Komîta (Xelata Kemal Henan)ji bo pesindkirina nivîsandina zimanê Kurdî di weşanên Kurdî de biryar istandiye ku hersal di cejna rojnamegeriya Kurdî de vê (Xelatê û li gel sermiyanek diravî) pêşkeşî pênûseke Kurdî bike.
Herweha pêwîst e,em di vir de pir bi kurtî jînegeriya nemir Kemal Henan bidin nasîn.1-Kemal Henan di sala 1954 an de li navça Efrînê ji dayik bûye.2-Ewî li Efrînê xwendiye û bawername ji peymangeha rêkên tirênê li Helebê wergirtiye.3-Ew di 16 saliyê de ta dawiya jiyana xwe di tevgera azadîxwaza Kurdî de xebitiye.4-Ew pir salan endamê komîta navbendî di partiya Yekitiya dêmokrat de bû.5- Ew yekek ji damezrênerê (Nadî Efrîn El-ehlî 1969) bû.6 -Kemal Henan 15 salan sernûserê rojnama Newrozê bû. 7-Ew yekek ji damezrênerê (Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî) li Rojavayê Kurdistanê bû.
8-wî pir caran astengî ji aliyên hêzên parastina dewleta partiya Bes de dîtibûn. 9- Kemal Henan di 31.10.2013 an de li Helebê
şehîd bû.
Komîta Xelata Kemal Henan
Fatme Mihemed
Dr.Ebdilmecîd Şêxo..
Dr.Mihemed.E.Elî
Efrîn 21.04.2015