Di 117 Saliya Roja Rojnamegeriya Kurdî de, Mir Miqdat Medhat Bedirxan Û Rojnameya Kurdistan 1898

Konê Reş

(Gelî Mîr, Axa û Paşano! Ez ji we dipirsim, kê ji we heta niho ji wetenê xwe re çi kiriye, da em bizaninhun hez wetenê xwe dikin, hezkirina weten ewe ku mirov nehêle dijminê mirov bikeve nîv wetenê mirov de. Hezkirina weten ewe ku mirov wetenê xwe yava bike, mekteba, medresa û xêrata çêke, hezkirina weten ewe ku mirov zaroyên wetenê xwe bide xwendin, bide e`limandin û sin`et û me`erîfeta..)
Mir Miqdat Medhat Bedirxan, Rojnameya Kurdistan/1898, hejmar (2), rûpel (1), Qahîre.

Di dawiya sala 1897an de Mir Miqdat Medhat Bedirxan ji ber nexweşiyê çûye Qahîre û li wir rojnameyek bi nave KURDISTAN ji bo pêşketina Kurdan weşandiye,  hejmara (1)ê di 22ê nîsana 1898an de derçûye û hejmara dawî (31), di 14ê nîsana 1902an de.

Bi tenê wî her (5) hejarên pêşîn derxistine, û naveroka her 5 hejmaran bi nivîsên wî dihatine xemilandin, di peyre birayê wî mîr Abdurehman Berdirxan weşana rojnameya KURDISTAN berdewam kiriye, ta ku hejmarên wê bûne (31). Ango rojnameya Kurdistan (1898) Rojnameyeke 15 rojî bû, cihê weşandina wê ji hejmara (1-5)an li Qahîra bû, xwediyê wê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan bû, hejmarên mayî ji (6-31)ê xwediyê wan Mîr Ebdirehman Bedirxan bû, birayê Mîr Miqdad, cihê weşandina wan ji (6-19)an li Cinêvê çap bûne; ji (23-20)an jî careke din li Qahîra çap bûne; hejmara (24)an li Londonê çap bûye; hejmarên (29-25), li Folkostonê û herdu hejmarên dawîn li Cinêvê çap bûne. Tev hejmar hatine dîtin ji bil hejmara (19)an, hêj ev hejmar nebedî ye.
Li dor rewş û hatina xwe a Misrê wiha gotiye:
(Berî şeş heywa ez nesax bîm, loma vê zivistanê ez hatim Misrê. Misir biye bajarek hewqas mezin û xweş, heta mirov nebîne mirov nikare bo wesfa wê bizanibe. Ez hêdî hêdî ketim nîv Misriya de, elimîm hal û sine`etên wan kesib û karan..)
(Gelî alema û mîr û axayên Kurda! Hûn hemi esil û nesilê min dizanin, eşîra me Botan in, şihreta nesla me Azîzan in, ez di riya Xwedê de dixebitim, min ev cerîde çêkir, divê riyê de, ez gelek pera serif dikim, zehmetiyê dikşînim, meqseda min qenciya Kurda ye..)
Rojnameya Kurdistan/ 1898, hejmar (1), rûpel (3), Qahîre.
Konê Reş, Qamişlo, 18.04.2015

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…