Ji rexekî din ve xelkên gundê min jî, wek pirraniya xelkên gundên Beriya Mêrdînê, her êvara pêncşembê jin û kalemêrên gund diçûn ser gir, serdana miriyên xwe dikirin û pêre jî şîva miriyan li malên feqîr û belengazên gund belav dikirin.. Di gundê min de roja çarşembê wek roja bêhinvedanê bû, di vê rojê de kesî cil, caw û serê xwe nedişûşt.. Hem jî, li gor baweriyên xelkên gund çenedibû ku kes avê bi ser agir de dake an tif li agir û agirê tifikê bike, digotin gunehe..! ku hin ji hev aciz dibûn, wek van gotinên nexweş ji hev re digotin: (Ûcaxê te vemre), (Ûcaxê te kor bibe), (Mala te li mîratê bigere).. an ji hev re digotin (Filankes ûcaxê wî hene, xwe jê bistirînin) û wiha gelek ji baweriyên di vî terzî de mezinan ji hev re digotin. Hingî, ew pêşketina ku li bajarê Qamişlo hebû hêj negîha bû gundê min û nû Radiyo û Fonograf derdiketin.