Dagîrkeran ne bes welatê me ji dest me girtine, û sermiyanên me bidest xwe xistine, lê bi serda jî kultura me kavilkirin, kesayetiya me ya netewî pîskirine, destên xwe dirêjî kok û binyada me kirine, em ji komnifê mirovatiyê avêtne, em xistine nav komnifê cin û pêriyên kole, ola me ya netewî kirine ola eytanan, ji bo çi? Ji bo ku me ji nasnameya me ya netewî rûtbikin, me bikin kopiyek ji netewên xwe.
Bi rastî pirojeya dagîkeran biserketiye, wa binêrin, bîrewariya me ya netewî valabûye, em bavpîrên xwe ên ku li hember êrivanên Ereb berxwe dan ji gawiran dijmêrin, em dibînin ku dagîrkirina welatê me xilate, kutina bavpîrên me anaziye, dîlkirina dapîrên me rûmete, firotina wan li bazarên koleyan serbilindiye, bi serda jî êrivanê dagîrker li be me ciyê rêzê ne, em wan spasdikin ku em li rêya xwedanasiyê siwarkirin, em navên wan bi tolêransî tînin ziman û dibêjin ” Xweda ji wan razî be! “, hin caran me li tenit wan li dijî Kurdên Êzdî erdikir, tevî ku evan Kurdan ji ber ola me ya Yezdanî da bi cangorî erkirin, û gelek bêtar bi sere wan da hatin.
Gelo, ma eva ne bêtare? Ma ne bêtare ku em ta va asteyê ji nasnamey xwe werin bidûrxistin? Ma ne bêtare ku kesayetiya me ta va asteyê were raholkirin? Ma ne bêtare ku sinciyên koleyan ta va asteyê di me da werin bicihkirin? Ma ne bêtare ku çanda revê ta va asteyê li me were siwarkirin? Ma ne bêtare ku em rêzê dagîrkerên ku rûmeta dapîr û bavpîrên me pîskirinî bigrin?
Eva ne tenê bêtare, eva bi serda jî bextereiyeka susretae û dîvê were bidawîkirin, dîvê em vegerin ser kulturê xwe ya kevin, vegerin kûraniya Yezdaniyê û Zedetiyê, vegerin felsefeya ronahiyê, têgehên wê ên payebilind, bîrubawerên wê ên mirovatî, nêrînê wê ya aristanî, bese reaniyên dagîrkeran.
Gelên ku bi çandên dagîrkeran dijîn ê qet rizgar nebin.
Rastî eve.
Û çi dibe bila bibe, dîvê Kurdistan rizgar bibe!
23 – 10 – 2015