Çend kurtebêj di damezrandin û sazkirina dewletê de «Nêrîn û helwest»

Melevan Resûl   Yaneya Ehmedê Xanî ya rewşênbîrî / Dêrika Hemko/ simînarek li ser pêvajoya dewltê di pêngavên dîrokî de li navenda çand û huner li bajarê Dêrika Hemko bi beşdariya girseyek ji rewşenbîrên heremê hate li dar xistin , simîrvan Berdirxan Mîrza babeta mijare amade kiribû , Şev bi pêşkeşkirina nivîskar Melevan Resûl ve hate birêve birin , piştî kêliyek bê deng li ser giyanê hemû pakrewanên kurdistanê û şoreşa Sûrî , simîner hate xwendin û li ser van xalên jêrîn dabeş bibû :
–  Pênasîna dewletê ji serdemên kon ta roja îroyîn , li gor pênasîna siyasetvan û civaknasên civakî ve
 – Nimûeyên desthilatdariyê bi şêweyê dewletî ve
 – Çend mînakên giring di pêvajoya sazkirina dewletên mîna imperatorî , mîrnişîn , şahînşahî , qiraltî û komarên serdema nû .
 – Sedemên nekarîna miletê kurd ji bo avakirina dewletek serbixwe ta roja îro . –         Çareserkirina aloziyên dewletên ku li ser hîmên nijad , ol , bîrdoz hatîn avakirin û careserkirina kêşeya kurd di dewletên desthilatî kurdistanê . Di dawî de hate zanîn ku dewletên pir nijad bi vî şêweyên li rojhilat peydabûyîn , ew bûne parçek ji aloziyê bixwe û serdema dewleta netewî ( nijadî ) derbas bûye û pêwistî bi dewletên li gor pîvanên şaristanî heye heger em nebêjin di bingihê xwe de dewlet bi xwe tê wateya desthilatiyê û giringe dewlet bi vî şêweyî were herifandin û li şûnê komonên civakî werin saz kirin û sîstemek dûrî bandora dewletî were damezrandin , tê de hemû kes karibe nasmaeya xwe û beşdariya xwe di rêveberiya xweser de bi pêş ve bibe .
 Dawî deryê guftogoyê li ser naveroka babetê hate vekirin û derbirînên beşdaran mijar têr û teseltir kir .   Yaneya Ehmedê Xanî ya rewşênbîrî – Dêrika Hemko
 17/8/2012 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Weke her car Jan Dost dilê me li xwendinê vedike. Werine baxê Romana wî ya nû.

Şahşopa Jan Dost: nêrîneke Wêjeyî li ser Şer û mitaleyên serkirdeyekî

Romana Jan Dost * Şerê General yê Dawî* berhemeke bihêz e ku bi kûrahiyeke balkêş…

Şîlan Doskî

Helbesta Çima! ya Nivîskar Ezîz Xemcivîn wekî pirsgeha xwedî hest û dîmen, di nava wêjeya kurdî de derdikeve. Ew pirsên ku helbest dikare ji xwe bike: “Çima ez hîn jî hebûm?” û “Çima jiyan bi awayekî tê girtin, lê divê ez bimirim?” Helbest wekî tîrêj di deriyê xewnan, hest û…

Ezîz Xemcivîn

 

Kesayetiyeka ko pir gotûbêj li ser çê bûne, pir gotegot wek pencereyekê li ber hemû bahozan vekirî be…

Dixwazim çend gotinan ji bo dîrokê derbarê evê kesayetiya Kurdperwer û hezkerê welatê xwe pêşkêş bikim…
Seydayê Tîrêj ji min re got: „di mirina Xweda ji wî razî be têkoşer Hecî Mihemedê…

Qado Şêrîn

Ji bo kurd bêtir tarûmar, winda û tune nebin, tenê yek rê li pêşiya wan maye, ew jî dewletbûn e. Eger ji aniha û 20-30 salên bên kurd nebin xwedî dewlet, wê winda bibin, wê bêtir rastî hilweşandin û şikestinan bên, wê hêviya dewletbûnê lawaztir bibe, çimkî wê kurdperwer û…