ji sedî sed zimanê Kurdî di pileya pêşî de ye. Lê sed mixabin guhdana Partiyên me ta roja îro bi zimanê kurdî gelekî qels û lawaz e.. Cihê daxê ye ku di warê pratîk de, zimanê kurdî li cem wan di pileya dawî de ye! Tev nivîsên wan bi zimanê erebî ne, pirrê axaftina wan bi zimanê erebî hatiye xemilandin. Ez ne bawerim ku du berpirsyarên rêxistinên me, baş bi zimanê kurdî zanin bixwînin û binvîsînin?! Mixabin ku Kurdewariya rêxistinên me Kurdên Rojava bi zimanê erebî ye..!
Ez jî wek nivîskar û hezkerekî zimanê kurdî, ku piraniya nivîsandinên min bi zimanê kurdî ne û ez pak serwextî çîroka geşbûna hin zimanên rojhilata navîn im, bêgûman ziman kurdî jî zimaneke ji zimanên rojhilata navîn e, belê, min di dîroka miletan de, di dîroka şerê zimanan de, wek ku şerê zimanê kurdî bi tundî hatiye kirin, şerê ti zimanî ne dîtiye û nehatiye kirin..! Bi taybetî di Kurdistana bakur de.
Ji ber ku kesayetiya me di zimanê me de ye û em bi zimanê xwe kurd mane, neyarên me jî, ji mêj ve ev yek naskirine û bi rêk û pêk şerê zimanê me kirine û dikin.. Roja îro çendî em li zimanê xwe xwedî derkevin, biparêzin û pêşve bibin, wiha em hebûna xwe a kurdî diparêzin.
Ji sala 1923 an ve, dagirkeran bi sedema ku zimanê kurdî nemîne, bi pilan şerê zimanê me kirine. Zimanê me wek sembola paşverûtî û nezaniyê destnîşan kirine û dikin. Û ne tenê planên bişaftina çand û ziman li ser me kurdan meşandine, lê belê wan xwestiye ku kurdan di her warî de paşketî û asîmîle bikin.
Mêzekin, bê çendî zimanê van netewan li cem wan biha ye; hikumeta Fransî her sal ji bo geşbûna zimanê xwe konferansan li dor Frankfoniyê li dar dixîne.. Ji çend salan ve Tehran gotinên biyanî ji zimanê Farisî dineqîne.. Dewletên erebî navên alavên ragihandinê û navê alavên pêdiviya rojane yên ku nû derdikevin û di cihanê tevî de bi yek navî naskirî ne wek Radyo, TV.. navên erebî li wan dikin.. Amerîka latînî devij zimanê Espanî bernade û bi zimanê ingilîzî jiyana xwe derbas nake û wek ku em tev dizanin roja îro zimanê Şikispîr di dinyayê de zimanê yekemîn e ku zimanê bazirganiyê, torê û denûstandinê ye.. Eger em bi zimanê dagirkeran siyaseta xwe, rewşenbîriya xwe û danûstandina xwe a rojane pêk bînin, dêmek kêşeya gelê kurd nîne û tev serhildan, raperîn û bizavên gelê Kurd di ber azadî û serxwebûnê de şaşî û nezanî bûn..!!
Erê, eger ziman ne di pileya pêşîn de be, bela her perçeyekî Kurdistanê bi zimanê dagirkeran biaxife û wiha kêşeya gelê Kurd çareser dibe û namîne..! Hingî ti pêdiviya me bi Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Nalî, Bedirxaniyan, Hacî Qadirê Koyî, Cegerxwîn û Goran.. namîne û di encam de taybetiya me wek gelê Kurd namîne. Ma em bi destê xwe Mem û Zîn, Ferhad û Şêrîn, Siyamend û Xecê bingor bikin, zargotina xwe a ku temenê wê bi hezarê sala ye bişewitînin..?!!
Raste roja îro du şêwezarên Kurdî yên sereke di seranserî Kurdistanê de bikar tên (Kurmancî û Soranî), her wiha du alfabe jî berdestin (Erebî û Latînî), Kurmanîaxêf bi tîpên latînî û Soranîaxêf bi tîpên erebî dinivîsin. Her du şêwezar jî ji zimanê Kurdî re bûne standard.. Ez geşbîn im ku di pêşerojê de wê zimanê Kurdî bi alfabeya latînî li seranserî Kurdistanê belav bibe, ji ber ku gava pêşîn ji standdardkirina zimanê Kurdî re yekîtiya tîpan e. Di sala 1932 an de, dema ku mîr Celadet Bedirxan kovara xwe Hawar li Şamê, bi tîpên latînî weşand û naveroka wê bi berhemên nivîskarên kurmancan û soranan xemiland, hingê wî bîra vê yekê birbû û ne divîbû ku di pêşerojan de du alfabeyên standard ji zimanê Kurdî re bêne bikaranîn. Dema dibêje: (Yekîtiya miletê kurd bi yekîtiya zimanê kurdî tête pê. Di yekîtiya zimên de gava pêşîn jî yekîtiya herfan e. Yanî ji bona nivîsandina zimanê miletekî divêt zana û xwendewarên wî miletî, bi tevayî ji bona zimanê xwe elfabêyekê bibijêrin û heke di wî zimanî de çend zar hene, zar hemî bi wê elfabayê bêne nivîsandin)
Hawar, hejmara 10 an sala 1932 an.
