Buhara şoreşên 2011

Arşevê Oskan

Di dîroka welatên ereb û bakurê Afrikayê de, ev cara yekem e, ku çirûska şoreşeke bi hêz ji Tunisê dest pê kir û li welatan belav bû. Wêneyê Bû Ezîzî ji van şoreşan re bû navnîşaneke berz, ku nayê jibîrkirin. ”Buhara Ereban” navê ku li van şoreşan hate kirin. Ji aliyê navnetewî ve jî vedenga vê şoreşê, hemû ragihandên cîhanê bi xwe ve mijûl kirin. Rûyên gelek dîktatorên ku mirov ji siha wan saw digrt û ditirsiya, di ber pêla pêlavan re hatin çimandin û herifîn. Ew rû, ew wêne di dîmenekî herî kirêt û erzan de hatin dîtin.
Dîwarên ku bi dehên salan ji tirsê hatibûn avakirin, bi yekcarê hatin herifandin û tometên malbatên wan dîktatoran li her sikakan hatin xwendin. Tirsa ku bi salan di dilê gelê belengaz û reben de hatibû çandin berovajî bû, wê tirsê berê xwe da dilê sitemkar, dîktator û serdestan. Tu caran van serdestan li berjewendî û jana gel aghdar û guhdar nebûbûn. Tenê li sermiyan û serwetên xwe geriyabûn û bi milyaran dolar û bi tonan zêr kom kiribûn û wan dolaran ew kor kiribûn. Bi wan dolaran siyasetmedar, rewşenbîr, ragihandin û dîrok di bin pêlavên xwe de fetisandibûn. Sererd û binerd hemû di bin destên malbatên wan de asî bûbûn. Ew heybet û pozbilindî û xirûra wan dighişt ku êdî xwe di ser xwedayan re jî bibînin û xwe ji wan giringtir bidin diyarkirin. Lê ew pozbilindî dihate ku mîna baloneke ba di nav çend kêlîkan de bibe paçikekî riziyayî û laşekî xav û mirî. Ew kesayet û hêrs û awir di qulmişkan de asê bûn. Dêmenê Mubarekê Misrê, mîna termekî mirî li ser darbestê dihate dadgehkirin, ji bilî herdu kurên wî kesek li dora xwe nema…  Ben Elî yê ku hemû welat li paş xwe hişt, tenê bi destê jinê girt û xwe avêt bextê Igalên Seudiya Erebistanê, li dawî jinê jî destê wî berda.. ew pûtên wan, konên wan, sîgareyên wan, ebayên wan, gopalên wan yên pîroz, bi bahozekê re bû netiştek û ketin devê dîrokeke tarî. Termên Qezafî û kurê wî li sehrayê hatin veşatin, heta ku nebûn qismetê kûçikan jî. Ew pere, zêr, milyarên dolaran, fortên pozbilindiyê ….. nikaribûn ew ji wê rûreşiyê rizgar bikrana. Piştî ewqas serpêhatî û dîmen hîna jî serokê Şebîheyan Beşar Elesed li serê xwe siwar bûye û berê xwe daye bahozê û berovajî şepêlê diçe. Rojên xwe bi çiv û xap û derewan li ser xwîna zarokên gelê Sûriyê dirêj dike, lê dawîya wî dibe ku ji ya Qadafî jî bi sosrettir be. Êdî buharek ji herêma me re divê, cihê dîktator, xwînrij, kuştin û talankirinê di dîrokê de nemaye. Li hêviya ku li kurdistana me jî bibe buhar.
15.01.2012.        

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...