Diramînim,

Kuştara Qamişlo, dîsa birakujî li bîra min anî… Kuştina Kurd bi destê Kurd şerm û fihêt e…Rajeya (xizmet) neyaran dike…
Kuştina her sê xortên Kurd li Qamişlo bi destê şevengên Kurdan şermezar dikim…

Diramînim,

çima helbest nayê?
Çima dîlana min
bi awazên were nayê?
Şahî bi rijandina xwînê re dernayê?
Hawar ji ber wêrekiya fîşeka te,
li newalên ker daqûl nayê! 

Dipirsim û pirs gwîzan e; 
qeşema dilê te bi kujtina kenê min dihile?

Meger kenê min çû,
û kenê te sêwî ma !?
meger Qeregêtran
li çalê çandî ma!?
Meger nalîna Memo
li zindanê girtî ma !?
Tu olan mandel nekiriye ,
du cêwî di malzarokekê de bijîn!
Tu çiyan bêdilî nekiriye ,
kulîlk bi du xwînan bêtin vejîn.
Ez û te ji yek zikî ne,
heger dilê merov hebe
û bela ev ji min derew be:
“du zebeş bi destekî têtin rahiştin”
û heger “du serî ne mezin bin
di beroşekê de tên kelandin “

………………………………
Ji dîwana Hetav ne leylan

01.09.1997
Ezîz Xemcivîn

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…