Wek ku li jor min da xuya kirin, her netewek bi zimanê xwe tê naskirin. Belê roja îro li gor van xwepêşandanên ku di kolanên Sûriyê de dibin, li gor guhertinên ku di Sûriyê de dibin û wê bibin û eger rast em netewê duwemîn bin di Sûriyê de û hejmara me di der 3 melyon kes re be, gerek daxwaza me a pêşî û sereke zimanê Kurdî be, ji ber ku em Kurd bin, zimanê me Kurdî ye û hebûna me Kurdên Sûriyê di hebûna zimanê me de ye.
Bi vê helwestê ez jî bi gerimbûn dengê xwe tevî dengê van her du rêber û nemirên gelê Kurd Mîr Celadet Bedirxan û Dr. Nûreddîn Zaza dikim.. Û li vir dipirsim; Gelo, rêxistinên me, rêberên me yên îro çi haziriya xwe di warê zimanê Kurdî de kirine? Gelo, ku ji wan bê xwestin, wê karibin kadiroyan bo weşandina rojnameyeke Kurdî a rojane an kovareke Kurdî bi zimanê Kurdî amade bikin? An wê karibin kadiroyan bo Radyoyeke Kurdî an TVyeke Kurdî peyda bikin? An wek berê, wê siyaset û rewşenbîriya wan bi zimanê Erebî be?!!
2-Werin Em Roja Zimanê Xwe Pîroz Bikin
(Malxerabo! Ma we ew çend wext nîne, ko hûn ji bo hînbûna zimanê biyaniyan bi salane ve xebitîne, îro jî dixebitin, ji bona ko bikarin _ fînfoneke _ derewîn bi lêv bikin.. Kuro! Eybe, şerme, fihête, an hînî xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe bibin, an mebêjin em Kurdin, bê ziman Kurdîtî ji we ra ne rûmete, ji me ra rûrewşiyek girane.. Heyf û xebînet û hezar mixabin, nemaze ji wan ra ko bi zimanên din dizanin bixwînin û binivîsînin û alfabêya zimanê xwe hêç nas nakin).
Mîr Celadet Bedirxan, kovara Hawar, hejmara ( 27 ) Şam,1941
3-
21ê Sibatê, Roja Zimanê Zikmakî Ye
(International Mother Language Day)
Di sala 1999an de roja zimanê zikmakî ji aliyê UNESCO (FN) ve hate pejirandin û bû roja zimanê zikmakî yê navneteweyê. Ev roj tê wateya ku mirov bi qebûlkirina mafên ziman yên kesên dî dibe hevdem û nûjen. Nasnameya nûjen ew e, ku mirov nasname, kultur û tradîsyonên cuda wekî yên xwe dibîne û diparêze………..)
Û bi gotina (Mîr Celadet Bedirxan, kovara Roja Nû, hejmara (1) Beyrût /1943. Di bêje.)
Bavo, li dinyê ji me kêmtir kes nemaye, heçî milet hene, tevda bûne dewlet û hikûmet. Xudan kitêb û dibistan, bi tenê em miletê Kurd bi şûnde mane, reben, feqîr, nezan, belengaz di destê xelkê de lehistok. Xelkê hefsarê me kiriye destê xwe da, li gor kêf û menfîeta xwe berê me ji bakur dide nîvro, ji rojava dide rojhilêt, ji lewra divêt em jî bixebitin, xelkên xwe hînî xwendin û nivîsandinê bikin, vî miletê belengaz ji tarîyê xelas bikin, berê wî bidin tav û ronahîyê..
Û wisa mamoste simînar bi dawî kir, û rê da pirsên beşdaran.
Û simînar zengîn bû bi pirsên cemawerên amade ,yên ku bersivên wan hatin dan,
Û di dawî de dubare sipasîya cemawerên amade hat kirin û hêvêya rojin xweş û azad ji gelê kurd re, û ser keftin ji wêje û çanda kurdî re .
Komîta ragihandinê ya partî şaxê roj hilat Qamişlo
28-9-2012